Kuştina Cemîle Çağırga 2015

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cemîle Çağırga
Mirin4ê îlona sala 2015an (10 salî)
Cizîr, Şirnex
Sedema mirinêÊrîşa çekdarî
EsilKurd
Sedema navdarbûnêKuştina wê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Cemîle Çağırga, zarokeke 10 salî ya kurd bû ku di 4ê îlona sala 2015an de li Cizîra Botan li ber deriyê wan ji aliyê polêsên tirk ve hatiye kuştin. Bûyer di sala 2015an de di dema ku Tirkiye li hemberî kurdên Bakûrê Kurdistanê ku bi navê Plana Têkandinê li navçeyên Cizîr, Gever, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê qedexekirina derketina kolana û şer dabû destpêkirin li Cizîrê pêk hatiye.[1] Piştî ku Cemîle li ber derê wan dibe armanca guleyên polîsên tirk, jiyana jidest dide û laşê wê ji aliyê malbatata wê ve 11 roj di dolaba sarînê de hatiye hilanîn.[2]

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cemîle Çağırga di 7ê îlona sala 2015an de li Cizîra Botan li ber deriyê avahiyê wan bi êrîşa çekdarî ji aliyê polêsên dewleta tirk ve hatiye kuştin. Dema ku ew li ber derê dibe armanca malbata wê wê bi birîndarî dibin nav avahiya wan û agahî didin tîmên tenduristiyê û tîmên tenduristiyê ji aliyê polêsên û leşkerên tirk ve hatiye astengkirin. Cemile Çağırga bi awayekî birîndar li hembêza dayika xwe jiyana xwe ji dest dide.[3] Malbata wê ji ber ku laşê xirab nebe 11 rojan laşê wê li malê di dolaba sarînê de wedişêre. Piştê 11 rojan cinazeyê Cemile Çağırga û 15 kesên din ku hinek ji wan di heman rojan ji aliyê polêsên û leşkerên tirk ve hatibûn kuştin bi merasîmekê ku bi deh hezaran kurd beşdar dibin têne veşartin.[4]

Pêvajoya dadgehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di lêpirsîna ku serdozgeriya komarê ya Cizîrê derbarê Cemîle Çağırga ya 10 salî de dabû destpêkirin de tevî dema ku di ser bûyerê re derbas bibû, gumanbar nehatine dîtin. Di dosyaya ku bi îdiaya "Bi qestane zarokek hatiye kuştin" de tu kesek wek gûmanbar nehatiye diyar kirin û di derbarê tu polîs yan leşkerên Tirkiyeyê de doz nehatiye vekirin.[5] Sedema mirina Çagırga wekî "guleyek ku ji çavkaniyeke ne diyar li bedena wî ketiye" hatiye diyarkirin. Parlamenterên HDPê yên Şirnexê Hasan Özguneş, Huseyîn Kaçmaz û Nuran Îmîr, ji bo 21 sivîlên di navbera 4-12ê îlona sala 2015an de li Cizîrê di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dane ku Cemîle Çagirga jê di wan de bû daxwaza Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê kirin ku ev bûyer bê lêkolînkirin.[6] Cemîle Çagirga kesên ku di wan rojan de ji aliyê polêsên û leşkerên Tirkiyeyê ve hatine kuştin, ji aliyê dadgeha tirk ve tu kes wek gûmanbar nehatine desteser kirin û nehatine girtin.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Bersiva pirsa Ertugrul Kurkçu ya "Plana Têkandinê" nehate dayîn". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ "Cenazeyê wê 11 rojan di sarincê de mabû: Ji dayika Cemîle Çagirga bangawaziya 'Dadê'". Colemerg Haber (bi tirkî). 4 îlon 2023. Ji orîjînalê di 23 çiriya paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 çiriya paşîn 2023.
  3. ^ "Dayika Cemîle Çagirga: 'Ez wê şevê bi cenazeyê keça xwe re ku di hembêza min de bû razam". BBC News Türkçe (bi tirkî). 13 îlon 2015. Roja gihiştinê 23 çiriya paşîn 2023.
  4. ^ "Welatiyên Cizîrê cenazeyên xwe spartin axê". www.sozcu.com.tr (bi tirkî). 13 îlon 2015. Roja gihiştinê 23 çiriya paşîn 2023.
  5. ^ "Kujerên Cemîle ya ku cenazeyê wê di sarincê de hat girtin 'nenas ma'".
  6. ^ Daxwaza komîsyonê ya ji bo 21 sivîlên ku li Cizîrê hatine kuştin. (3 îlon 2021). "Aralarında Cemile Cağırga da var: Cizre'de öldürülen 21 sivil için komisyon talebi". Kronos Haber (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  7. ^ Emine Çağırga: Edalet ji vir çûye, 8 sal in em ku zilm dibînin. "Emine Çağırga: Adalet buralardan gitti, 8 yıldır zulüm görüyoruz". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)[girêdan daimî miriye]