Lîdya
|
Lîdya
|
|||||
|
1200 b.z. – 546 b.z. | |||||
Li dora sala 547ê b.z. nexşeya Lîdyayê. | |||||
| Agahiyên gelemperî | |||||
| Paytext | Sardîs | ||||
| Ziman | Zimanê lîdî | ||||
| Dîn | Dînê lîdî | ||||
| Awayê rêveberiyê | Monarşî | ||||
| Rêveberî | |||||
| Şah | |||||
| • 680–644 b.z. | Gîgês (rêveberê pêşîn) | ||||
| • 585–546 b.z. | Kroîsos (rêveberê dawî) | ||||
| |||||
Lîdya (bi yewnaniya kevn: Λυδία, lat. Ludía, bi latînî: Lydia; bi farisî: لیدییه, lat. Lîdîya) keyaniyeke serdema hesinî bû ku li herêmeke berfireh ê rojavayê Anatolyayê desthilatdarî kiribû ku paytexta keyaniyê bajarê Sardîsê bû. Piştê ku faris û romayiyan li Anatolyayê hikûm kirine keyaniya Lîdyayê bi rêze ve pêşî bûye parêzgeheke girîng a Împeratoriya Hexamenişî û piştre jî bûye parêzgeheke Împeratoriya Romayê.
Gelê lîdyayî li dora sala 800ê b.z. de gelê gihîşt asteke diyarkirî ya hevgirtina siyasî û di salên 600ê b.z. de jî de wekê padîşahiyeke serbixwe derketine holê. Lîdyayî di sedsala 7ê a berê zayînê de, di asta herî bilind de, tevahiya rojavayê Anatolyayê kontrol kirine. Di sala 546ê berê zayînê de, Lîdya bûye satrapiya Împeratoriya Hexamenişî ku di farsiya kevin de wekê Sparda hatiye zanîn.
Piştê hexamenişîyan Lîdya di sala 133ê b.z. de bûye beşek ji parêzgeha Asyayê ya Împeratoriya Romayê.
Pereyên Lîdyayê ji elektrûmê hatine çêkirin û di nav kevintirîn pereyên heyî de ne ku dîroka pereyê ji dora sedsala 7ê berî zayînê vedigere.[1][2]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Lîdya bi gelemperî li rojhilatê Îyonyaya kevnar ku di nav de parêzgehên rojavayê Tirkiyeya îro Uşak, Manîsa û ji parêzgeha Îzmîrê pêk hatibû.[3]
Sînorên Lîdyaya dîrokî di nav sedsalan de diguherin ku di destpêkê de bi Mîsya, Karya, Frîgya û Îyonyaya peravê ve hatibû vesinorkirin. Piştre hêza leşkerî ya Alyattes û Kroîsos, Lîdyayê berfireh kirine ku ji xeynî Lîkyayê, hemî Anatolyaya li rojavayê Çemê Halîsê kontrol kirine. Piştê hatina farisan, Çemê Maeanderê (îro wekê çemê "Menderesa mezin" tê zanin) wekê sinorê başûr hatiye diyarkirin û di demên împeratoriya Romayê de Lîdya, Mîsya, Karya û ji Frîgyayê pêk hatibû.
Ziman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zimanê lîdî ku di sedsala 1em a berê zayînê de winda bûye, zimanekî hind û ewropî bû şaxeke ji zimanê malbata zimanên hind û ewropî ya Anatolyayê bû[4] ku bi zimanên wekê bi lûwî û hîtîtî re têkildar bû.[5] Lêbelê zimanê lîdî berevajiyê zimanên din ên Anatolyayê ku di nav de zimanên lûwî, karî û zimanê lîkî hebûn, bi gelemperî wekê beşek ji koma zimanên lûwî nehatiye kategorîzekirin.[6]
Ji ber delîlên perçe perçe, haya roja îro wateyên gelek peyvan nehatiye zanîn lê piraniya rêzimana lîdîyî hatiye destnîşankirin. Mîna zimanên din ên Anatolyayê, zimanê lîdî bi berfirehî ji bo ku hevokan bi hev ve girê bide pêşgir bikar têne û perçeyên rêzimanî ji bo girêdana hevokan hatiye bikar anîn.[7] Her wiha zimanê lîdî senkopeke berfireh derbas kiribû ku ji bo piraniya zimanên hind ewropî bûye sedema gelek komên konsonantên neasayî.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Dîroka destpêkê ya Lîdyayê hê jî bi awayekê baş nehatiye ronîkirin. Di Serdema bronzî ya dereng de (1600–1200 b.z.) axa ku paşê bûye Lîdya beşek ji dewletek berfirehtir a bi navê Arzawayê bû ku bi taybetî Lîdya di bin desthilatdariya padîşahiyên Arzawa yên[8] bi navê Mîra û Šeḫa û her wiha bajar-dewleta Apasa (serkêşên Efesos a yewnanî) vegirtiye nav xwe. Mîna dewletên din ên Arzawayê pêwendiyên wan ên aloz bi Împeratoriya Hîtîtan re hebûn û di demên cûda de hem wekê hevalbend, wekê dijmin û hem jî vasal pêwendiyên wan pêk hatine.[9]
Li dora sala 800ê b.z. tê dîtin ku gelê lîdyayî li herêma xwe bicih bûne û heta radeyekê hevgirtina siyasî bi dest xistine. Lêbelê ji ber nebûna tomarên nivîskî yên hevdem, dîrok û bûyerên rastîn nehatine destnîşankirin. Tenê delîlên saxlem ji bo vê serdema pêşîn ji kolandinên arkeolojîk ên li Sardîsê hatine dîtin. Her çiqas hin vegotinên wêjeyî hebûna du xanedaniyên lîdî yên destpêkê îdia dikin, ango malbata Atys ku tê gotin lîdî li ser navê kurê wî Lîdus hatine binavkirin û hatiye diyar kirin ku Heraklîd berê sala 685ê b.z. bi qasî bîstûdu nifşan hikum kirine, ev çavkanî tenê di mîtolojiyê de ne û baweriya wan a dîrokî kêm in.[10]
Keyaniya Lîdyayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Keyaniya Lîdyayê ji demek nediyar heya sala 546ê b.z. wekê Keyaniyeke serbixwe hikum kiriye.
