Charlie Chaplin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Charles Spencer Chaplin
Charlie Chaplin.jpg
Charlie Chaplin (1915)
Navê rastî Sir Charles Spencer Chaplin
Bernavk Şarlo
Roja jidayikbûnê 16'ê avrêlê, 1889
London (Keyaniya Yekbûyî)
Roja mirinê 25'ê berfanbarê 1977 (88 salî)
Vevey (Swîsre)
Hemwelatî  Keyaniya Yekbûyî
Hevjîn Mildred Harris
Lita Grey
Paulette Goddard
Oona O'Neill
Zarok 11 (1 ji Mildred Harris, 2 ji Lita Grey û 8 ji Oona O'Neill)
Pîşe aktor, derhêner
Şanenav
Firma de Charles Chaplin.svg

Charles Spencer Chaplin (z. 16'ê avrêlê, 1889 – m. 25'ê berfanbarê, 1977) aktorê komediyê, derhêner û bestekarê navdar ê li Îngilistanê hatiye dinyayê ye.

Karakterê sînemayê yê bi navê Şarlo, kir ku li seranserê cîhanê navê wî belav bibe, ev karakter ji aliyê wî ve li Hollywoodê hate afirand. Di fîlmên xwe de tundî û neheqiyên li ser mirovên ji rêzê bi zimanekî qerfî û dem bi dem jî bi xemgînî raberî mirovan kir. Di fîlmên wî de hezkirina mirovan li pêş bû. Her wisa di fîlmên wî de têgihîştineke bêmînak a rexnekirinê jî hebû.

Jiyana Chaplin bi peyvên wî[biguherîne]

Hevjîna Chaplîn a 16 salî, Mildred Harris
Hevjîna duyemîn; Lita Grey

Jiyana Charlie Chaplin ji devê wî halo tê gotin; “Kurê Chaplînê lîstikvan, ez Charles Spencer Chaplin di 16'ê nîsana 1889'an de li Londonê hatime dinê. Bavê min lîstikvanekî mîzahî yê hoste bû, diya min stranbêja operetê bû, piştre li şanoyên Vareyteyê xebitî. Min salên xwe yên zaroktiyê li Londonê li taxa xizanan (East Side) derbas kir. Piştî ku bavê min bû muptelayê alkolê, êdî li malê xwarin çênebû. Ji bo qafikeke şorbeya germ, birayê min Sidney gelek caran mecbûr ma ku li deriyê saziyên xêrxwaziyê bide. Min nekarî pê re herim; me her duyan heman solî bi dorveger li pê dikir. Bavê min em di nava xizaniyeke mezin de hiştin û mir. Şeş salan ti der nema ku min li deriyê wê neda. Min erebevanî kir, şevan li ciyên cur bi cur xew kir. Di dawiyê de diya min karek dît, lê piştre dîsa em bêpere man. Birayê min Sidney, heta jê dihat alî me dikir. Lê êdî jê re jî giran dihat, ji bo garsoniyê bike çû Afrîkaya Başûr. Piştre ez ketim kûmpanyayeke şanoyê. Ez 14 salî bûm û tiştê ji min dihat min dikir, lewre ev kar êdî ji bo man û nemanê bû. Ez dizanibûm eger çavê wan min negire, dîsa em her du (ez û diya min) dê birçî bimînin. Lê eger çavê wan min bigire, her roj dê taseke şorbeya germ hebûya bo me. Ez û şano ji hev ne dûr bûn, berê bi koma The Eight Lancashire Ladsê re derketibûm ser dikê. Lê vê carê wan rolek dabû min, diaxivîm, temaşevanan jî guhdariya min dikir. Êdî ez ketibûm nava kadroyê (wekî ji bo hemû lîstikvanan) êdî ji bo min serdema gerokiya li şanoyên jevketî yên li çar aliyên Îngilistanê destpê kiribû. Lê êdî ez û diya min ne bêşîv bûn. Dema ketim nozdehsaliya xwe, Fred Karnoyê ku di cîhana şanoyê de navdar e, ez xistim nava koma xwe. Ez di revuya bi navê A Night in a London Clupê (Şeveke li Klûbeke Londonê) de di rolê serxweşekî de dilîstim. Lîstik gelekî hate hezkirin, bi sedan caran hate nîşandan, em li seranserê Ewropayê geriyan. Piştre Fred Karno biryar girt ku here Amerîkayê. Di sala 1911'an de em çûne Amerîkayê û li bi sedan bajaran em lîstin. Êdî heftane sed dolar dikeve destê min. Hosteyê qerfê yê dahatiyê Mack Sennet ku ez li ser dikê dîtim, bi heftane 125 dolarî li Keystone Film Companyê kar da min. Ez di gelek kurtefîlmên qerfî ku bala kesî nekişandin de lîstim. Piştre min li New Yorkê kurtefîlm kişandin. Ji ber ku gel ji van hez kir, min yek ji wan bi 2000 dolarî firoşt. Piştî yazdeh salan, min ê ji firotina 11 kurtefîlman milyonek dolar qezenc bikira. Ez bi ser ketibûm. Fîlmên min li hemû deverên cîhanê dihatin nîşandan. Ez bûm lîstikvanê yekemîn ku mala fîlmçêkeriyê ji bo xwe ava kir. Min li Hollywoodê studyoyek da çêkirin û êdî li ser navê xwe dixebitîm. Piştî salekê min li gel Mary Pickford, Douglas Fairbanks û derhêner Griffithi United Artist Corporation ava kir. Di sala 1920'an de min cara pêşî fîlmekî metrajdirêj çêkir (The Kid / Lawik, Jackie Coogan jî tê de lîstibû). Piştî vî fîlmî, fîlmên The Pilgrim (Hacî, 1922), A Woman of Paris (Jineke Parîsê, 1923), The Gold Rush (Êrîşa bo Zêran, 1925), The Sircus (Sîrk, 1928) hatin. Ez ji bo van fîlman sê salan xebitîm. Cara pêşî zewicîm: jina min a pêşî Mildred Harris, ya duyemîn Lita Grey bû. Hemû ev e.”

