Kutilka Kerkûkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Kutilka Kerkûkê, dolmeha Kerkûkê, apraxî Kerkûk navê kutilkeke kurdî ye.

Tevlîheviya kutilk, dolmeh, kufte[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kutîlk ji xwarinên ku nava wên tên dagirtin (kutandin), tijekirin re tê gotin. Carnan di bikaranîna kufte, kutilk, pêçandinan de tevlîhevî derdikeve. Lewra di demên dawiyê de mirovan xwarinên xwe rengîn kirine, gelek awa di nava havûdu de ceribandine. Bo mînak kufte heye nava wê ji dolmehên hûrik hatiye dagirtin. Hinan ji viya re gotine kufte, hinan jî dolmeh.

Berkeliya dolmeha Kerkûkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 parsûyê berxê
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê zeytê
  • 50 gr riz (birinc)
  • 1 KX mergeya fringiyê (salçeya bacanê sor, mergeya tomatosê)
  • 4 serî bacanreşk (hûrik be baştir e)
  • 2 kundirên dirêj (bo dolmehan)
  • 4 heb îsot
  • 4 fringî
  • 2 serî pîvaz
  • Pelên rezê
  • 8 parsûyê goşt
  • Xwê, solin
  • 1/2 KX ava lîmonê
  • 250 gr goştê kişandî

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêşînahiyan di ava şîregermî de bişon, bidarivînin. Goşt di nava rûnê zeytê de biqelînin. Rizê ava şîregermî de bişon, hêşînahiyan tevlî bikin, tevdin. Goştê kişandî, xwê, mergeyê jî berdin navê.

Hundirê zebzeyan tê vedan û têkela hatiye amadekirin tê dagirtin. Herwiha pelên rezê û parçeyên tenik ên goştê jî tên dagirtin. We dagirtin xilas kir, rûnbirêşkekê bînin, binê wî bi rûn bikin, bidin ser agir.

Rûnê we qijilî, goştê berxê berdinê. Dûv re berê pelên dagirtî û parsûyan berdin navê. Paşê pîvaza hûrkirî, bacanreşk, îsot, kundir û fringiyan tevlî bikin.

1/2 lître avê berdin ser, ava lîmonê pê werbikin. Di germiya zêde de bi qasî 10 deqe bipijînin. Paşê agir nizm bikin, wiha jî 20 deqe bikelînin.

Êdî amade ye, dikare were ser destexaneyê (sifre).