Lîsteya Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lîsteya Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê

1- Ji Zargotina Kurdî ÇÎROKÊN GELÊRÎ Huso û Nazê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 1 Rêza Zargotinê: 1

Ji Zargotina Kurdî ÇÎROKÊN GELÊRÎ Huso û Nazê

Berhevkirin: H. Akyol – Rojîn Zarg

Rûpelsazî: Besna Tonguç

Sererastkirin: Semra Ozbey - Yaşar Eroglu

Çapxane: Berdan Matbaacılık

Çapa Yekemîn: çiriya pêşîn 2004

ISBN 975-98532-1-3

Rûpel: 182

Hebû tûnebû li rojhilata navîn di nava du şêtan de gelek hebû. Xwedî war û gund bû, xwedî qût û zad bû, xwedî erd û ard bû. Roj wekî hebên tizbiyê li pey hev derbas bûn, ewrên reştarî li pey hev hatin. Gelê ku ji piraniya pêşketinan re rêberî kiribû kete rewşeke wisa ku êdî wî jî xwe nas nedikir. Piştî gelek şer û pevçûnan ew gelê li ber man û nemanê rabû ser piyan û ji xweliya mirinê ji xwe re nasnameyek çêkir, sazî çêkirin, tovê jiyanê li her aliyên welêt çandin. Çîrok, helbest, kilam û stran ji nû ve vejiyandin.

2- Ji Zargotina Kurdî PÊKENOKÊN KURDÎ[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 2 Rêza Zargotinê: 2

Ji Zargotina Kurdî PÊKENOKÊN KURDÎ

Berhevkirin: H. Akyol – Rojîn Zarg

Rûpelsazî: Besna Tonguç

Berg: Aysel Çetin

Sererastkirin: Abdullah Akça

Wêneyê Bergê: Heval

Çapxane: Berdan Matbaacılık

Çapa Yekemîn: çiriya pêşîn 2004

ISBN: 975-98532-1-3

Rûpel: 131

Li gundê me malbatek gelek rengîn hebû. Dema paleyiyê ku dibetilîn û xwe didan ber siya darê digotin: "Werin em kenkî çêkin" ken wiha dihate çêkirin . Yekî dê bigota ha!, yê din bigota Ha! Ha! Yê sêyemîn bigota Ha! Ha! Ha! yê çaremîn ….. Ha ! Ha ! Ha ! Ha ! Ha ! heta ku yekî bi xwe de bimîsta. Em nizanin birêz Hilmî û xanima Rojîn garantiya mîzkirina bi xwe de didin an na, lê ji bo ku em kenekî çêkin divê em pirtûka pêkenokên kurdî bixwînin. Em bixwînin ku çima dayikê ji kurê xwe re gotiye" ka aqil", em bixwînin ku em sira "Gundê Keran" û gelek qerf û henekên din hîn bin. Em bixwînin ku em kenekî çêkin. Ma girî êdî nebes e gelo

3- HUNERA AXAFTINA XWEŞ Û NIVÎSANDINA RIND[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 3 Lêkolîn: 1


HUNERA AXAFTINA XWEŞ Û NIVÎSANDINA RIND

Nivîskar: Ayhan Meretowar

Amadehiya Teknîkî: Etik Ajans

Çapa Yekemîn: tîrmeh 2005

ISBN 975-98532-2-1

Rûpel: 256

Axaftina xweş û nivîsandina rind, berê taybetiyek bû. Kêm kes xwediyê van taybetiyan bûn. Lê îro êdî ne taybetiya kesên bijare ye. Pêdiviyeke bingehîn e. Her kesê ku zimanê wî/wê digere dibêje em di heyama-serdema ragihandinê de ne. Ragihandin bûye taybetiya demê. Ev tespît her çiqas ji ber pêşketina teknolojiyê bê kirin jî navgîna sereke ziman e û ziman jî xwe bi riya axaftin û nivîsandinê dide der. Ku mirov zimanê xwe baş bi kar neyne teknolojî bi serê xwe mirovan nagihîne armancê. Ji bo ku em pêdiviyên serdema ragihandinê pêk bînin, di xwendin û nivîsandinê de divê em şareza bin. Zanîna xwendin û nivîsandinê têrî demê nake. Xwendineke hostayî divê. Jixwe ku axaftin an jî nivîsandin serkeftî nebe ne peyam digihê cihê xwe û ne jî tu kes tam û çêjekî jê distine. Bi gotineke din; dê ragihandineke baş pêk neyê. Pirtûk ji van beşan pêk tê: -Xurtkirina şarezatiya vegotinê -Hunera axaftina rind -Zimanê axaftin û nivîsandinê -Axaftinên amadekirî -Hunera nivîsandina rind -Bizavên/şopên edebiyatê

