Kobe Bryant

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kobe Bryant
Di 2015 de Bryant bi Los Angeles Lakers re
Jidayikbûn23ê tebaxa 1978an
Mirin26ê kanûna paşîn a 2020an (41 salî)
Calabasas, Kalîforniya
EsilAmerîkî
PîşeBasketbolvan
biguhêreBelge

Kobe Bean Bryant (jdb. 23ê tebaxa 1978[1] li Fîladelfiya ya Pensîlvanya (DYA) – m. 26ê kanûna paşîn a 2020[1] li Calabasas, Kalîforniya) basketbolvanek amerîkî bû. Bejna wî 1.98 metre bû[2] û yek ji efsaneyên NBA bû. Wî di pozîsyona skorer gard û sazkariya lîstikê de peywir girtibû ser milên xwe.

Di sala 1996an de ji bo NBAyê hatibû hilbijartin û ji wê rojê de bîst salan di tîma Los Angeles Lakers de lîstibû. Ew li ser navê DYAyê ligel tîmê çend caran beşdarî olîmpiyatan jî bûbû.

Bryant jiyana xwe bi serketinan borand. Li NBAyê 5 caran bû şampiyon, du caran ser hev de lîstikvanê herî serketî yê fînalan hat hilbijartin.

Dema temenê wî 34 sal û 100 rojî bû bendava 30 hezar hejmarî derbas kir û bi vê yekê bû lîstikvanê herî ciwan ê ku bendava 30 hezarî derbas dike.

Dîsa di sala 2005-2006an de di maçekê de tam 81 hejmar bi dest xist û bi vê yekê piştî Chamberlain (pîvotê efsanewî yê Fîladelfiyayê bi navê Wilt Chamberlain ku di maçek de 100 hemar bi dest xistibû) bû duyemîn lîstikvanê di maçekê de herî zêde hejmarê diavêje.[2]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. a b "Kobe Bryant | Biography, Stats, & Facts". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 13 hezîran 2021.
  2. a b "Efsaneyekî din çû: Kobe Bryant di qezayê de mir". diyarname.com. Roja wergirtinê: 13 hezîran 2021.