Le Figaro

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Le Figaro
Le Figaro Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Le Figaro
Welat
DewletFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZimanFransî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 15 kanûna paşîn 1826 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • 15 kanûna paşîn 1826 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehê
  • 9th arrondissement of Paris Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Weşanxane
  • Société du Figaro Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê weşandinêParîs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mijara serekeAgahî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîMuhafizekarî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.lefigaro.fr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Le Gaulois Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge


Le Figaro, rojnameyeke fransî ye. Li Parîsê hate weşandin di salên 1826'an de weke kovareke heftane û tinazker hate damezrandin. Le Figaro rojnameya herî kevn e li Fransayê, û digel Le Monde û Libération yek ji sê rojnameyên fransî yên sereke ye.

Wê navê xwe ji lîstikeke şanoya komedî ya "Le Mariage de Figaro" ya Pierre Beaumarchais di sala 1778-an de wergirtiye. şîara rojnameyê di çalakiya dawî ya lîstikê de ji monologa Fîgaro hate girtin "Bê azadiya rexnekirinê, pesneke rastîn tune ye". “Bê azadiya rexnekirinê, pesindan derewek e”.

Albert Wolff, Émile Zola, Alphonse Karr, Théophile Gautier, û Jules Claretie di nav beşdarên destpêkê yên kaxezê de bûn. Sala 1866an, Le Figaro bû rojnameyeke rojane. Xeta wê, bi awayekî mihafazakarî (kevneperestî) tê ser ziman. Vê dawîyê helwesta siyasî ya rojnameyê bêtir merkezî (navendî) bû.

Ji Adara a2004an ve, Serge Dassault bû xwediyê Le Figaro, ew mîlyardarekî Frensî ye û siyasetmedarekî kevneperest e, û herweha ew xwediyê pargîdaniyeke leşkerî û afirînerê balafiran "Dassault Aviation" bû.

Le Figaro di 2009an de derbasî formata Berliner / tabloid bû. Di 2010an de, Le figaro bi Engilîzî beşek bi navê Le Figaro English çêkir, beş di sala 2012an de bidawî bû.

Di Sibata 2012an de, civata giştî ya rojnamevanên Le Figaro civîneke giştî çêkirin û xwestin ku rojname bêtir plûralîzm (pirr-deng) û "durust” be. Rojnamgeran rojname tawanbar kir ji ber nûçegihaniya siyasî ya yekalî ji bo berjewendiya partiya rêvebir û serok Nicolas Sarkozy. Edîtorê serekî yê Le Figaro wiha bersivand: "Xeta redaksiyona me xwendevanên me dilxweş dike ... [...] Ez nabînim çima divê em wê biguherînin. [...] Em rojnameyeke rastgir in û em wê eşkere îfade dikin. Xwendevanên me, rojnamevanên me jî pê dizanin. Di vê yekê de tiştekî nû tune ye ! "

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]