Kurudo no Hoshi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kurudo no Hoshi

Stêra Kurdan

Nivîskar Yoshikazu Yasuhiko
Şêwe manga, honaka zanistî
Welat Japon
Ziman japonî
Dîrok 1986[1]
Weşanxane Tokuma Shoten
ISBN 4-19-636011-4

Kurudo no Hoshi (クルドの星 anku "Stêra Kurdan"), navê mangayeke Yoshikazu Yasuhiko ye.

A rastî li Japonê wê demê hebûna kurdan baş nedihat zanîn, ji ber vê yekê manga baş nehat firotin. Lê, mirovên japonî bi nivîsîna vê mangayê bi hebûna kurdan hesiyan.[2]

Mijara Mangayê Stêra Kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xortê bi navê Jiro Manabe ku bavê wî profesorekî japonî û diya wî keça serokeşîreke kurd e, ji bo naskirina kalikên xwe û dîtina dê û bavê windabûyî dikeve dû şopa wan.[3] Li Stenbolê ew şervanê kurd Demiler destê hesin nas dike. Demiler gelekî hez ji wî dike û li nav eşîra xwe wî wekî peyreê xwe destnîşan dike. Jiro di destpêkê de naxwaze peyrewiye bipejirîne, lê paşê di qonaxa jiyana rojane de ku digel Demiler derbas dike, hêdî hêdî dibe xwediyê nasnava kurdî û teklîfa Demiler dipejirîne. Her wiha ew dibe şervanekî kurd û dikeve nava şerê li hemberî tirkan jî.

Çîrok bi gav bi gav dikeve dirûvêçîrokeke evînî û macerayê. Dilê Jiro dikeve keçeke kurd a bi navê Urma, mezin dibe û dest bi meşeke leşkerî ya dirêj dike; ji Stenbolê ta Hewlêrê ji wir jî heta Agiriyê Mezin tên, ji wir jî diçin heta Bazîdê. Ew li Bazîdê rastî bavê xwe tê, lê bavê wî bîrkor bûye. Jiro û bavê wî diçin çiyayê Agirî ku li diya wî bigerin. Di vê demê de hêzên rûsî û hêzên tirk di şer de ne. Diya wî jî laboratuareke azmûnên li ser laşên mirovan a rûsan (a li baregehekî nehênî) ye. Di şer de ew bavê xwe jî winda dike û biryar dide ku bibe şervanekî kurd î rastîn.

Karakter

  • Jiro Manabe[4]
  • Lila (リラ)
  • "Demiler" (デミレル Destê Hesîn) - Serokê Stêra Kurdan.Nave wî rast:Kasım
  • Lûk (ルーク)
  • Urma (ウルマ)
  • Irmak (ウルマク)
  • Miyata (ミヤタ)- rojnamevana Japon
  • Doktor Manabe (ドクター・マナベ) - bavê Jiro
  • Sali (サリ)- diya Jiro

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://www.mangaupdates.com/series.html?id=16893
  2. ^ Azadiya Welat1-7 Rezber 1996, Rojnameya Hefteyî 31, r. 13 Servisa Çandê
  3. ^ Azadiya Welat1-7 Rezber 1996, Rojnameya Hefteyî 31, r. 13 Servisa Çandê
  4. ^ Azadiya Welat1-7 Rezber 1996, Rojnameya Hefteyî 31, r. 13 Servisa Çandê