4- TOZ BEGÊ REQ REQ PAŞA[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

5- MÎR BEDIRXAN[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 4 Dîrok: 1

MÎR BEDIRXAN

Wergerandin: Dr. Fadil BEDIRXANOGLU

Berg & Rûpelsazî: Azad Zal

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Wêneyê Bergê: Birca Belek - Cizîra Botan

Çapa Yekemîn: tîrmeh 2006

ISBN 975-98532-3-X

Rûpel: 96

Serê sedsala bîstan di rewşenbîriya kurdî de qonaxeke nuh e. Di destpêka vê sedsalê de gelek kar û xebatên siyasî, wêjeyî û civakî hatine kirin. Lê ev xebat bi tevahî li derveyî welat pêk hatine. Wek Stenbol, Kahîre, Bêrût û hwd. Berhemên ku di wan rojan de hatine afirandin bi tevahî negihîştine ber destên me. Yên ku gihîştine roja îroyîn jî bi tîpên erebî ne. Nivşên nuh nikarin sûdê jê wergirin. Divê bên latînîzekirin û bi awayekî berfireh bên belavkirin. Di vê rêyê de gav hatine avêtin lê têr nakin. Ev pirtûk jî yek ji bermahiyên wan rojan e. Bi baweriya me kirina van karan him peywir e him jî pêdivî ye. Yek ji armancên enstîtuyê jî berhevkirin û ji nûve weşandina berhem û belgeyên ku berê hatine weşandin e. Me bi vî çavî û bi vê armancê li vê pirtûkê nihêrî. Ev berhem wekî ku di pêşgotinê de jî hatiye gotin li ser navê Komeleya Azmê Qewî ya Kurdistanê ji aliyê Litfî ve hatiye amadekirin û weşandin. Perçeyek ji dîroka me ya nêzîk e. Bi çapkirina vê berhemê, me xwest em li dîrok û berhemên xwe yên dîrokî xwedî derkebin û hindik be jî berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Em hêvîdar in ku hûn ê jî jê memnûn bimînin.

6- FERHENG[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 5 Ferheng: 1

FERHENG

Mustafa GAZÎ

Berg & Rûpelsazî: Azad Zal

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Çapa Yekemîn: tîrmeh 2006

ISBN 975-98532-4-8

Rûpel: 168

Ev berhema di destê we de her çiqas wek FERHENG hatibe binavkirin jî, wek ferhengên heyî nîn e. Ev ferhengeke herêmî ye. Gotinên ku di nav hozekî de û li herêmeke teng pê tên axaftin hatine tomarkirin. Ji ber vê yekê jî divê bi çavê ferhengeke giştî lê neyê nihêrtin. Ev xebateke sînorkirî ye. Hin peyv û bilêvkirina wan dişibin herêmên din lê hinek jî xweser in. Me çima pêdivî bi çapkirina berhemeke bi vî rengî dît? Heta niha li ser zimanê kurdî gelek xebatên cihê hatine kirin lê bi baweriya me kêmasiyên berbiçav hene. Yek ji van kêmasiyan jî xebatên herêmî ne. Lewre her herêmeke me xwedî hinek taybetî û cihêrengiyan e. Ji bo ku em zimanê xwe baş binasin û ji hev veçirînin divê em her hoz û herêma xwe têr û sertêr vekolin. Li gor encamên ku derkevin holê jî pirsgirêkên zimanê xwe çareser bikin. Bi gotineke din di vê pêvajoyê de pêdivî bi xebatên hûr û kûr heye. Ji bervê pêdiviyê jî em vê berhemê çap dikin û digihînin ber destê we kurdîhezan. Di ferhengê de gelek mijarên nîqaşê hene. Amadekar bixwe jî hinek mijar destnîşan kirin e û di dawiya ferhengê de bicih kirine. Ev mijar û wekî dinê jî divê baş bên vekolîn da ku em bigihîjin encamên baş.

