Feqiyê Teyran
Feqiyê Teyran | |
---|---|
Navê rastî | Muhemmed |
Jidayikbûn | 1590 |
Mirin | 1632 Xîzan, Bidlîs |
Esil | Kurd |
Bernav | Feqiyê Teyran, Feqiyê Gerok, Mîr Mihê, Miksî, Mîn û Hê |
Hevwelatî | ![]() |
Perwerde | Medrese |
Destûrname | Melayê Cizîrî |
Pîşe | Helbestvan, Çîroknivîs û Fîlozof |
Serdem | Sedsala 16 û 17'an |
Bandorker | Ehmedê Xanî, Şêx Memdûhê Birîfkanî |
Dîn | Îslam |
Dê û bav |
|
biguhêre![]() |

Feqiyê Teyran (jdb. 1590 Colemêrg − m. 1632[1] Şandîs, Xîzan), yek ji fîlozof û helbestvanekî Kurd yên mezin û klasîk e.[2]
Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Feqiyê Teyran, li gor hin dîrokzanan, di 1590'an de hatiye dinê û di 1632-1660'an de çûya ser dilovaniya xwe. Li ser van dîrokan riwayetên muxtelif hene. Ya rastî ew e ku Feqiyê Teyran di 1590'an de hatiyê dinê û jiyaneke mezin û bi zanist berdewam kiriye.
Di gelek vegotin û nivîsan de behsa wê yekê tê kirin ku Feqiyê Teyran helbestvan bû. Ya rasti ew e ku ew ne tenê şaîr bû, lê di ber re fîlozofekî mezin jî bû. Di dema xwe de li ser hizir pir kûr bûye û pir nivîsandiye. Herçend zêde kitêbên wî heta îro nehatibin jî, em dizanin ku wî ne yek an jî du, lê hinek kitêb nivîsandine. Li ser felsefe, dîrokê, dema xwe de û pêşketinên dema xwe, hizre xwe aniye ser ziman.
Feqiyê Teyran li gundê Miksê ji dayik bûye, ko girêdayiyê Colemêrg (Hekarî) ye. Lê Mikis an jî Miks, niha girêdayiyê Wanê ye. Navê Feqiyê Teyran yê rastî jî, weka di çarînê de gotiye "Muhemmed" (Mîr Muhemmed) e. Feqî di helbestek xwe de jî navlêka xwe "Mîr Mihê" daniye. Ew bi xwe ji malbatek eşîriye. Bavkalê wî ji Dewleta Osmaniyan fermana mîrî yê girtine. Di dîroka wêjeya kurdî de cihekî bêhempa digire. Helbestvan, destannivîs û çîrok nivîsekî mezin e. Kurê mirekî kurd e. Berhemên nivîskar wek Şêxê Senan, Qiseya Bersiyayî û Qewla Hespê Reş e. Her wiha, di nav nivîskarên kurd de cara ewil pexşan nivîsiye (Ber Sîs).
Feqiyê Teyran perwerdeya medreseyê girtiye. Kesekî xwenda û zana ye. Di dema wi de axa Kurdistan û rojhilatê medreseyên olî hebû ne. Di van medreseyan de agahiyên olî, dersên ziman û wêjeyê hatine dayin. Bi navê “Feqî” peyva ilm û şagirtiyê ya “teyrê” ji berhema bi navê mentiq et-teyrê têt in. Ev berhema ku pir tê zanin a Feridedîn Etar e. Wateya wê, axafitina çûka ye. Feqî hem ji aliyê şêwaza helbestnivîs e, hem jî ji aliyê ramanî ve tesîr ji Feridedîn Atarî girtiye. Mewlana jî tesîr ji ferasate tesewufî ya Feridedîn Atarî girtiye. Feqî di wêjeya kurdî de helbestvanekî girîng yê ku li ser xweza, evîn û tesewûfî nivîsiye. Di nava gel de baş tê nasîn. Navê wî yê ku herî zêde tê zanîn Feqiyê Teyran e. Lê em dizanin ku di berhemên xwe de bi navên wek Feqê Tera, Feqiyê Gerok, Miskî, Xoce, Mîr Mihê, Mim û hê jî bi kar aniye. Li gorî lêkolînan, dibe ku Feqî ji malbateke mîran be û navê wî yê bi rastî Mihemed e. Tirbeya wî li navçeya Miksê ya Wanê ye.
Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Ey Avê Av: Ji 277 malikan pêk hatiye. Di sala 1989an de bi xebata Abdulreqîb Yûsiv li çapxana "El Hewadîs" li Bexdayê hatiye çapkirin.
- Şêxê Sen'an: Ji aliyê xanim Margirit Rodînko ve hatiye berhev kirin û di sala 1965an de, li Moskow çap kiriye. Berhem ji 313 çarînan pêk hatiye.
- Bersîsê 'A'bid: Li gorî Abdulreqîb Yûsiv ev helbest ji 422 malikan pêk hatiye.
- Qewlê Hespê Reş
- Sîseban
- Xan Dimdim
- Qiseya Bersivayî
- Zembîlfiroş
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bîblîografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Kovara W, 29, çiriya paşîn-kanûna pêşîn 2009, r. 36-58. (Dosyayeke Feqiyê Teyran tê da heye)
- Mele Xalidê Sadînî (2000). Feqiyê Teyran (jiyan, helbest û berhemên wî). Nûbihar, Stembol.
- Abdusamet Yigit, Feqiyê Teyran, roman, 2009, Han, berlin. ISBN 978-3-94040997-34-0