Kuftesîr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kuftesîr, kufteya sîrê, cureyek kufteyê ji pêjgeha kurd e. Ji koma xwarinên sîr û mastê ye ku di xwarinên kurdî de cihekê taybet digirin.

Cureyên kuftesîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kuftesîra Melediyê, (?)
  • Kuftesîra Colemêrgê, bi qeliyê
  • Kuftesîra koçerkî, bêî qelî ye
  • Kuftesîra Serhedê, (?)
  • Kuftesîra bi goştê kişandî, savar bi goştê kişandî tê strîn

Berkeliya kuftesîra Colemêrgê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 500 gr savara kufteyê
  • 1 stekan (qedeh) ard (arvan)
  • 3 kevçî rûnê nivîşkî yê helandî
  • Sîr û mast (mastê bi sîra kutayî)

Bo sosa wê:

  • 100 gr qelî
  • 2 serî pîvaz
  • 1 kevçî rûnê nivîşkî
  • 1 kevçî rûnê ron
  • 1 kevçî mergeya frîngiyê (bacanê sor, tomatos)
  • Îsota tûj (li ser daxwazê ye)
  • Awîşen (cehter)
  • Pûjan (tihtavik)
  • Li ser daxwazê biharbêhnên din (biharat)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Savara xwe bixin sêniyekê, rûnê nivîşkî yê helandî berdin ser. Hêdî hêdî ard û avê pê werbikin, bistrên.

Ji wê kufteyên biçûk, bi qasî gelazekê yan bindeqê çêbikin. Bixin quşxaneyekê, bikelînin.

Bo sosa wê, qeliyê amade bikin, hûrane hûr bikin. Herwiha pîvaza xwe jî. Rûn berdin rûnbirêşkekê, bi rûnê ron û nivîşkî pîvazên xwe biqelînin. Merge, qelî û biharbêhnê tevlî bikin û tevbidin.

Kufteyên xwe li binikên xwarinên parve bikin. Sîr û mastê berdin ser. Sosa xwe ya ji qeliyê rokin ser binikan. Êdî bo xwarinê amade ye.