7- NAV Di Zimanê Kurdî De (Kurmanciya Jorîn)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 6 Rêziman: 1

NAV Di Zimanê Kurdî de (Kurmanciya jorîn)

Deham EBDULFETTAH

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Berg & Rûpelsazî: Azad Zal

Çapa Yekemîn: 2006 (Bi tîpên aramî - Duhok)

Çapa duyem: çiriya pêşîn 2006 - Amed

ISBN 975-98532-7-2

Rûpel: 128

Êdî li hember ziman hişyariyek heye, hişmendiyeke nû ava dibe, gelek xebat têne kirin. Hinek li ber çavan hinek jî nepenî… Lê ev xebat digihîjin hev û wê wekî rûbarekî biherikin. Gelek derfet bi dest ketine û wê gelekên din jî bi dest bikevin. Ji bo rast bikaranîna van derfetan divê ji niha ve em hinek gelş û gelemşeyên zimanê xwe zelal bikin. Pirs û pirsgirêkên îroyîn nekin barê nifşên ku dê bên. Bi baweriya me, ev xebata mamosteyê hêja Deham EBDULFETTAH dê rêronîker be û di gelek mijaran de zelaliyekê bi xwe re bîne. Mamoste, him di pirtûka NAV de him jî di ya CÎNAV de mijar bi awayekî hûrbîn girtiye dest û kola ye. Em hêvî dikin kesên ku dixwazin li ser Zimanê Kurdî bixebitin dê gelek sûdê jê bigirin. Ji ber ku em vê xebatê digihînin ber destê we em dilşad û bextewar in.

8- CÎNAV Di Zimanê Kurdî De (Kurmanciya Jorîn)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 7 Rêziman: 2

CÎNAV Di Zimanê Kurdî de (Kurmanciya Jorîn)

Deham EBDULFETTAH

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Berg & Rûpelsazî: Azad Zal

Çapa Yekemîn: 2006 (Bi tîpên aramî - Duhok)

Çapa duyem: çiriya pêşîn 2006 - Amed ISBN 975-98532-6-4

Rûpel: 96

Êdî li hember ziman hişyariyek heye, hişmendiyeke nû ava dibe, gelek xebat têne kirin. Hinek li ber çavan hinek jî nepenî… Lê ev xebat digihîjin hev û wê wekî rûbarekî biherikin. Gelek derfet bi dest ketine û wê gelekên din jî bi dest bikevin. Ji bo rast bikaranîna van derfetan divê ji niha ve em hinek gelş û gelemşeyên zimanê xwe zelal bikin. Pirs û pirsgirêkên îroyîn nekin barê nifşên ku dê bên. Bi baweriya me, ev xebata mamosteyê hêja Deham EBDULFETTAH dê rêronîker be û di gelek mijaran de zelaliyekê bi xwe re bîne. Mamoste, him di pirtûka NAV de him jî di ya CÎNAV de mijar bi awayekî hûrbîn girtiye dest û kola ye. Em hêvî dikin kesên ku dixwazin li ser Zimanê Kurdî bixebitin dê gelek sûdê jê bigirin. Ji ber ku em vê xebatê digihînin ber destê we em dilşad û bextewar in.

9- Dastana GILGAMÊŞ[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 8

Mîtolojî: 1

Dastana Gilgamêş

Amadekirin û Wergerandin: Deham EBDULFETTAH

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Berg & Rûpelsazî: Azad Zal

Çapa Yekemîn: 2006 (Bi tîpên aramî - Duhok)

Çapa duyem: çiriya pêşîn 2006

ISBN 975-98532-5-6

Rûpel: 128

Dîsa em dizanin ku bajarvaniyê bi Sumeriyan dest pê kiriye. Lê beriya pergala bajarvaniyê pergala gundîtiyê li dar bû. Vê pergalê jî li van çiya û derdorên ku em îro lê dijîn dest pê kiribû. Jixwe bermayiyên wan her roj bi awayekî zêdetir dertên holê û em jî dibin şahidê vê yekê. Vê pergalê bi hezar salan ajot. Tê zanin ku gelek destan û çîrok bingeha xwe ji wê demê distînin. Lê bi awayekî taybet em nizanin ka çiqas bandor li ser destana Gilgamêş hiştine. Tevî vê yekê jî, ew berhema vê axê ye û em jî li ser vê axê dijîn. Wek bermahiyeke mirovahiyê divê em xwedî lê derkevin. Jixwe ji wê demê de hinek gelan ew wergerandin zimanê xwe û di nava çanda xwe de cih danê. Tevî ku ev destan berê li Zimanê Kurdî hatiye wergerandin û çap bûye jî bi baweriya ku ev xebat bi rêkûpêktir e, me biryara çapkirinê da û vaye em digihînin ber destê we.

10- Çîrokên MALA ZALÊ[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 9 Zargotin: 3

Çîrokên MALA ZALÊ

Berhevkar Hilmî AKYOL

Sererastkirin Semra Ozbey Serwet Denîz

Berg & Rûpelsazî Azad Zal

Wêneyê Bergê Mamê ELÎ

Çapa Yekemîn çiriya paşîn 2006

ISBN 975-98532-8-0

Rûpel: 144

Di wêjeya me ya devkî de gelek destan, çîrok û efsane hene. Her wiha di wêjeyên gelên din de jî… Her çiqas me çîrok û destanên xwe zêde nedabe ber vekolînê, şîrove nekiribe û xebatên di vê qadê de kêm bin jî em dizanin ku ev çîrok û destan bîr û hişê gelan in. Rabirduyên gelan bi nifşên nuh didin zanîn. Peyaman radigihînin. Ev peyam cur be cur in. Carna dibêjin; "pêşiyên we wiha şêr bûn, desthilatdar bûn, jîr û jêhatî bûn, hûn jî wisa bin!" Carna jî dibêjin; "pêşiyên we çewtiyên wiha wiha kirin û têk çûn, hûn wisa nekin, şiyar bin!" Taybetmendiyeke din jî ew e ku çîrokbêj an jî dengbêjên ku van çîrokan dibêjin rengê dem û herêma xwe didin wan. Hûn ê vê yekê di vê pirtûkê de jî bibînin. Çîrokbêj her wekî ku bûyerên Destana MALA ZALÊ li der û dora Amedê derbas bûbin vedibêje. Hûn ê di çîrokan de rastî Deriyê Mêrdînê, Pira Dehderî, Hewsel, Mizgefta Mezin (Wele Camî) ku li Amedê ne, Başnîqê, Kufercin, Dêrsil, Girê Qetînê, Dabilo ku gundên der dora Amedê ne bên. Hûn ê bibînin ku hin leheng bi dûrbînê li derdorê dinihêrin, saet di zendê wan de ye. Dîsa hûn ê rastî hin alavên wek patos, fotoraf, don û mazot ku di wê demê de tunebûne bên. Wek ku me berê jî gotibû em ê ji niha û şûnde jî berhemên bi vî rengî biweşînin û bigihînin ber destê xwendevanan.

11- Jı DENGBÊJ FADILÊ KUFRAGÎ DESTAN Û ÇÎROKÊN KURDÎ[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 10

Zargotin: 5

Ji Dengbêj Fadilê KUFRAGÎ Destan û Çîrokên Kurdî

Berhevkirin & Verisandin: Hogir BERBIR

Sererastkirin: Semra Ozbey - Serwet Denîz

Berg & Rûpelsazî: Azad Zal

Wêneyên Bergê: Fadilê KUFRAGÎ & Mala Wî

Çapa Yekemîn: nîsan 2007

ISBN 978-975-98532-9-7

Pirtûk 272 rûpel e.

