Kolosa ewropayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Melon

Kolosa ewropayî, melon, bombet, kapok, kolosa Bowler sala 1860'ê li Londonê ji aliyê Thomas William Bowler ve tê dirûtin û ji wê rojê ve ev serpoş dibe moda. Li Brîtanyayê bi navê Bowler tê navandin. Jê re Coke jî dibêjin lewra yekem car ji zadeganan Thomas William Coke daye serê xwe. Li DYAyê jê re Derby dibêjin.

Melona orjînal reş e. Niha kêm tê bikaranîn. Siwarên hespê di pêşbaziyên werzîşê de didin serê xwe. Herwiha di festîvala bajarê Köln a Almanyayê û li Bolîvyayê jinên çermesoran (Îndiyanan) melonên rengîn didin serê xwe.

Di sedsala 19em û 20em de serpûşeke tîpîkî ya brîtanî bû. Winston Churchill, Charlie Chaplin, Laurel û Hardy, Billy Bevan, Pan Tau, John Steed, Pete Doherty û gelek navdaran melon dane serê xwe.