Rizoyê Xerzî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rizoyê Xerzî helbestvanekî kurd e. Xerzî di sala 1966an li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê. Li zanîngeha Helebê beşa zimanê îngilîzî xwendiyê, lê xwendina xwe kuta nekiriye.

Yek ji endamê komîteya amadekariya kovara Rojda bû. Ji sala 1988an ve dest bi weşandina helbestên xwe kiriye di kovarên mîna Zanîn, Gulistan, Nûdem, Buhar û gelek kovarên din de weşandine.[çavkanî hewce ye] Di sala 2000î de pirtûkeke helbestan bi navê Dema çavên te û di sala 2011 an de jî pirtûka bi navê Dilê min ne dîne daye çapkirin. Endamê Yekîtiya Nivîskarên PENa kurd e. Yek ji rojnamevanên rojnameya Azadiya Welat e; yek ji damezrînerê komeleya KARGER a lêkolîn û pêşxistina ziman e, yek ji edîtorê kovara zarokan Şemamok e. Endamê koma PCKurd e.[1] Di sala 2021ê de pirtûka wî ya helbestan a bi navê Bêyî pêjna te ji weşanên Belkî derket.

Ji sala 2006an heta sala 2016an di beşa çapemeniyê ya şaredariya Sûr a Amedê de xebitî. Di sala 2016an de piştî hatina qeyûman tevlî gelek kesên din dawî li karê wan hate anîn û ew ji şaredariyê derxistin.

Di sala 2018an de derdora salekê li Weqfa Mezopotamyayê wekî midûrê karê weşanê xebitî. Di dawiya sala 2019an de bi destpêkirina rojnameya kurdî ya heftane (Xwebûn) li wir dest bi kar kir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ haberaktuel (18 gulan 2007). "Kürtçe işletim sistemi 'Ubuntu'". Haber Aktüel (bi tirkî). Ji orîjînalê di 30 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2022.