Xaneya hêkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xaneya hêkê haploîdî ye.

Xaneya hêkê an jî hêkexane (bi înglîzî: egg cell- ovum) xaneya zaûzê ya mêyan e.

Xaneya hêkê wekî gameta mêyê jî tê navkirin. Di zimanê latînî de ji bo hêk, peyva “ovum” tê bikaranîn.[1] Ango di xebatên ser biyolojiyê de peyvên “xaneya hêkê (hêkexane), “gameta mêye” an jî “ovum” ji bo heman pêkhateyê tê bikaranîn.

Hêk û hêkexane ne heman pêkhate ne. Gava hêkexane tê pîtîn, û dest bi dabeşbûna mîtozê dike, êdî ev pêkhate wekî hêk tê navkirin. Ango hêkexane ji xaneyek haploîdî pêk tê, lê hêk zîgot an jî korpeleya dîploîdî lixwe digire. Korpele, geşebûn û peresîna xwe bo demek di nav hêkê de didome. Wekî mînak hêkexaneya mirov 23 kromozom lixwe digire, ango hêkexane, xaneyek haploîdî ye. Hejmara kromozomên hêkexaneya mirov wekî (n= 22+X ) tê nîşankirin. Herwisa ji xeynî xaneya hêkê an jî spermê, her xaneyek laş 46 kromozom lixwe digire û wekî (2n = 44+XX) an jî (2n = 44+XY) tê nîşankirin.

Ji bo pirbûnê, hemû ajal û riwek hêkexane dirûst dikin. Hêkexane di hêkdankên zindeweran de, bi dabeşbûna miyozî û peresînê, ji xaneyên çêkerê hêkê peyda dibin. Di laşê mirov de dirûstbûna hêkexaneyê di hêkdankê de dest pê dike, lê gihîştina hêkexaneyê di coga hêkê de bi dawî dibe. Roja 14mîn a çerxa mehaneyê de hêkdanan (bi înglîzî: ovulation) rû dide. Bi hêkdananê hêkexaneya negihîştî ji hêkdankê ber bi coga hêkê tê berdan.[2] Di vê qonaxê dê hêkexaneya negihîştî wekî oosîta duyem tê navkirin. Geşebûn û peresîna oosîta duyem di miyoza duyem a qonaxa metafaza duyem de hatiye rawestandin. Pîtîn oosîta duyem han dike bo domandina miyoza duyem, bi dawîbûna miyozê hêkexaneya gihîştî peyda dibe.[3]

Hêkexane xaneyek taybet e, gava tê çalakkirin, dikare hemû cor xane û şaneyên laşê wêçeyê dirûst bike. Pîtîna bi spermê hêkexaneyê çalak dike, hêkexaneya pîtandî dest bi dabeşbûna mîtozî dike. Bi dabeşbûna mîtozî xaneyên nû peyda dibin. Xaneyên nû geşe dibin û diperisîn bo şane û endamên weçeyê.

Hin caran bêyî pitîn jî hêkexane bi awayek destkarî tê çalakkirin û ji hêkexaneya nepîtandî weçe peyda dibe. Herwisa mêşhingiv, hin corên kêzan, hin corên kurman û hin corên marmêlkeyan (marmarok) jî dikarin ji hêka nepîtandî weçeyên nû çêbikin. Ji hêkexaneya nepîtandî çêbûna weçe, wekî partenogenez tê navkirin.

Hêkexaneya mirov bi perdeyên parêzger dapoşrav e. Derveyê parzûna xaneyê ya hêkexaneyê bi pêkhateyêk lîncî û jelatînî ya bi navê navçeya zelal (bi latînî: zona pellucida) pêçayî ye. Li derdora navçeya zelal jî çîna çikildanexaneyan cih digire. Çikildanexane ji xaneyên granuloza pêk tên, rêza çikildanexaneyan wekî taca tîrojî (bi latînî: corona radiata) tê navkirin.[4]

Bi gelemperî hêkexane ji spermê gellek girtir e.

Bi gelemperî qebareya hêkexaneya zindeweran ji spermê zêdetir e, hêkexane li gor xaneyên din, hê pirtir sîtoplazma, endamok û xurek lixwe digire. Herwisa berevajiya sperman, piraniya hêkexane ji bo livînê ji qemçî an jî kulkan bêpar in. Ango hêkexane nikarin bi awayek çalak cih biguherin, loma hêkexaneyên gelemperiya zindeweren hema bi awayek westar li cihê xwe de li benda xaneya zaûzê ya nêrê ye.

Qebareya hêkexaneyê ji bo hemû zindeweran ne heman e. Qebareya hêkexaneya zindewer li gor maweya dabînkirina xureka korpeleyê hatiye diyarkirin.

Heke pêdiviya korpeleyê ji bo xurekên hêkexaneyê ne ji bo demek dirêj be, di hêkexaneyê ev cor zindeweran de di nav kisikê zerikê de (bi înglîzî: yolk sac) bi mêjerek hindik xurek tê embarkirin. Wekî mînak; korpeleyên ajalên avî (mînak: masî) di nav hêkê de pir namînin, piştê demek kurt, ji hêkê derdikevin û xurekên xwe ji hawirdorê dabîn dikin. Loma ne hewceye ko kisikê zerikê hekexaneyên masiyan fireh be, ji ber piçûktiya kisikê zerikê, hêkexaneyên masiyan jî piçûk in.[5]Ajalên bejayî yên neşîrder (nememikdar) ên wekî balînde (bi înglîzî: bird) û xişok (bi înglîzî reptile) de korpele ji bo demek dirêjtir di nav hêkê de geşe dibe û diperise, divê hêkexane hê pirtir xurek di nav kîsikê zerikê de embar bike, loma qebareya hêkexaneyên mirîşkan an jî kûsiyan ji yên masiyan zêdetir e. Navika hêkexaneya mirîşkê di beşa zerika hêkê de cih digire.[6]Herwisa hêkexaneyên ajalên bejayî bi alîkariya hin pêkhateyan ji hişkayî an jî gefên hawirdorê tên parastin. Qaşîlê hêkê û spîka hêke mînak in bo van pêkhateyan.

Hêkexaneyên ajalên şîrder (bi înglîzî: mammals) li gor hêkexaneyên balînde û xişokan gellek piçûk e. Di dirêjiya geşebûn û peresînê de korpele di nav malzaroka dayikê de tê parastin. Korpele xurekê bi navbeynkariya plasentayê, ji nav xwîna dayika xwe werdigire, loma kisikê zerikê hêkexaneyên memikdaran piçûk e. Hêkexaneya mirov, xaneya herî gir a laş e ko bê mîkroskop, bi çavên tazî jî xuya dibe. Tîreya hekexaneya mirov bi qasî 0.1 mm ye.[7]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ ovum. (n.d.) Miller-Keane Encyclopedia and Dictionary of Medicine, Nursing, and Allied Health, Seventh Edition. (2003). Retrieved June 10 2022 from [1].
  2. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  3. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  4. ^ Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  5. ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
  6. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  7. ^ Alberts B, Johnson A, Lewis J, et al. Molecular Biology of the Cell. 4th edition. New York: Garland Science; 2002. Eggs. Available from: [2]