Lezdan (fizîk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lezdan
Di valakê (vakûm, bêyî bergiriya hewayê) de, heyberên ji aliyê Erdê ve tên kişandin, bi rêjeyeke neguherr lez didin.
Sembola hevpar
a
Yekeya SIêm/s2, m·s−2, m s−2
RehendL T −2
biguhêreBelge

Lezdan[1] an lezan[2], (bi soranî tawdan) di fizîkê de rêjeya guherîna lezê ya di demê re ye. Bi lezanpîvê tê pîvandin. Di pergala yekeyan ya navneteweyî de yekeya wê metre dabeşî çirke-çargoşe ye. Lezdan çendaniyeke vektorî ye (yanî hem xwedî mezinahî hem jî xwedî berek e). Bereka lezdana heyberekî bi bereka hêza tevde ya li ser wî hevberî kar dike tê dîtin. Mezinahiya lezdana heyberekî jî, wek di Qanûna Newtonî ya Duyem de hatiye diyarkirin, bi kartêkeriya hevpar ya du tiştan pêk tê:

  • hevsengiya tevde ya hemû hêzên ku ji der ve li wî heyberî kar dikin — mezinahiya lezdanê hevrêjeya vê hêza tevde ye;
  • baristeya wî heyberî, li gor materyalên ew jê pêk hatiye — mezinahiya lezdanê dijrêjeya baristeya heybêr e.


Di mekanîka klasîk de lezdana cismekî xwedî baristeya westar, hevrêje ye bi hêza ku li wî cismî kar dike. Hêzeke li ser heyberekî bê kirin an wî dide lezdan an jî leza wî kêm dike, yanî wî hêdî dike. Ev Qanûna Newtonî ya Duyem e û bi vê formûlê tê nîşandan:

Di formûlê de hêza ku li cismî kar dike, baristeya cismî û jî lezdana wî ye.


Ji bo nimûne heke erebeyek ji halê sekinî (lez sifir e, di çaroveyeke referansê ya bêliv de) ve dest bi birêveçûna li ser xeteke rasterast bike û her ku çû hêla xwe zêdetir bike, tê gotin ew bi aliyê birêveçûnê ve lez dide. Heke erebe bizîvire, bi aliyê berekeke nû ve lezdan pêk tê. Ji vê lezdana erebeyê ya pêşve re tê gotin hêlî (linear) an lêkefteyî, ev ew bertek e ku rêwiyên di erebeyê de wek hêzeke ku wan bi palgehan ve dehf dide hîs dikin. Gava erebe berê xwe diguherîne ev dibe lezdana nîveşkêlî (radyal), ev ew bertek e rêwî wê wek hêzeke ku wan bi kêlekê ve dehf dide hîs dikin. Heke erebe hêdî bibe, ev lezdaneke bi aliyê berevajiyê leza erebeyê ve tê hesêb, carinan jê re tê gotin lezkêmkirin. Rêwî vê wek hêzeke wan bi pêş ve dehf dide hîs dikin. Bi heman awayî li lezdan û lezkêmkirinê tê nêrîn, her dû jî guhertinên di lezê de ne. Her yek ji wan lezdanan (hêlî, nîveşkêlî û lezkêmkirin) ji aliyê rêwiyan ve tên hîskirin heta ku leza wan (hêl û berek) dibe wek erebeyeke ku biserûber bi rê ve diçe.

Lezdana rakêşî ya cîhanê 9,80665 m/s² e.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Zanist bo her kesî; Fîzya Pertûka Qutabî - Pola Dwazdê Zanistî, Çapa Pêncem, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Perwerdeyê - Rêveberiya Giştî ya Program û Çapemeniyan, 2016, r. 12 → PDF
  2. ^ Ferhenga Zaravên Teknîkî, Çapa Yekem, Lijneya Xebatên Teknîk ên bi Kurdî, TMMOB, 2014, r. 152 → PDF

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]