Lazarus Colloredo û Joannes Baptista Colloredo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lazarus Colloredo û Joannes Baptista Colloredo
  • Cêwiyên siyamî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Lazzaro Colloredo
  • Giovanbattista Colloredo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Lazarus Colloredo û Joannes Baptista Colloredo (1617 - piştî 1646) cêwiyên siyamî yên îtalyan bûn ku li Ewropaya sedsala 17an li pêşangehên heyberên sosret (freak show) geriyan. Ew li bajarê Genova (Îtalya) hatine dinê.

Rewşa fizîkî ya cêwiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Laşê jorîn û lingê çepê yê Joannes Baptista derketin ji birayê xwe Lazarus yê bihereket. Joannes Baptista xeber ne dida, çavên wî hertim girtî bûn û devê wî jî vekirî dima û di laşê birayê xwe de wek hevzigekî parazît dijî. Li gorî vegotineke anatomîstê danîmarkayî Thomas Bartholinus, heke kesek singê Joannes Baptista bixista, wî dest, guh û lêvên xwe dihejandin.

Karîyera wan li pêşangehên heyberên sosret[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Birayên Colloredo li seranserî Ewropayê geriyan û pişkdarî pêşangehên heyberên sostret dikirin û bi vî awayî debara xwe jî dikirin. Ew çûne Basel (Swîsre) û Kopenhagê (Danîmarka), dû re di sala 1642an de gehîştine Skotlendeyê û paşê ew çûne mêvaniya seraya Charles I yê Îngilîstanê.

Birayên Colloreda her wiha serdana Danzig (Gdańsk) û Împeratoriya Osmanî kirin û pişt re di sala 1646an de li Almanya û Italyayê jî bûn. [1]

Jiyana wan a taybet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lazarus wekî mirovekî nazik û delal hatiye zanîn. Gava wî li pêşangehan xwe nîşan neda, bi kirasê birayê xwe dipêçand, da ku bala xwe nedê.

Li gorî hin çavkaniyan Lazarus jin aniye û çend zarokên wî jî hebûn. Di gravûrekê de ew bi cil û bergên serayê yên serdema Mala Stuart xuya ye.

Bi îdamê mehkûmkirî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî ragihandinên dîroknasê fransî Henri Sauval, Lazarus ji ber kuştina zilamek bi mirinê hate hikimkirin, lê di dawiyê de ji mirinê filitî ji ber sedema ku dê birayê wî yê cêwî yê bêguneh jî bikuşta. [2] [3]

Windabûna birayên Colloredo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka mirina birayên ne diyar e. Piştî sala 1646an nema dengê wan tê me.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Bondeson, Jan. (2000) The Two-Headed Boy, and Other Medical Marvels ISBN 978-0-8014-3767-0
  2. ^ "The Extraordinary Conjoined Twins: Lazarus and Joannes Baptista Colloredo" (bi îngilîziya brîtanî). 18 adar 2019. Ji orîjînalê di 19 tîrmeh 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2021.
  3. ^ Engber, Daniel (6 kanûna paşîn 2010). "A Siamese twin commits murder: the Explainer's 2009 question of the year". Slate Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 19 tîrmeh 2021.

Bîbliografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Gould, George M. & Pyle, and Walter L. (1896) Anomalies and Curiosities of Medicine. 5 tîrmeh 2007 hatiye standin.
  • " Lazarus and Johannes Baptista Colloredo ." (nd ). Phreeque.com. 5 Tîrmeh 2007 hatiye standin.
  • Baratta Luca (2016), "A Marvellous and Strange Event". Racconti di nascite mostruose nell'Inghilterra della prima età moderna, Firenze, Firenze University Press, rûpel 182-201 [[[International Standard Book Number|ISBN]] 978-88-6453-344-5 ].
  • Baratta Luca (2017), The Age of Monsters. Nascite prodigiose nell'Inghilterra della prima età moderna: storia, testi, immagini (1550-1715), prefazione di Maurizio Ascari, Roma, Aracne, 2017, rûpel 351-386 [[[International Standard Book Number|ISBN]] 978-88-2550-957-1 ].
  • Baratta Luca (2018), 'Due idee del mostruoso, due idea di nazione. I gemelli Colloredo a Londra (1637) di balê de ji Robert Milbourne û Martin Parker', Rivista di Letterature Moderne e Comparate, 70(2), rûpel 109-131 [ISSN 0391-2108].