Sperm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Sperm di gunan de li ser dîwarê borîkeyên sperm de tê berhemkirin, lê embarkirin û pêgihîştina sperman di alozeyê de rû dide.

Sperm an jî tov (bi înglîzî: sperm) xaneya zayendî ya nêran e bo pîtina hêkê.

Sperm li gunan, di dîwarê spermeborîkan de, ji xaneyên çêkerên sperm (bi înglîzî: germ cells/ spermatogonia) bi dabeşbûna miyozî peyda dibin. Dîwarê spermeborîkan (bi înglîzî: seminiferous tubules) ji du cor xaneyên sereke; ji xaneyên çêkerê sperm û xaneyên sertolî pêk tê. Xaneyên sertolî xaneyên palpişt in. Xurek û madeyên pewîst dabîn dikin bo xaneyên çêkerê sperm. Xaneyên sertolî molekulên sînyalê der didin, bi sînyalan berhemanîna sperman han dikin. Herwisa bandor li ser xaneyên çêkerê sperm dike ko xaneyên çêker bimire an bijî.[1]

Xaneyên çêkerê sperm, xaneyên bineratî yên sperm in û dîploîd in, bi dabeşbûna miyozê spermên haploîd çê dikin.[2] Xaneya çêkera sperm berê dest bi dabeşbûna miyozê bike, bi dabeşbûna mîtozê dibe du xane, yek ji van xaneyan bi dabeşbûna miyozê gamet çê dike, xaneya din jî wekî xaneya çêkerê sperm dimîne. Bi vî awayê hejmara xaneyên çêkerê sperm di laşê nêran de kêm nabe. Mirovek nêr dikare rojê bi qasê 100 heta 300 milyon sperm berhem bike û berhemkirina spermê heta dawiya jiyana xwe bidomîne.[1]

Sperm di gunan de li ser dîwarê borîkeyên sperm de tê berhemkirin, lê embarkirin û pêgihîştina sperman di alozeyê de rû dide.[3] Germahiya sirûştî ya laş 37 santîgrad pile ye, lê di vê pileya germahiyê de sperm nikarin bilivin. Ji bo sperman germahiya guncav ji germahiya laş 2-3 pile kêmtir e, ji bo kêmkirina germahiyê gun û çûk li derveyê laş de cih digirin.[4]

Cîhana ajalan de bi gelemperî ji bo pîtandinê, hêk pir cîh naguhere lê sperm ber bi hêkê dilive û hêkê dipîtine. Loma qebareya hêkê ji spermê gellek mezintir e. Wekî mînak, hêka mirov ji spermê mirov 85000 car mezintir e.[1]

Spermatogenesîs[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Spermatogenesîs di gunan de di nav spermeborîkeyan de rû dide.

ji xaneyên dîploîdî bi dabeşbûna miyozî, diristkirina sperman wekî spermatogenesîs (bi yewnanî: spermatogenesis) tê navkirin. Di zimanê yewnanî de peyva sperma bi wateya “tov”, peyva genesis jî bi watya “çêbûn, peydabûn.” tê bikaranîn.[5]

Di laşê mirovên nêr de ji xaneyên çêkerê spermê çêbûna sperman, di 10 heftan de rû dide. Xaneyên çêkerê sperm hertim xwe bi mîtozê nû dikin, bi vî awayê hejmara xaneyên çêkerê sperm kêm nabe. Loma mirov dikare heta dawiya jiyana xwe sperm çê bike.[6]

Xaneyên bineratî yên çêkerê sperm di laşê korpeleyê (embriyo) de çê dibin lê heta temenê pêgihîştinê bêdeng dimînin. Di laşê nêran de dema mirov digihîje temenê pêgihîştinê, ango di temenê 12-14 salî de, ji hîpofîzê du hormon tên derdan, yek ji van hormonan FSH e û wekî hormona handerê çikildanê te navkirin, hormona din jî LH e û wekî hormona handerê tenê zer tê navkirin. Bi bandora herdu hormonên hîpofîzê çêkirin û derdana sperm û balixbûn dest pê dike, çêkirin û derdana sperm heta dawiya jiyanê didome.[7] Di laşê mirovê de rojê bi qasî 300 mîlyon sperm tê berhemkirin.[8]

