Zîgot

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Pîtandin di riya hêkê de pêk tê
Di nav xaneyê de du navik dixuyê. Yek ji spermê hat a din ya hêkê ye.

Hêka pîtandî wekî zîgot tê bi nav kirin. Zîgot ji yekbûna du navikên haploîdî pêk tê, loma zîgot xaneyek dîploîd e. Ji ber ku kromozomên sperm û yên hêkê li xwe digire, ji boy çêkirina zîndewerêk, zîgot xwediyê hemû zanyariyên genetîkî ye. Zîgot xaneya seretayî ya mirov e. Ango mirov di despêkê de zîgot e. Zîndewerên firexaneyî bi dabeşbûna mîtozî ya zîgotê gir dibin.

Çavkanî[biguherîne]

Çavkaniyên derve[biguherîne]