Ji bilî vê diya Chaplin li nexweşxaneya nexweşiyên derûnî hatiye razandin, Chaplinî piştre du zewacên din kirine. (Paulette Goddrad û Oona O'Neil) Heriwha ji City Lightsê (Ronahiyên Bajêr, 1931) heta Limelightê (Ronahiyên Dikê, 1952) gelek berhemên sereke çêkirine.

Jiyana Sînemayê[biguherîne]

Charlie Chaplin (1914), ji fîlmê yekemîn Making a Living
Charlie Chaplin (1914), ji fîlmê Kid Auto Races at Venice

Razên pîşeya Chaplîn ew bûn ku gavên xwe ji hev vedikirin û dimeşiya, dikaribû hestên xwe bi rûyê xwe nîşan bide û laşê xwe bi hosteyî bi kar bîne. Dema ku Chaplîn bi Fred Karno re dixebitî, ev fêr bûn.

Piştî fîlmê xwe yê pêşî yê bi navê Making A Livingê (Daborandin, 1914) ku Henry Lehrmanî derhênerî kiribû û bi Nobel Normandî re lîstibû, di fîlmê bi navê Kid Auto Races at Venice (Li Venedîkê Pêşbaziya Otomobîlan, 1914) de ew cilên ku ew navdar kir li ber xwe kirin.[1] Tê gotin ku Chaplîn berê ev cil nesêwirandine; li Keystonê cilên lîstikvanên din li ber xwe kirine. Şalê fireh yê Fatthy Arbuckleyî ye, çakêtê teng yê Charles Avery ye, şewqeya melon yê xezûrê Arbuckleyî ye, solên riziyayî yên Ford Sterlingî ne. Simbêl jî li gorî simbêlên Mack Swain hatiye çêkirin. Tîpê “Şarlo” çêbûye lê fîlmên pêşî yên Chaplînî tenê fîlmên qerfî yên ji rêzê ku dişibin fîlmên lîstikvanên din ên Mack Sennetî ne. Ji bo Mack Sennetî, di fîlman de tenê çîrokeke ku bi lezgînî tê vegotin û qerf hene; nabe ku cîhana hundirîn ya mirovan bê vegotin. Lê nêrîna Chaplînî ya mirovhez, dê xwe bispêre cîhana hundirîn a kesên ku jiyana wan vedibêje.

35 fîlmên ku li Keystonê kişandine, ji bo Chaplînî bûne wekî pêvajoya şagirtiyê ye. Piştî fîlmê 12emîn, alîkariya derhêneriyê jî kir. Piştî fîlmê xwe yê bîstemîn Laughing Gasê (Gaza Tîqetîqê, 1914), êdî wî derhêneriya fîlmên xwe kir. Di van fîlman de evînên qedexe, mêrên hesûd, diransazên ecemî, otomobîlên li hev diqelibin, mirovên serxweş bûn hêmanên qerfî.

