Klasîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Klasisîzm bizavek wêjeyî ye.

Hêmên klasîzmê di dema Ronesansê de li ser bingeha dema Yewnana Kevnare û Romayê hatiye danîn. Ji ber vê yekê gelek lêkolîner, nivîskarên dema Ronesansê yên wek William Shakspeare û Montaigne di nav klasîzmê de dihesibînin û wan wekî rêberan dipejirînin. Lê berhemên vê cûreyê bêtir di sedsala 17. de li Fransayê di nivîsên Nicolas Boileau de derketine holê.

Bi zanistî perwerde kirin, hîn kirin û mezintir kirin hêmanê bizava klasîzmê ne û klasîzm cih nade hestiyariyê. Nivîskarên vê bizavê cih, dem û hevgirtin û yekitiya çalakiyê rasterast di berhemên xwe de bi kar anîne. Taybetiyên wan ên herî kifş; hilbijînêr, delalî û bedewî, hevgirtî, exlaqî, gerdûnî, vekirîbûnî û hêsanbûnî ye. Mijarên rastîn, li gor xwezaya mirovan dihilbijêrê, tevger di bin kontrola hiş de ye, karekteran naafirînin, kesayetên hilbijartî bi kar tînin û ji herêmtiyê bêtir gerdûnîbûyînê dipejirênin.

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine ev in;[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goethe (1749 - 1832), Schiller (1759 - 1805), Corneille (1606 - 1684), Racine (1639 - 1699), Moliere (1622 - 1673), Goldoni (1707 - 1793), Drydon (1631 - 1700), Krilov (1768 - 1844), Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran