Koma PCKurd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Koma Pckurd hat beralîkirin)
Kovara PC KURD

Koma PCKurd, ji aliyê komek kesên ku bi komputergeriya kurdî re têkildar dibin ve, di adara 2005'an de hate avakirin. Kesên di avakariya vê komê de cih girtin Rêzan Tovjîn, Erdal Ronahî, Serhad Ronahî, Rizoyê Xerzî, Ridvan Bozkurt, Amed Çeko Jiyan û Elîxan Loran bûn. Armanca komê ew bû ku çi pergalên xebatê û bernameyên komputergeriyê hebin, hemûyî wergerînin kurdî û ji bo pêşketina zimanê komputergeriyê yê kurdî bixebitin. Armanca sereke ya Koma PCKurd ew e ku bernameyên Nivîsbariya azad wergerînin kurdî.

Bernameyên Wergerandine Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bernameyên Ku Tên Wergerandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kovara PcKurd[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Koma PcKurd di nîvê duyemîn ê sala 2005'an de dest bi xebata weşana kovareke komputergeriyê bi kurdî kir. Koma PcKurd bi armanca ku ji 3 mehan carekê were çapkirin û navenda wê jî Amed be xebatên kovarê dimeşîne. Navê kovarê PCKURD e.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]