Derbasbûna Essanayê[biguherîne]

Di sala 1915'an de dema derbasî Essanayê bû, ev yek ji bo wî bû lûtkeyek. Beriya her tiştî, êdî hejmara fîlmên ku dikişandin hindiktir bû lê bêhtir li ser fîlmên xwe hûr dibû. Di sala 1915'an de tenê 12 fîlm çêkirin. Li studyoyên Essanayê yên li Chicagoyê fîlmekî serketî yê bi navê His New Job (Karê Wî yê Nû, 1915) kişand, lê dîsa jî, ji vê derdora xwe ya nû hez nekir. Bi derhênerê dîtbarî Roland Todherohê ku dê bi salan pê re bixebite re derbasî studyonên Essanayê yên li Kalîforniyayê bû.[2] Chaplin was unimpressed with the conditions there, and after making one film (His New Job, released 1 February 1915), moved to the company's small studio in Niles, California.[3] Li vê derê Edna Purviance ya ku dê heşt salan di fîlmên wî de di rollên jin ên sereke de bilîze, keşf kir.

Piştî The Tramp (Serserî, 1915) û The Bankê (Banka, 1915) fîlmê Police (Polîs, 1916) kişand û pê re cara pêşî cî da rexneya civakî û bi fîlmên wekî The Kîd (Zarok, 1921), The Pilgrim (Hacî, 1923) dewam kir. Di fîlmên wê serdemê de êdî tîpa Şarlo digihîje. Qerf, ji rewşa ku Şarlo tê de ye diqewime, aliyê mirovî zêde dibe û tenêtiya Şarloyî beloq dibe. Şarlo, astengiyên ku ji ber mercên civakî yên xedar derdikevine pêşiya wî, bêyî alîkariya kesên din, bi pêkariya xwe û hinekî jî bi şensê xwe derbas dike. Li gel qerfê, êdî xemgîniya ku ji ber aliyên nerênî yên civakê jî di fîlman de cîcigirin.

Charlie Chaplin û Edna Purviance ji fîlmê Work, 1915

Pêvajoya Mutualê[biguherîne]

1916

Chaplîn bi heftane 10 hezar dolarî derbasî Mutualê bû û ev yek ji bo jiyana wî ya pîşeyî bû gaveke pêştir. Chaplînî li Mutualê di şeş mehan de 12 fîlm kişandin. Yek ji van fîlmên ku tê de lîstikvaniyeke hosteyî û mijarên rojane jî hebûn, One a.m. (Yekê Şevê, 1916) e. Di vî fîlmî de Chaplîn serxweş vedigere malê û ew û kilîla derî, xalîçe û alavên din ên navmalê dikevine qiriqa hev.

Di The Pawn Shopê (Dikana Qepaliyê, 1916) de demjimêrka muşteriyekî parçe dike. Easy Street (Taxa Hêsan, 1917) li gorî çavdêriyên zîrekane yên li taxeke xizan hatiye kişandin û xizanî û tirsa li taxê serdest e dibine mijarên fîlmî. Di The Immigrant (Koçber, 1917) de mijar rêwîtiya bi keştiyê ya kesên ku ji bo şadiyê koçî Amerîkayê dikin e, û di fîlmî de tê diyarkirin ku şadiya tê xeyalkirin dîsa dê betalî, xizanî û tenêtî be. Bi vî awayî pileya rexneya civakî bilind dike. DI fîlmê ku sî xulek e de, Chaplîn vê maweyê bi zîrekî bi kar tîne. Her çiqas keştî tije xuya bike jî, Chaplîn tenê 16 fîguran bi kar anîne. Hejiyana guverteyê şêweyeke nûtir dide rêveçûna Chaplînî û Chaplîn heman hostetiyê di sahneya pokerê de bi hîleyên kaxizan nîşan dide. Çawan ku Abîdeya Azadiyê xuya dike, koçberên ku berev paş werîsan têne dafdan, di nava bêxemiya bajarekî hût, wekî keriyê ajalan ji keştiyê têne derxistin. Şarlo nizane ku divê li lokantayê şewqeya xwe derxe, nikare lîsteya xwarinan bixwîne; ev sahneyên watedar in ku xerîbiya wî ya li jiyana bajarî nîşan didin.

Charlie Chaplin û Jackie Coogan ji fîlmê The Kid

The Adventurer (Maceraperest, 1917) ku çîroka mehkûmekî bêrê yê kevn vedibêje pergala civakeke çewsîner jî radixe ber çavan. Û di fîlmên A Dog's Life (Jiyana Kûçikekî, 1918) û Shoulder Arms (Tiving li Ser Milan, 1918) ku li ser navê First Nationê kişandin de tevgeriyana takekesan a li derdoreke civakî ya diyar kûrtir vedikole. Şibiyana jiyana Şarlo û kûçikê wî ya di fîlmê Jiyana Kûçikekî de, rewşên qerfî ji çavdêriya rastiyên rojane pêk tên.

Têgihîna dibistana Sennett êdî tune bûye; keçika ciwan a tadayîdîtî û xortê baş ê ku li hemberî çewisandina civakê bêçare ye, derdikevine pêş. Shoulder Armsşerê cîhanê yê yekem ji çavên leşkerekî di kozikan de şerî dike, raberî me dike. Li gel ku hin beşên wê hatine qutkirin, dîsa jî tiştên di kozikan de têne serî wî me dikenînin û peyameke dijberî şer û aştiyane dide. Piştî ku Chaplîn êdî nakokiyên pergala kapîtalîst a Amerîkayê nîşan dide, hin derdor bi çavên din berê xwe didinê. Hestyariya ku di fîlmên berê de jî xwe dida der, piştî The Kidê zêdetir derdikeve pêş. Di The Kidê de êdî tenêtiya Şarlo ne li navendê ye; tiştê li navendê têkiliya hezî ya di navbera wî û zarokê (Jackie Coogan) ku li derve dîtiye û xwedî dike de ye. Dema ku li ser geşbûna vê têkiliyê kar tê kirin, cî dide rexneya mercên civakî û rexneya sazî û dezgeyan.

Fîlmçêkerê xweser[biguherîne]

Di fîlmê Hacî ku çîroka sûcdarekî piştî poşmaniyê digihîje kêfxweşiyê vedibêje de, aliyê wî yê xweşbîn derdikeve pêş. Piştî ku bi armanca di roleke dramatîk de ceribandina Edna Purvianceyê, ji bo United Artista li gel Douglas Fairbanks, Mary Pickford û D.W.Griffithî damezirandiye fîlmê bi navê Jina ji Parîsê kişand û ev fîlm ji hêla aborî ve têk çû, Chaplîn, Êrîşa bo Zêran û Sîrk kişand (Di fîlmê Jina ji Parîsê de serlehengê mêr Adolphe Menjou ye, Chaplîn di roleke biçûk de dilîze).

Dîmenek ji fîlmê Êrîşa bo Zêran

Fîlmê Êrîşa bo Zêran ku wekî yek ji fîlmên herî serkeftî yên Chaplîn tê qebûlkirin û li gel ku dawiya wê miradşadî ye jî wekî “trajediyeke hemdem” tê qebûlkirin. Di fîlmî de, Şarloyê zêrger ku dibêje qey ew ê negihîje hezkiriya xwe, madeneke zêran dibîne û digihîje hezkiriya xwe. Di seranserê fîlmî de kesên ku lehengên romanên Jack Londonî tînin bîra mirovan li dijî xwezayê têdikoşin û di wê navberê de başî û kêmasiyên tiştên ji destên mirovan derdiketine diyar dibin. Li hemberî dijminên mirovan ên herî kevn ên wekî birçîtî, serma û ajalên dirinde, hevaltî û hevgirtin tê rojevê. Êdî hêmanên qerfî tenê mijarê temam dikin û Chaplînê ku pişta wî li kamerayê ye û bi sermilên xwe peyama xwe dide, vê yekê ji lîstikvanên herî baş ku dikin peyama xwe bi rûyê xwe bidin çêtir dike.

Chaplîn, cîhana xweser ku di navê de tevgereke ji rêzê an jî bûyereke rasthatî dikare bibe sedema zincîrebertekan, bi fîlmê Êrîşa bo Zêran berdide. Ji wê cîhanê derdikeve û tev li civaka xwe dibe. Ji niha pê ve ew ne serlehengê drameke ku wî çêkiriye ye, kesekî ji rêzê ye di trajediyayeke ku êdî qeweta wî bi tenê nagihîjê de. Êdî Chaplîn ji tîpê derbasî mîtosê bûye. Ji niha pê ve qerf wekî qalikekî rûberî ye, û dema qalikî radikî drama di binê wê de xuya dike.

Charlie Chaplin (1920)

Mijara fîlmê Sîrkê ku palyaço dil dikeve keçeke delal, mijare tê zanîn e. Polîs dibêjin qey Şarlo diz e û ji ber vê bi dû wî dikevin; Şarlo, dema ji wan direve, dikeve konê sîrkekê û xwe li ser dikê dibîne. Ji ber ku temaşevan gelekî pê dikenin, li sîrkê dest bi kar dike û dil berdide keça delal a xwediyê sîrkê. Ev mijar mijareke tê zanîn e, lê bi awayekî ji awayan ku sînemaya wê demê nizane; evîneke bêhêvî, qenciyeke bêbergîdan, fedakarî û tenêtiyê vedihone. Qerf, digihîje encameke wisa ku tenê Chaplîn dikare bigihînê. Şarloyê li ciyê konê sîrkê yê hatî rakirin, wekî ku fedakariya kiriye dinirxîne (dema ku keçika wî dil dayê dil dide canbazî, ew vê yekê bi xweşbînî pêşwazî dike), li ser rûyê wî xemgîniyeke bêmînak heye. Lê ev pir naajo. Hêviya Şarlo ya ji bo cîhaneke çêtir xwe bêtir dide hîskirin. Piştî ku nîşaneya xeyalên xwe ango stêrka kaxizîn diqurmiçîne û davêje ciyekî dûr, dest bi meşa li ser riya ku dê hêviyên nû bidê, dike. Rawestgeha wî ya piştre dê City Lights (Ronahiyên Bajêr, 1931) be.

Chaplîn di fîlmê City Lightsê de ku piştî hêmana deng ketiye sînemayê kişandiye, cî nedaye axaftinan; tenê pişteke muzîkê dayê. Li gel vê jî ev fîlm êdî klasîkeke sînemayê ye. Têkiliyên di navbera kulîlkfiroşeke kor, mîlyonerekî ku dema serxweş dibe ji xirabiyan paqij dibe û Şarloyê ku ji bo çavên keçikê vebin li gel xetereya ketina girtîgehê pereyê wî zilamî xerc dike de tîqetîq û xemgîniyê bi hostetî digihîne hev û nîşan dide ka civak çawan dikare takekesan biçewisîne. Li hemberî qerfa ku dema zilamê mîlyoner serxweş e Şarloyî hembêz dike, lê dema tê ser hişê xwe wî diqewirîne, fîlm bi xemgîniya xwe dibe klasîkek. Dema keçkike kulîlkfiroş Şarloyê hê nû ji girtîgehê derketiye, bê gopal maye û zarokên taxê henekê xwe pê dikin nas dike, dibehite, û di wê kêliyê de Şarlo bi awirên xwe yên ku xemgînî û şadî bi hev re tê de hene bersivê dide keçikê, Chaplîn yek ji dîmenên nemir ên sînemayê zeft dike.

Dema ku di merasîma vekirina Bîrdariya Aştî û Aramiyê de xêliya li ser bîrdariyê tê rakirin, Şarloyê ku di binê de xew dike xuya dibe; bêguman ev hinartinek e ji bo qeyrana 1930'î. Şarloyê ku çavên keçika jê hez dike vedike û wê dilşad dike, dilşadiya xwe kuştiye. Dilşadiya Şarloyî tenê di nava mejiyê wî de ye. Rûbirûbûna bi rastiyan re vê dilşadiyê ji navê dibe. Di fîlmên beriya vê de, dem aku Şarlo dihate terkkirn, bi hêviyekê dikete ser riyeke din. Lê di vî fîlmî de, xemgînî digihîje pileyeke wisa ku dilşadiyê jî ji navê dibe. Lê berteka Şarloyî ya li hemberî têkçûnê wê xurt be.

Şarlo di fîlmê piştre Modern Timesê (Demên Hemdem, 1936) de pêşî pergala civakî ya salên 1930'î bi xurtî rexne dike, û tîpê Şarlo bi dawî dike, û fîlmê tana siyasî ya di dîroka sînemayê de bê mînak e, ango The Great Dictator (Dîktatorê Mezin, 1940) dikişîne.

