Partiya Komara Gel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Logoya fermî

Partiya Komara Gel an jî Cumhuriyet Halk Partisi (CHP), navê partiyeke siyasî ya Tirkiyê ye.

Di 9'ê rezberê 1923'î de ji aliyê damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal Atatürk ve hatiye damezrandin. Yekemîn partî ya Komara Tirk e. Ji bo CHPê "Partiya Atatürk", "Partiya ku dewlet çêkiriye" jî tê gotin. Heya salên 50'î tekane partî bû û rê ji partiyên din rê nedihate hîştin. Ji 1950 heya 1972 jî dîsa partiya navendî û sereke bû û gorî zagonan hinde avantajên wê hebûn.

Tirkiye bûbû endamê NATOyê û pişta xwe dabû cîhana rojava. Ji hundir ve jî dixwast wekî di dema Atatürk de bêî demokrasî, bêî çareserkirina pirsgîrêka Kurd û bêî kontrola zagonan li ser aboriyê îdareya xwe bike. CHPê dixwast wekî berê bi serê xwe desthilatdar be. Lê herdu şerên cîhanê li paş mabûn, kapîtalîzm dikete Tirkiyê û dinya bi her awayî dihate guhertin. Di destpêka salên 1950'î de bi navê "şoreşa spî" hin gavavêtin pêkdihatin.

NATOyê çi guhert û CHP çawa ji "textê bavo" hate xwarê?[biguherîne]

  • Di bin navê DPTê de gorî mercên dinyayê diviyabû Tirkiye xwe ji nû ve birêxistinbike
  • NATO dê çavên xwe ji Kurdan re bigire û wan nebîne lê Tirkiyê jî divê bi hemî hêza xwe tevlî têkoşîna bi komûnîzmê re bibe
  • Bi navê "şoreşa şepqe" bi darê zorê û êşkenceyan şepqe didan serê mirovan û ev bi navê "şarezabûn"ê ji aliyê Atatürk ve hatibû destpêkirin. Kiryarên wiha divê êdî bihatina sekinandin, lewra pêkutiyên dijwar gel berî bi sosyalîzmê û lêgerînan dikir.
  • NATO desthilatiya artêşa Tirk a li ser her tiştî qebûl dike lê divê artêş jî hinde diqqet bike û kirinên xwe di bin siya sazûmaniya parlamentarîzmê de veşêre
  • Sazûmaniyake plûral pêwîst e û bi hinde avantajan jî be, CHP divê tevlî vê pêvajoyê bibe

Dema Bülent Ecevit[biguherîne]

Di hilbijartinên 14'ê kewçêrê 1973'î de CHP biserdikeve û dema "Karaoğlan – lawikê reş" destpêdike. Tirkiye seranser di nava şerên navxweyî de bû. Ji aliyekê ve sosyalîst û komûnistan bi rastgîran û hêzên ewlekariyê re şerdikirin, ji aliyekê ve jî gelê Kurd doza mafên xwe dikir. Ecevit diviyabû zirav tevbigere. Heger bi devkî xwe nedaba aliyê çepa navendê dikaribû sosyalîst biserbikevin. Ji nişka ve CHPê di bin serokatiya Evevit de polîtîkayên çepgîr bilêvkirin. Ecevit wekî lehengekê ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin. Hemî hêzên mihalefetê ku Kurd jî di nav de, pesnê Ecevit û CHPê dan û alîkariya wê kirin. Heya destdanîna li ser desthilatdariyê ya leşkeran di 1980'î de Tirkiyê xwe bi vî awayî ji xetereyan parast.

CHP a îro[biguherîne]

Di hilbijartinên 3'ê sermawezê 2002'î de CHP bû oppozîsyon. Di bin serokatiya Deniz Baykal de li dijî hikûmeta îslamîstên navendê ango li dijî AKPê di parlamentoyê de pêşbirka desthilatiyê de ne. Nêrînên rastgîr bilêvdike. CHP a îro li dijî mafên Kurdan e û Kurdperweran wekî "dijmin" binavdike. Herwekî li dijî YE û hin daxwazên DYAyê tevdigere û polîtîkayên dema Şerê sar dimeşîne. Xwe wekî "Kemalîst, neteweperest" binavdike.