Kandaules
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gorî Hêrodotos yek ji neviyên Lîdus Iardanus bû ku Hêraklês demekê xizmeta wî kiriye. Hêraklês bi yek ji keçên kole ya Iardanus re têkiliyeke hebû û kurê wan Alkaeus yê yekem ê Xanedaniya Heraklîdan bû ku hatiye diyar kirin ku bi Agron dest pê kiriye ku bi qasê 22 nifşan li ser Lîdyayê hikum kiriye.[11] Di sedsala 8ê berê zayînê de Meles bûye rêveberê 21em û piştê rêveberê herî dawî yê Heraklîdan bûye rêveberê xanedaniyê û rêveberê herî dawî jî kurê wî Kandaules bû.[11][12]
Împeratoriya Mermnad (680–546 b.z.)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Serdema Gîges
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gîges yekem rêveberê lîdyayî bû ku hebûna wî di tomarên hemdem hatiye dîtin.[8] Li gorî vegotinên nîvefsanewî yên di dema serweriya wî de, ew kurê kesekî bi navê Daskîlûs bû û bi rûxandina qiral Kandaules bi alîkariya Arselîsê ku mîrekî karîyî yê ji Mîlasayê, hatiye ser desthilatdariyê.[13][14] Bilindbûna Gîgesê ya ser desthilatê di çarçoveya serdema aloziyê de piştî dagirkirina kîmeriyan pêk hatiye ku ew gelekî koçer ê ji deşta Pontusê bûn û rojavayê Asyayê dagir kiribûn û li dora 675ê b.z. de padîşahiya Frîgyayê ku hêzeke mezin ê Anatolyayê bû, wêran kirine.[15]
Gîges ji valahiya desthilatdariya ku ji ber dagirkeriyên kîmeriyan çêbibû sûd wergirtiye ku padîşahiya xwe xurt bike û bike hêzek leşkerî, wî dîplomatên xwe şandiye Nînewayê û ji bo alîkariya li dijî dagirkeriyên kîmeriyan bi qesra neoasûriyan re pêwendî pêk aniye û êrîşî bajarên îyonî ya yewnaniyên wekê Mîletus, Smîrna û Kolofonê kiriye.[16] Hevpeymaniyên berfireh ên Gîges bi xanedanên karî re rê daye wî ku leşkerên karî û îyonî yên yewnanî bişîne derveyî welêt ku alîkariya padîşahê Misirê Psamtîk I yê bajarê Sais bikin ku wî li dora sala 662ê b.z. de pêwendî bi wî re pêk anibû. Bi alîkariya van hêzên çekdar ên Psamtîk I piştî ku yanzdeh padîşahên din ên ku wî bi wan re li Misira Jêrîn hikum dikir, ji holê rakiriye û Misirê di bin desthilatdariya xwe de dike yek perçeyekî.[17][16]
Di sala 644l berê zayînê de Lîdya rastê êrîşa sêyem a kîmeriyan hatiye ku ji aliyê padîşahê wan Lîgdamîs ve dihat birêvebirin. Di vê êrişê de lîdyayî têk çûne, paytexta wan bajarê Sardîsê hatiye talankirin û Gîges jî di êrîşan de hatiye kuştin.[17][16]
Serdema Ardîs û Sadiyattes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştê serdem û têkçûna Gîyages, serdema Ardîs û Sadîattes despêkiriye.[17][16] Di vê serdemê de Ardîs êrîşî bajarê Mîletus ê yewnaniya îyonî kiriye û di bidestxistina bajarê Priyeneyê de bi ser ketiye, piştî vê yekê Priyene heta dawiya deshilatdariya wê di bin desthilatdariya rasterast a keyaniya Lîdyayê de maye.[18][19]
Di vê serdemê de serweriya Ardîs kurt bû[20] û di sala 637ê b.z. de an jî di sala heftem a serweriya Ardîsê de, eşîra trakî ya Treres ku ji Bosporusa trakî koç kiribûn û Anatoliyayê dagir kiribûn, di bin desthilatdariya padîşahê xwe Kobos de û bi hevpeymaniya bi Kîmerya û Lîkyayê re, êrîşî Lîdyayê kirine.[21] Wan bi hev re dîsa Lîdyayê têk birine û cara duyem paytexta Lîdyayê Sardîsê ji xeynî keleha bajêr, talan kirine. Guman û şik heye ku Ardîs di vê êrîşa kîmeriyan de hatiye kuştin.[20]