Pîvana Pirtûkê: 16 x 23,5 cm ye.

Pirtûka bi navê “Ji Dengbêj FADILÊ KUFRAGÎ Destan û Çîrokên Kurdî” ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê derket. Ev berhem ji çîrok û kilamên Fadilê KUFRAGÎ hatiye pê. Ango ji çîrok û kilamên ku ji ber dengê wî hatine nivîsîn pêk tê. Çîrokên ku di vê pirtûkê de ne, ji aliyê gelek dengbêjan ve hatine gotin û hîna jî tên gotin, dibe ku gelek kesan li herêmên cihê cihê ev kilam û çîrok bihîstibin. Lê her dengbêj bi awayê xwe dibêje û li her herêmê cihê cihê tên gotin. Jixwe gava ku hûn pirtûkê bixwînin hûn ê hem rastî taybetiyên herêmê û hem jî rastî yên dengbêj bên. Pirtûk bi hevpeyvînek dest pê dike. Berhevkarê pirtûkê Hogir Berbir hevpeyvînek bi sernavê Dengbêjî Hunera Vegotinê ye bi Fadilê Kufragî re kiriye û ev wekî pêşgotin di pirtûkê de cih girtiye. Destan û Çîrokên ji dengbêj hatine guhdarî kirin û hatine deşîfrekirin ji gencîneya Zargotina Kurdî ne. Ji “Îslim Xatûna Qereçî û Cefer Efendî” heta “Tahar û Zahar” , “Eşqa Zeroya File û Mehmed Eliyê Girover”, “Xezal û Teyar Axa”, “Şerê Kûrana Bişêriyê”, “Gulîzera Kurda û Elê Melê”, “Xezalê û Husên Axayê Botî” û wekî vanan 18 destan û çîrokên ku di Zargotina Kurdî de cihêrengiya wan heye di pirtûkê de cih girtine. Xebatkarê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Hogir Berbir van destan û çîrokan ji Dêrika Çiyayê Mazî, herêma Mêrdînê berhev kiriye. Fadilê KUFRAGÎ, ji eşîra Îzolî ye. Eşîra wan di sala 1810-20an de ji Meletyê diçe gundê Kufragê ya ku niha girêdayî Şemrexa Mêrdînê ye. Lê ji ber çi bar dikin nayê zanîn. Du bira û xwişkek Fadil heye. Di 1948ê de hatiye dinyê û hîn sax e. Di 40 rojiya xwe de çavên xwe wenda dike û hîn kor e. Di 18-20 saliya xwe de xwişka xwe ji xwe re dike berdêlî û dizewice. Ji xeynî keç û lawekî ku wenda kiriye, niha bavê 4 law û 3 keçan e. Her 3 keç û 2 lawê xwe zewicandiye. Di 1993yê de ji Kufragê bar dike û diçe Qoserê û niha jî li Qoserê dijî. Di 13 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê dike, di 15 saliya xwe de fêm dike ku kor e û hîna jî dengbêjiyê didomîne. Gundê Kufragê di navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê de ye û gund ji her du navçeyan zêde ne dûr e. Debar û pîşeya çîrokbêj 200 elb erd û rez e. Xwendin û nivîsandina wî tune ye. Çavkaniyên ku wî ev berhem jê girtine: Hesenê CÊZWÊ, Etmanê KUFRAGÎ, Dawidê GIR, Fehmiyê ELÊ (Fehmiyê Borbore), Osmanê QANÊHEVSÊ, Hemîdê Huseynê MAZIDAXÎ, Evdilayê Şêxoyê ZIZNÎ, Ehmedê Sebriyê SÊWSÊ…

12- MEWLIDO DIMILÎ (ZAZAKÎ)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 11

Wêjeya Klasik: 1 MEWLIDO DIMILÎ (ZAZAKÎ)

Osman Esad Efendî Muftiyê Suregê

Arêkerdiş Mila Selîm ACARLAR – Av. Mehmet GUZELLER

Tîprêziya Erebîkerdiş: Azad Zal

Berg & Rûpelsazî: Azad Zal

Çapa Yekemîn: hezîran 2007

ISBN 978-975-01719-0-1

Osman Esad Efendî serra 1901’di Menga Remezanî di mewlidi xwi bi Ziwandê Dimilîya yazî kerdo. Vanê ki Hecî Ûsib Efendî bi Ziwandê tirkî ya mewlidê yazî kerdo, mewlidê ci milleta Sureg bol ecibnayo.Ney sera Osman Esad Eefendî menga roceîndi hefteyê teber nêvicyayo. Nê heftî miyandi mewlido dimilî yazî kerdo û vato ki : ‘’Marîfet çiyo ki çinê bo kes ey firazo, o çîyo ki her kes zano kerdişê ey huner nîyo’’. Osman Esad Efendî çaxo ki no mewlid yazî kerdo, mewlidê xwi neşr nê kerdo. Heta no roj dest yazî yê mewlidî, Sureg di waneyenno. Bi wasite dê Mila Nezîrî Suregî jî serra 1933’di Şam di bi terefê Mîr Celaded Bedirxan bi name dê Bîyişa Pêxember, kitabxana Hawarî di neşr bîyo. Mewlidî Osman Esad Efendî, di ziwanê dimilî di kitabo siftekêno.Verdê ney qet kitabê di Ziwanê Dimiliya yazî nê bîyo, nê dîneyayo. Qandê ci jî no mewlid bol mihîm o. Osman Esad Efendî mewlidê xo di dimiliya Sureg esas giroto. Û mewlid fek dê aşîra xwiya yazî kerdo, ziwanê mewlidê ci jî bol pako. Weşan û Pirtûkên Enstîtuya Kurdî ya Amedê

13- Kulîlkên Baxê Botan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 12 Portre: 1

Kulîlkên Baxê Botan Abdulkadir Bîngol

Sererastkirin: Semra OZBEY - Serwet DENÎZ

Berg û Rûpelsazî: Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Wêneyê Bergê: (Birca Belek û Minara Cam’a Mezin / Cizîrê)

Çapa Yekem: gulan 2008

ISBN 978-975-01719-1-8

14- Rêzimana Kurmancî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 13 Rêziman: 3

Rêzimana Kurmancî Mikaîl Bilbil - Bahoz Baran

Sererastkirin: Serwet DENÎZ

Berg û Rûpelsazî: Azad Zal

Çapa Yekem: kanûna pêşîn 2008

ISBN 978-975-01719-2-5

15- Çil Çarîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 14 Zargotin: 6

Çil Çarîn Arjen ARÎ

Sererastkirin (Latînî): Serwet DENÎZ - Omer FÎDAN

Tîprêziya Erebî û Sererastkirin: Azad Zal

Berg û Rûpelsazî: Azad Zal

Wêneyê Bergê: (Fuad GEMO / Hewlêr)

Çapa Yekem: kanûna pêşîn 2008

ISBN 978-975-01719-3-2

16- Herdemciwanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 15 Zargotin: 7