Charlie Chaplin di fîlmê Dîktatorê Mezin de bi rola Adolf Hitler (1940)

Bingeha hostetiya qerfî ya Chaplînî ew e ku, Chaplîn mirovan baş nas dike. Chaplîn dizane ku mirovekî ketiye rewşeke qerfî û tengezarî dê bala mirovan bikişîne. Wekî mînak, rewşa ku ba şewqeya li serê jinekê difirîne ne qerfî ye. Tiştê qerfî ew e ku ew jinik bi porê xwe yê gijokî û eteka xwe ya ji ber bayê bi hewa dikeve, bide dû wê şewqeyê. Û eger ya dikeve wê rewşa zehmet ne miroveke ji rêzê be, bandora qerfê hê zêdetir dibe. Di fîlmên qerfî yên Şarloyî de polîs gelek caran dikevine çalikên avê, li qutîkên boyaxê diqelibin, ji otomobîlan dikevin. Kesên bi otorîteyê xwe dipesinîn bikevine rewşên zehmet, ji mirovên ji rêzê yên ketine heman rewşên zehmet bêtir dibine qerfî. Yên ku dikevine rewşên qerfî lê haya wan ji vê tune ye, hêmaneke din a qerfî ye di fîlmên Şarloyî de. Mînaka vê ya herî baş, serxweş in. Li gel ku pir vexwarine û serxweş in, dibêjin ku wan hîç venexwariye. Dikin ku sergevez bin. Sergevezî yek ji rêgezên bingehîn ên Şarloyî ye. Bikevine kîjan rewşa qerfî jî, bi serdevkî bikeve ser erfdê jî, xema wî ew e ku gopalê xwe ji erdê rake, şewqeya xwe ya melon li ser xwe bike û berstûka xwe rast bike. Gopal, parçeyeke bingehîn a tîpê Şarloyî ye. Şarlo gopal wekî hêmaneke qerfê bi kar tîne. Gopal timî li piyê hinekan diqelibe, hinekan ji sermilê wan ve digire. Dema ku şarlo bang li yekî bike, di ciyê ku dest bide sermilê wî, bi gopalê xwe wî ji milê wî dikişîne.

Gora Charlie Chaplin li Swîsreyê

Şarloyê ku bi gopalê xwe, xwe dihejîne lê bi awirên cidî dimeşe, wekî camêrekî sergever xuya dike. Ev tevgeriyana “seretahez” ya ku bi xuyakirina xwe nelihev, bi serê xwe hêmaneke qerfî ye. Dijberî û nakokî di bingeha qerfa Chaplînî de hene. Bîner hem ji nakokiya di navbera baş û xirab, zengîn û xizan, bişens û bêşens de hez dike, hem jî hez dike ku di nava çend xulekan de hem bikene hem jî xemgîn bibe. Dizê ku dide dû Şarloyî her tim xurt e û pêknehatî ye. Şarlo jî hin canbaziyan dike, ji navbera lingên polîsî re derbas jî dibe. Kesên ku neheqî û tadayiyê li Şarloyî dikin jî her tim xurt û qelew in. Şarloyê ku dizane bîner alîgirên lawazan in, di rewşên wisa de sermilên xwe difisîne, rûyê xwe diqermiçîne û xwe dixe rewşeke li ber giriyanê. Ji ber ku helwesta nebende bîneran dikenîne, Şarlo pêşî wekî ku bîner li bendê ne tevdigere, û piştre berevajiyê vê dike û bîneran dikenîne. Dema ku bîner dibêje qey ew ê li ser riyekê bimeşe, Şarlo dikeve otomobîlekê. Chaplîn hosteyê kenandinê ye lê naxwaza pir bikenîne. Ji dêvla ku bîneran bi xulekan bikenîne, ew çêtir dibîne ku bîner dem bi dem ji dil bi tîqetîq bikenin.

Dozînerê sînemayê yê fransiz Louis Delluc, Chaplînî dişibîne Molîerî û nivîskarê sînemayê Elîeyî jî dişibîne Shakespeare. Di her du şibandinan de jî mafdar e. Lewre Chaplîn tekane hoste ye ku di sînemayê de qerf û xemgînî gihandine hev.[çavkanî pêwîst e]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Blanke, David (2002). The 1910s. American popular culture through history (illustrated ed.). Westport, CT: Greenwood Publishing Group. p. 226. ISBN 978-0-313-31251-9. 
  2. Robinson, p. 135.
  3. Robinson, p. 137.

Girêdanên derve[biguherîne]