Kufteya bi cacix a Dîlokê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kufteya bi cacix a Dîlokê, zazkufte, kufteya Wanê ya bi cacixê navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Li vir terîfeya variyanta parêzgeha Dîlokê hatiye dayîn lê ev kufte ne tenê li Dîlokê, li gelek deverên Kurdistanê tê zanîn û xwarin. Li Sêrt, Mûş û Dêrsimê jî awayên wê hene lê ji ber ku biharbêhnên cuda bikartînin, carnan cureyekî din jî tê dîtin.

Berkeliya variyanta Dîlokê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo cacixê yan ava wê:

Bo kufteyê:

  • 125 gr goştê kişandî (bê don, ji yê mihê)
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) girara hûrik a kufteyê, savara kufteyê
  • 1 serî pîvaz
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) merge (fringî û îsot tevlîhev)
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) xwê (solin)
  • 1 KÇ îsota reş
  • 1 KÇ îsota sor (îsota pûlpelî, îsota tûj)
  • 125 gr rûn

Bo rûyê xwarinê:

  • Rûnê ji ber biraştinê maye
  • 1 KÇ îsota sor

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Savarê bedin sêniyekê, xwê, îsota sor û îsota reş, mergeyê tevlî bikin. Destên xwe bi ava şîregerm şil bikin, hêdî hêdî bistrên. Savar nermijî bû, goştê kişandî jî berdinê, heya bi hev ve zeliqîn, bistrên.

Kufteyên hûrik (gilolik) çêbikin, di ava şor a dikele de bixaşînin û bidarivînin.

Pincarê bişon, hûrbikin, bê avê bixaşînin. Di nava kevçiyek rûnê de hindik biqelînin.

Hêk û mastê tevlîhev bikin, biçelpînin, bi ava kufteyê ron bikin. Bidin ser agir, keliya pincarê jî berdin navê. Sîrê bikutin, tevlî bikin û berdin binika servîsê.

Kufteyên xaşandî di nava rûn de biqelînin, bila bi ser mastê bikevin. Di rûnê jibermayî de, îsota sor biqelînin, berdin ser kufteyan.