Lebzîne
Xuyakirin
Lebzîne, lêvzîne, lewzîne navê vexwarineke, şîranîyeke kurdî ye. Ji gûza hindê (nargîl) û gulavê (ava gulê) tê çêkirin. Li başûrê Kurdistanê, parêzgehên Amed, Dîlok, Wan, Mahabadê pirr tê vexwarin.
Du cureyên wê yên sereke hene:
- Gûza hindê pirr lê doşaviya gulavê kêm
- Doşaviya gulavê pirr lê gûza hindê kêm
Zarok heger gûza hindê pirr be, jê re dibêjin xwarin, heger gulav pirr be jî dibêjin vexwarin.
Berkeliya lêv-tevzînokê (lebzîne)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev terîfe li Ewropayê hatiye tomarkirin. Dibe ku ji orjînaliya xwe hinekê cuda be.
- 6 SA (stekana, qedeha avê) doşavî (şerbet)
- 1 SA ava kelandî
- 1 SÇ (stekana çayê) pelên gulê
Amadekirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pelan bişon bikin badiyeke mezin. Ava kelandî berdin serê. Devê badiyê yan kûpê zexm bigirin (devangê bigirin) û bi qasî 24 katjimêrî bihêlin.
Bidarivînin, şerbetê berdin nava ava wê ya we darivand (parzûn kir). Viya li şûşeyan an kûpikên devê wan tên girtin parvebikin. Herî kêm divê 1 hefte neyên bikaranîn. Bi sarî tê servîskirin.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |