Kuştina Ceylan Önkol 2009

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ceylan Önkol
Jidayikbûn16 îlon 1997 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin28ê mijdara 2009an
Xiraba, Licê (14 salî)
Sedema mirinêÊrîşa çekdarî
EsilKurd
Sedema navdarbûnêKuştina wê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ceylan Önkol, zarokeke kurd bû ku di 14 saliya xwe de, di 28 îlona sala 2009an de bi bombeyên leşkerên tirk li gundê Xiraba ya bi ser navçeya Licê ya Diyarbekirê hatiye kuştin. Di dema bûyerê de Ceylan Önkol 200 metre dûrî mala xwe bû û pez diçêrand di encama guleyên hewanan ku ji aliyê leşkeran Tirkiyeyê hatiye avêtin hatiye kuştin.

Bûyer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bûyer di 28ê îlona sala 2009an de li gundê Xiraba ya Licêyê di encama guleya hawanê ya ku ji Qereqola Tapantepeyê hatiye avêtin zaroka kurd a 12 salî Ceylan Önkol di encama teqîna guleyê hewanê de jiyana xwe ji dest dide.[1] Dozger û doktorê ku dê otopsiyê bikira, bi hinceta ku qad xetere ye û ewlehiya jiyanê tune ye rayedarên Tirkiyeyê rê neda doktor û dozger biçin li ser laşê wê. Piştê şeş seatan rayedarên tirk rê vekirin û malabata Ceylan paşê dikarin herên li ser cenazeyê wê. Di encama teqîna guleyê hewanê laşê Ceylan perçe dibe ji bo ku laşê wê bikarin bînin perçeyên laşên Ceylan Onkol ji aliyê dayika wê ve tê tov kirin û dayika wê li hembêza xwe perçeyên laşê keça xwe ji cihê bûyerê tîne.[2][3]

Pêvajoya dadgehê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî roja kuştina Ceylan di derbarê dozê de biryara nepenîtiyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dayîn.[4] Serlêdana rakirina biryara nepenîtiyê ya di derbarê lêpirsînê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Duyem ve di 14ê cotmeha sala 2009an de hatiye redkirin. Lê belê ji ber temambûna rapora dewleta tirk, piştî du rojan li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Licê biryara nepenîtiyê hatiye rakirin. Selahattin Demirtaş ku di wê demê de parlameterê Partiya Civaka Demokratîk bû bi îdiaya ku "Peywira xwe îstismar kiriye û delîlên sûcê veşartiye" di derbarê serdozgerê Licê Mustafa Kamil Çolak de serlêdana sûcê dike.[5] Di 25ê cotmeha sala 2009an de di derbarê leşkerên tirk ên ku li Licê ne ku Serdozgerê Komarê yê Licê Mustafa Kamil Çolak bi hinceta "herêma ewle nîne" bi hinceta "Erka edlî pêk neanîne" rayedaran nebirin e cihê sûcê, lêpirsîn hatiye vekirin". Di 4ê nîsana sala 2013an de bi hinceta 'delîlên ku hêmanên sûc pêk hatine tine ne' ev lêpirsîn ku êdî neyê şopandin, bi dawî dibe.[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Lêborîna ji ber ku Ceylan Onkola 12 salî ku li pêşa dayika xwe kom kiriye 28 hezar 208 lîre û 85 quruş e. - Gündem - T24". web.archive.org. 7 nîsan 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 nîsan 2017. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Derengiya dîtina zaroka ku bi guleya hawanan hat kuştin". web.archive.org. 1 îlon 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 îlon 2018. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Perçeyên laşê Ceylan Önkol hê li erdê bûn". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2023.
  4. ^ "Li dijî biryara nepenîtiyê kuştina Ceylan îtîraz kirin". web.archive.org. 19 gulan 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 gulan 2017. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "Lêpirsîna Wezaretê der barê dozgerê Ceylan de". web.archive.org. 25 tîrmeh 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 tîrmeh 2016. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Biryara neşopandina lêpirsîna Ceylan Önkol". web.archive.org. 1 îlon 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 îlon 2018. Roja gihiştinê 22 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)