Lêkolîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lêkolîn , navê şêwayekê ye. Di nivîsandinê de şêwayê lêkolînê, bi lêkolînan bi birhan û nîşandina dokumentên ku ji wan hatî girtin re têne ser ziman. Pirtûkên dîrokê, pirtûkên felsefeyê, pirtûkên li ser derûnî û civaknasiyê û hwd, çend ji wan şêwayên pirtûkan in ku di wan de şêwayê lêkolînan tê bikarhanîn a. Bi wê re jî, weke şêwayekê, dema ku behse ´kolanên ´erkolojikî´ jî bike, mirov dikarê behse vê şêwayê bike. Ji bin axê û ardê, bermehîyên ji jîyan û şariştanîyên demên berê tên derxistin li holê û ji wan rengê jîyan û pêşketina wan tê kifşkirin. Di felsefeyên hemdem û nûjen de lêkolîn û lêkolînkirin, weke rêbazekî tê bikarhanîn. Di zanista hemdem û nûjen de, bi felsefîkî bahse ´dîyardayan´ tê kirin. Di lêkolînên zanistî de ku di lebratuwarê de ceribandin tê kirin, bi wê re lêkolîn tê kirin. Li lebratuwarê, rêbazekî lêkolînê ya zanistê ya. Gotina lêkolînê, bi diyardakirin û hûrgilkirinê re fahmkirinê dihêne ser ziman.

Her wisa, kesê ku lêkolînan dike jî ji wî re lêkolîner tê gotin. Lêkolîner, kesê ku bi zanistî ku di labratuwarê de cerban dike, di kolanên erkolojikî de kolanê dike, di lêkolînkirinên dîrokî, civatî, civaknasî, deronî û hwd de jî ku bi dîyardeyan lêkolînê dike ya. Lêkolînek, ku xebatek bi nivîskî bê, wê weke pirtûkeka dîrokê, derûnî, civaknasî û hwd bê. Pirtûk, dema ku hat ragihandin, wê şêwayê ku bi wê hayî nivîsandin û ji kîjan berhem û dokumentan sûd wergertîya, wê di wê de werêne ser ziman. Ev, dibêt lêkolîn. Bi awayekî din jî, dema ku mirov li kesekî windabûyî û ankû li tiştekî windabûyî bigerê bo dîtina wê, ev dibê lêkolîn. Dema ku nûçeyek di tv´yê de çêkir, wê di nava nûçeyê de û ankû di dawîya nûçeyê de wê bibêje ku jêderka wê nûçeyê çi ya. Jêderk, dibê çavkanî. Di xebatekê lêkolînî de çavkanî, hertimî lazim ku werê ser ziman bo ku weke lêkolîn were dîtin. ´Xebata lêkolînî, bi çavkanîya xwe re tê ser ziman.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêkolîner

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]