Komitas Vardapet
Komitas Vardapet | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 26 îlon 1869 (bi julianî) |
Mirin | 22 çiriya pêşîn 1935 Parîs |
Cihê goristanê | Q42794289 |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Rûsî, Fransa |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Malper | komitasmuseum |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Soghomon Gevorki Soghomonian - Komitas Vardapet (bi ermenî: Սողոմոն Գևորքի Սողոմոնյան yan jî Կոմիտաս Վարդապետ), bi devoka ermeniya rojava jê re Gomidas Vartabed jî tê gotin (z. 26'ê îlonê an 8'ê kewçêrê 1869'an li Kütahya, Împeratoriya Osmaniyan - m. 22'ê kewçêrê 1935'an li Parîsê, Fransa) keşîş, komponîst, stranbêj, muzîsyenê koroyê, mamosteyê muzîkê, etnologê muzîkê û zanyarê muzîkê yê bi eslê xwe ermenî bû. Ew îro weke damezrînerê muzîka klasîk a nûjên a Ermenistanê tê qebûlkirin.
Kurtejiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Soghomon G. Soghomonian di malbateke muzîkhez de hat dinyayê. Hê yek saliya xwe tijî nekir diya wî jiyana xwe ji dest da, bi 11 saliya xwe jî wî bavê xwe winda kir. Ji wê rojê pê ve dapîra wî ew xwedî kir, heya wê roja ku piskoposeke ermenî ya herêmê ji bo mezin bûna xwe li ser rêya Eçmiyadzîn (navenda serokê Dêra apostolîk a ermenî) rastî wî hat û bi xwe re bir, da ku ew l wê derê perwerdehiya olî bibîne.
Katolîkos Gevork IV. li ser vê yekê anî ziman ku bila yek ji zarokên yetîm tevlî semînara olî bibe û li wir bixwîne. Ji nava 20 berendaman, Soghomon ji ber jîrbûna xwe hat hilbijartin. Li wir wî bi jêhatiya xwe ya muzîkî bala berpirsyarên xwe kişande ser xwe û xwendina xwe di sala 1893'an de wek keşîş qedand. Bi vê yekê ew li gorî kevneşopiya xristiyantiyê digel baptîzebûna xwe ji aliyê olê ve ji nu ve jidayikbû.
Komîtas navê katolîkoseke navdar ê sedsala 7emîn bû û wek helbestvanê îlahiyan û muzîsyen tê bibîranîn. Du sal bi şunde ew bû rahîb û sernavê Vardapet (an Vartabet) stend: Bi zimanê ermenî ev sernav tê wateya 'zanyar' û bi sedan sal e tenê di çarçoveya perwerdeya rahîpan de tê dayîn. Di wê demê de Mkrtich Khrimian, ê ku bi navê 'Hairik' (Bavok) jî tê bibîranîn, bûbû katolîkos. Wî piştgirî li Komîtas kir û bursên xwendina li Tiflîs (li cem Makar Yekmaliyan) û Berlînê ji bo konservatuara taybet a Richard Schmidt bi dest xist. Di heman demê de, Komîtas li Zanîngeha Friedrich-Wilhelm beşa Zanînên Estetîk û Teoriya Muzîkê xwend. Di sala 1899'an de wî doktoraya zanistê muzîkê qedand û vegeriya Eçmiyadzînê.
Girtin û koçkirina Komitas
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li (yekşema sor) di 24'ê nîsanê 1915'an de, ew roja ku weke destpêka komkujiya ermeniyan li Împeratoriya Osmanî tê qebûlkirin, Komitas digel sedan zanyarên din ên ermenî li Konstantînopolusê hat girtin û ber bi Çankırı (li rojhilatê Enqerê) hat koçkirin. Ji bilî 8 girtiyên ku vegera wan ji aliyê midûrê karên hundirê Talat Paşa ve hat peydekirin, hemû girtî li wir hatin qetilkirin. Di nava ew hirtiyên ku vegera wan hat tayînkirin Komitas jî hebû. Tê îdiakirin ku ev yek bi saxiya mudaxaleya konsolosê DYA'yê Henry Morgenthau û helbestvanê tirk Mehmet Emin Yurdakul hat bidestxistin.
Lê bi vegera xwe re Komitas dibîne ku beşeke mezin a dosyayên xwe yên lêkolînê û arşîva xwe ya ku ji stranên gelêrî yên ermenî pêk tê hatiye wêrankirin. Bi vî havî gelek stran û helbestên kom kirî winda bûn. Mixabin wî ji dîtin û jiyandina ew rojan qet nikarî vehese.
Ji ber ku rewşa psîkolojîk a wî her ku çû xerawtir bû, hevalên wî ew birin nexweşxaneyeke leşkerî ya tirkan. Ji wir ve ew di sala 1919'an de birin Parîsê û derbasî klînîkeke taybet a Ville-Ervard'ê. Ji sala 1922'an heya mirina wî ya di sala 1935'an de jiyana wî bi tenêtiyê li klînîka psîkiyatrîk a Villejuif derbas bû.
Salek bi şunde tirba wî birin Erîvanê û li Pantheon'ê bin ax kirin.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Muzeya Komîtas vardapet a vîrtuel
- Kurtejiyana Komîtas (1)
- Kurtejiyana Komîtas (2) Girêdana arşîvê 2006-01-17 li ser Wayback Machine
- Kurtejiyana Komîtas (3) Girêdana arşîvê 2006-02-05 li ser Wayback Machine
- Kurtejiyana Komîtas (4) Girêdana arşîvê 2004-06-29 li ser Wayback Machine
- Cend awazên Komîtas di formata Real media de Girêdana arşîvê 2004-06-05 li ser Wayback Machine