Kuftetirş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kuftetirş navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Li gelek herêman tê zanîn û xwarin lê ya Mêrdîn û Meledîyê navdar e. Li vir terîfeya variyanta Mêrdînê tê dayîn, jixwe kêm-zêde terîfeyên wan yek in, hib biharbêhn lê tên kêm-zêdekirin.

Berkeliya kuftetirşê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 serî pîvaz
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) riz (birinc)
  • 250 gr goştê kişandî (mih)
  • 1 KŞ (kevçiya şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) îsota reş
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
  • 1 KX mergeya fringiyê (salçeya bacanê sor)
  • 1 KX mergeya îsotê
  • 2 KX ava lîmonê
  • 7 SA av
  • Li ser daxwazê biharbêhnên cuda (ji kîjanê hez dikin)

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hindik xwê bi birincê werbikin, bi avê bişon, bidin sekinandin. Ava wê bidarivînin. Îsota reş tê werbikin.

Di sêniyekê de goşt, rizê bistrên, kufteyên biçûk çêbikin. Di quşxaneyê de rûn bihelînin, pîvaza xwe dirêjkî wekî rişteyê hûr bikin, berdin nava rûn û biqijilînin. Zerayî pê ket mergeyê tevlî bikin biqelînin. Avê berdin ser, xwê bavêjinê.

Pîvaz keliya kufteyan berdin navê, ava lîmonê jî. Heya kufte keliyan bikelînin. Êdî dikare were ser destexaneyê.