HERDEMCIWANÊ Eslîxan YILDIRIM

Redaksiyon Serwet DENÎZ

Berg û Rûpelsazî Azad Zal

Çapa Yekemîn sibat 2009

ISBN 978-975-01719-4-9

17- Matematîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 16 Zanist: 1

MATEMATÎK Hesen GUNEYLÎ

Redaksiyon Serwet DENÎZ-Semra OZBEY

Berg û Rûpelsazî Azad Zal

Çapa Yekemîn nîsan 2009

ISBN 978-975-01719-5-6

Rêzdar Hesen GUNEYLÎ di encama xebateke demdirêj de ev berhem afirandiye. Di vê berhemê de hinek xalên sereke yên Matematîkê bi kurdî hatine ravekirin. Ev destpêkeke hînbûna matematîkê ya bi kurdî ye. Hinek mijarên sereke û têgihên matematîkî di berhemê de cih digirin. Ji ber ku destpêk e mijar bi berfirehî û kitekit negirtiye dest. Lê em bawer in ji bo pêşketina lîteratura matematîkê di kurdî de dê roleke girîng bilîze. Hinek mijarên sereke yên ku di vê berhemê de cih negirtine jî dê di çapa duyem an jî cîlda duyem de cih bigirin. Em hêvîdar in em ê wan jî bigihînin ber destên we. Jixwe nivîskar xebatên xwe bênavber didomîne û hewl dide ku ji tevahiya berhemên matematîkê yên ku heta niha hatine amadekirin jî sûdê werbigire. Her çiqas zêde dixwest jî berhemên ku li Başûr hatine amadekirin negihîştin ber destên wî. Di dawiya pirtûkê de ferhenga kurdî–tirkî–îngilîzî ya têgihên ku hatine bikaranîn cih digire. Di navlêkirinan de bi piranî ji ferheng û berhemên heyî sûd hatiye wergirtin. Kesên ku ji bo van navlêkirinan xwediyê ramanên cuda bin ku nêrînên xwe bi me û nivîskar re par ve bikin em ê kêfxweş bibin. Hûn dikarin ji malpera bi navê www.matematikakurdi.com û Enstîtuya Kurdî ya Amedê re van dîtinên xwe ragihînin. Ev berhem ji bo me di heman demê de destpêka pêvajoya nîqaşa têgihên matematîkî ye jî.

18- Gayê Cot[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 17 Zarok: 1

Gayê Cot

Berhevkar Eslîxan YILDIRIM

Wêne E. Xefûr

Redaksiyon Serwet DENÎZ - Semra Ozbey

Berg û Rûpelsazî Azad Zal

Çapa Yekemîn hezîran 2009

ISBN 978-975-01719-6-3

19- Pîrê û Dîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 18 Zarok: 2

Pîrê û Dîk

Berhevkar Eslîxan YILDIRIM

Wêne E. Xefûr

Redaksiyon Serwet DENÎZ - Semra Ozbey

Berg û Rûpelsazî Azad Zal

Çapa Yekemîn hezîran 2009

ISBN 978-975-01719-7-0

20- Rovî û Şêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 19 Zarok: 3

Rovî û Şêr

Berhevkar Eslîxan YILDIRIM

Wêne E. Xefûr

Redaksiyon Serwet DENÎZ - Semra Ozbey

Berg û Rûpelsazî Azad Zal

Çapa Yekemîn hezîran 2009

ISBN 978-975-01719-8-7

21- Herdemciwanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 20 Zarok: 4

Herdemciwanê

Berhevkar Eslîxan YILDIRIM

Wêne E. Xefûr

Redaksiyon Serwet DENÎZ - Semra Ozbey

Berg û Rûpelsazî Azad Zal

Çapa Yekemîn hezîran 2009

ISBN 978-975-01719-9-4

22- Pîrê û Rovî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 21 Zarok: 5

Pîrê û Rovî

Berhevkar Eslîxan YILDIRIM

Wêne Lewent Elpen

Redaksiyon Serwet DENÎZ - Semra Ozbey

Berg û Rûpelsazî Azad Zal

Çapa Yekemîn hezîran 2009

ISBN 978-605-60745-0-9

23- Fotograflarla Kulp - Pasûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 22 Danasîn: 1

Fotoğraflarla Kulp - Pasûr

Amadekar Mirze Mehmet Çelik

Werger û Redaksiyona Kurdî Serwet DENÎZ - Azad ZAL - Elîxan LORAN

Grafîk û Sêwirîn Diyar Grup

Çapa Yekemîn îlon 2009

ISBN 978-605-60745-1-6

24- Di sedsala 20an de Kurdistan û Sînor -I-[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 23 Lêkolîn: 2

Di sedsala 20an de Kurdistan û Sînor -I-

Eslîxan YILDIRIM

Redaksiyona Serwet DENÎZ

Berg û Rûpelsazî Azad ZAL

Çapa Yekemîn îlon 2009

ISBN 978-605-60745-3-0

25- Zimanê Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Amedê: 24 Rêziman: 4

ZIMANÊ KURDÎ

Azad ZAL

Edîtorya û Redaksiyona Serwet DENÎZ

Berg F. Zehra KILIÇ

Rûpelsazî Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Çapa Yekemîn îlon 2009

ISBN 978-605-60745-2-3