Kilora baçik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kilora baçik

Kilora baçik, kilora tilîtizê, kilora pêçiyê, kilora sîgarayê cureyek ji kiloran e. Bi tesîra romî (tirkî) niha li hin deveran ji tevahiya kiloran re boreg tê gotin. Di rastiyê de boreg an borek tenê cureyeke kilorê ye û bi romî jê re kürt böregi - kilora kurdî dibêjin. Li tevahiya herêmên Kurdistanê kilorên wiha tên xwarin.

Kilora baçikê ji Hindistanê heya balkanê tê zanîn û xwarin. Tirk viya wekî xwarineke tirkî didin nasandin, lê di rastiyê de beriya ku tirk werin Anatoliya û herêmê jî pelhevîrk (şikeva) dihatibûye pêçandin. Di pêjgeha Tirkiyeyê, pêjgeha ermenî, pêjgeha ereb, pêjgeha Îranê, pêjgeha balkanî û gelekan de cihê xwe digire.

Li Kurdistanê pirranî li deşta Rewanê, Qers, Erdêxan, Îdir, Erzîrom, Meledî û Rihayê tê xwarin. Pirranî penîrê dadigirin lê li ser daxwazê siyale, kartol an navikeke din jî dikare bê bikaranîn.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 150-200 gr penîrê spî yê malê
  • 1 hêk
  • Niv baq bexdenûs
  • 3 pelhevîrk (mezin an biçûk)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota pûlpelî, îsota tûj

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di badiyekê de penîr, zerika hêkê, nîv stekan (qedeh) av, bexdenûsa hûrkirî û 1 kevçî îsota tûjê tevlîhev bikin. Pelhevîrkên xwe par bikin, ji her şikevayê 12 be baştir e.

Ji têkela we di badiyê de amade kiribû dabigirin. Bipêçînin, wekî tiliyê (pêçiyê) amade bikin. Van rûloyên xwe di nava rûn de biqijilînin.

Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).