Komkujiya Qonyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Komkujiya Qonyayê
Dîrok30, tîrmeh, 2021
Cureyê êrîşê
Êrîşa çekdarî
Mirî7 kes
ÊrîşkarKesên nîjadperest
SedemNîjadperestî
LêpirsînBerdewam e.
Biryara dadgehêNe diyar e
biguhêreBelge

Komkujiya Qonyayê (bi tirkî: Konya'dakî Kürt katliamı) komkujiyeke nîjadperestî ye ku ji aliyê kes yan jî komên nijadperestên tirk ve li bajarê Qonyayê li dijî malbatekî kurd pêk hatiye.[1] Komkujî, di 30ê tîrmeha sala 2021ê li navçeya navend a Merama Qonyayê pêk hat û di encama komkujiya nîjadperestî de 7 endamên malbatê hatin kuştin.[2]

Komkujî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Destpêka bûyerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malbata Yaşar Dedeoğlu berî 30 salan ji bajarê Qers a Bakurê Kurdistanê koçê taxa Hasanköy a bi ser navçêya Merama Qonyayê dibin.[3] 11e sal berê cînarek wî yê nijadperest di derbarê Kurdan gotinên nebaş tîne ziman. Li ser vî yekê bavê malbatê Yaşar Dedeoglu dibê "ez jî kurd im, li ba min van gotinên nebaş nebêje". Li ser vî yekê cînarên nîjadperest bi zextên nijadperestî ji malbatê dixwazin ku ji wî taxê derkevin. Ji wî demê û heta dema komkujiyê nîjadperestan di dîrokên cûrbecûr de êrîşên nijadperestî li ser malbatê zêdetir dikin.[4]

Êrîşa yekem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 12ê gulana 2021ê de malbat rastî êrîşa komek 45-50 kesên nîjadperest hatin.[5] Koma kesên nîjadperest gelek ji wan ji aliyê cîranên malbata Yaşar Dedeoglu ve hatibû komkirin û di êrîşê de hemî endamên malbata wî bi giranî birîndar bûn.[6]

Ji 45-50 kesên ku tevlî êrîşê bibûn bi tin 7 kes hatin girtin.[7] Di lêpirsîna piştî êrîşê parêzerê malbatê ji dadgehê xwest ku ji rayedarên ewlehiya bajêr ji bo malbatê li hemberî êrîşên nijadperestî biryara parastinê bê dayîn, malbat bê parastin û ji bo ewlehiya malbatê êrîşkarên ku beşdarî êrîşê bûne bêne girtin. Lê belê ev xwesteka parêzera malbatê nehate cih û piştî demek kurt hinek ji nijadperestên ku hatibûn girtin ji aliyê Serdozgeriya Qonyayê ve hatin berdan.[8]

Êrîşa duyem û komkujî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 30yê tîrmeha 2021ê de kes an kasên nîjadperest êrîşa çekdarî birin ser mala Yaşar Dedeoglu, di êrîşê de 4 jin 3 mêr bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.[9] Navên kesên ku di komkujiyê jiyana xwe ji dest dane wiha ye: Yaşar Dedeoğlu, 65 salî (bav) İpek Dedeoğlu 62 salî (dê), Zarên wan; Serap Dedeoğlu (36), Serpil Dedeoğlu (32), Sibel Dedeoğlu (30), Metin Dedeoğlu (45) û Barış Dedeoğlu (35)[10]

Bertekên li dijî komkujiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) : Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek da û wiha anî ziman: "Li dijî gelê Kurd polîtîkayeke sîstematîk a komkujiyê tê meşandin. Êrîşên nîjadperestî yên bi vî rengî li Afyon, Enqere û li Qonyayê pêk hat. Hikûmeta desthilatdar tedbîr negirt û bi zimanekî êrîşkar polîtîkayên ku zemîna van êrîşan xurtir dike, meşand.[11]
  • Partiya Deva (Deva Partisi): Serokê Partiya Deva Ali Babacan êrîşa nîjadperestî ya li dijî malbata Kurd wiha anî ziman; "Ez vê hovitî ya ku li Qonyayê 7 endamên malbata Dedeoglu hatin kuştin bi tundî şermezar dikim. Pêwiste ku îdareya edlî û dadwerî bi baldarî vî komkujiyê lêkolîn bike û bê zelalkirin".[12]
  • Partiya Komara Gel (CHP): bertek nîşanî qetilkirina 7 kesên di êrîşa çekdarî ya li dijî mala malbata Kurd de, ku berê li Qonyayê bi nîjadperestî rastî êrîşê hatibû, da. Cîgirê Serokê Koma CHPê Özgur Özel: "Ez dixwazim ku partiya desthilatdar dev ji zimanê polarîzasyonê berde." Parlamenterê CHPê ya Îzmîrê Murat Bakan: "Ev rasterast faşîzm e."[13]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "rudaw.net". rudaw.net. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  2. ^ "rudaw.net". rudaw.net. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  3. ^ "rudaw.net". rudaw.net. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  4. ^ Onedio.com. "Konya'da Katliam! Aynı Aileden 7 Kişiyi Öldürüp Evi Ateşe Verdiler". Onedio (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  5. ^ "rudaw.net". rudaw.net. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  6. ^ "rudaw.net". rudaw.net. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  7. ^ "Li Bajarê Konyayê 7 Endamên Malbateke Kurd Hatin Kuştin". VOA. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  8. ^ "Li Bajarê Konyayê 7 Endamên Malbateke Kurd Hatin Kuştin". VOA. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  9. ^ "Li Bajarê Konyayê 7 Endamên Malbateke Kurd Hatin Kuştin". VOA. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  10. ^ "rudaw.net". rudaw.net. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  11. ^ "Konya'daki katliamın ardından HDP MYK'si toplantı kararı aldı" (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  12. ^ "Rudaw.net". rudaw.net. Roja gihiştinê 1 tebax 2021.
  13. ^ "CHP'den Konya'daki katliama tepki: Düpedüz faşizm bu". birgun.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 tebax 2021.