Spermatogenesîs bi dabeşbûna mîtozî ya xaneyên çêkerê sperm dest pê dike. Xaneyên çêkerê sperm dîploîd in. Bi dabeşbûnê, hê pirtir xaneyên çêker peyda dibe, hin ji van xaneyan diperisin û wekî spermatosîtên yekem tên navkirin. Spermatosîtên yekem bi miyoza yekem dabeşê du xaneyên haploîdî dibin. Ev herdu xane, wekî spermatosîtên duyem tên navkirin. Bi miyoza duyem ji her spermatosîtek duyem du xane, bi tevahî çar xane peyda dibe. Ev herçar xane êdî wekî spermatîd tên navkirin. Spermatîd diguherin û dibin sperm.[4] Bo piraniya ajalan, çêkirina sperm di demsalên bihar an jî payizê de rû dide. Lê di laşê mirov de spermatogenesîs di temenê pêgihîştinê dest pê dike heta dawiya jiyanê di her demsalê de didome.[4] Piştê spermatogenesîsê, seperm ji spermeborîkan derbasî alozeyê dibin. Li alozeyê sperm diperisin û dibin spermên pêgihîştî.

Pêkhateya sperm[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Sperm ji sê beşên sereke pêk tê.

Spermê pêgihîştî ji sê beşan pêk tê; ser, navendeparçe û kilik

Ser[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Serê sperm bi şeweyê hêlkeyî ye, dirêjiya ser 3 heta 5 mîkron, firehiya wî jî biqasê 3 mîkron e. Ser bi parzûna xaneyê dapoşî ye. Navika spermê li serê spermê de cih digire. Kîsikek pan li ser beşa peşî ya ser de cih digire, ev pêkhate wekî akromozom tê navkirin. Akrozom ji heybera Golgî çê dibe.[9] Akrozom ji bo hêsankirina pîtîna hêkê enzîmên taybet lixwe digire.[10]

Navendeparçe[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Navendeperçe beşa qoçekî ya bi dirêjiya 5 heta 9 mîkron û bi stûriya 1 mîkron e. Navendeparçê gellek mîtokondrî lixwe digire. Mîtokondrî wizeya ATP dabîn dike bo rêvîtiya spermê ya ber bi coga hêkê

Kilik[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kilik an jî doçik pêkhateya bi şeweyê qamçî ye, dirêjiya kilikê 40 heta 50 mîkron e.[9] Beşa kilik ne mîna qamçiya çep û rast badayî, lê mîna perwane diçerixe. Bi çerixîna kilikê sperm dilive û di nav tovavê (bi înglîzî: semen) de ber bi hêkê, bi leza 1-3 mm/xulek avjenî dike.[11]

Ji bo pîtîna hêkê şert û mercên pêwîst bo sperm û tovavê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Ji laş derdana sperm wekî avêtin (bi înglîzî: ejaculation) tê navkirin. Ji bo pîtandin rû bide, pêdivî bi van şertên li jêr heye.[9]

1. Ji bo her avêtinek, divê qebareya sperm û tovavê (semen) herî kêm 2mL (mîlîlître) be.

2. Divê di mîlîlîtreyek semenê de herî kêm 20 milyon sperm hebe.

3. Divê di her avêtinek de herî kêm 40 milyon sperm hebe.

4. Divê %75ê spermên avêtinê zindî be.

5. Divê %50yê sperman livok bin.

6. Divê %30yê spermên avêtinê bi pekhate û şêweyê asayî bin.

7. Divê spermên serê wan bi xesar in, ji %35ê kêmtir be.

8. Divê spermên navendeperçeyê wan bi xesar in, ji %20ê kêmtir be.

9. Divê spermên kilikê wan bi xesar in, ji %20ê kêmtir be.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. a b c Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  5. https://www.biologyonline.com/dictionary/spermatogenesis
  6. Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  7. Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  8. Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  9. a b c Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  10. Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  11. Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.