Kurê wî Sadiyattes li cihê bave xwe Ardîs hatiye hilbijartin ku serweriya wî demek kurt berdewam kiriye.[20] Sadiyattes di sala 635ê berê zayînê de miriye û dibe ku mîna bapîrê xwe Gîges û bavê xwe Ardîs, di şerê li dijî kîmeriyan de jiyana xwe jidest daye.[20]
Serdema Alyattes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di nav aloziyeke dijwar ê di sala 635ê b.z. de Alyattes ku kurê Sadyattes bû cihê navê xwe girtiye ku hewl daye ku Lîdyayê veguherîne împeratoriyeke bihêz.[20][22]
Di demek kurt ê piştî derketina Alyattes a li ser textê[23] û di destpêka serweriya wî de, bi qebûlkirina asûriyan û bi hevpeymaniya lîdîyan skîtî di bin desthilatdariya Madyes de ketin Anatoliyê, trereyiyan ji Anatolyayê derxistin û Kîmmeryayê têk birin ku êdî careke din lîdî û Asûrî nekevin bin metirsiyan. Piştî vê yekê skîtiyan heya Anatolyaya Navîn serdestiya xwe berfireh kirine[24] heta ku ew salên 590ê berê zayînê de ji aliyê Medan ve ji Anatolyayê hatine derxistin.[21] Ev têkçûna dawî ya kîmeriyan ku ji aliyê hêzên hevbeş ên Madyes ve hatiye pêkanîn ku Strabo wî bi derxistina treres û kîmeriyan ê ji Anatolyayê îdia dike û Herodotus û Polyaenus jî îdîa kirine ku di dawiyê de kîmerî ji aliyê Alyattes ve hatiye têk birin.[25]
Alyattes berê xwe daye li rojhilat berê xwe daye Frîgyayê ku li wir wî desthilatdariya Lîdyayê ber bi rojhilat ve heta Frîgyayê berfireh kiriye.[26] Alyattes siyaseta xwe ya berfirehkirinê li rojhilat berdewam kiriye û ji hemî gelên li rojavayê çemê Halîsê ku Herodotus îdia dikir ku cîgirê Alyattes Kroesus li ser wan hukum kiriye ku di nav wan de lîdyayî, frîgî, mîsyayî, maryandînî, xelîbî, paflagonî, thînî û bîtînî trakî, karî, îyonî, dorî, aeolî, û pamfîlî hebûn, dibe ku warê hejmareke ji van nifûsan berê di bin desthilatdariya Alyattes de hatibin fetihkirin û dibe ku nekariye tevayiya Lîkyaya Lîdyayê bindest bike. Astengiya vê bindestiyê ji ber vê yekê bûye ku perava Lîkyayê ji bo lîdyayîyan girîng ku ev dever nêzîkê rêyeke bazirganiyê bû ku herêma Egeyê, Levant û Qibrisê bi hev ve girêdabû Lîdyayê rê nedaye ku ev dever werin dagirkirin.[27]
Serkevtinên rojhilatî yên Alyattes di salên 590î berê zayînê de Împeratoriya Lîdyayê bûye sedema pêvçûnên bi medan re[28] û di sala 590ê berê zayînê de di navbera Împeratoriyên Med û Lîdyayê de şereke giran derketiye ku pênc salan berxwe daye, heta ku di sala 585ê berê zayînê de bi girtina rojê re şer hatiye rawestindandin (ji ber vê yekê jê re şerê girtina rojê tê gotin) ku her du aliyan jî vê rojgirtina wekê nîşanek ji bo bidawîanîna şer şîrove kirine. Padîşahê Babîlê Nebukadnezar II û padîşahê Kîlîkyayê Siyennesîs di peymana aştiyê ya piştre de wekê navbeynkar tevgeriyane ku bi zewaca kurê padîşahê Med Kiyaksares, Astiyages, bi keça Alyattes, Aryenis û bi zewaca muhtemel a keça Kiyaksares bi Alyattes an jî bi kurê wî Kroîsos re hatiye mohrkirin.[29][30][31]
Serdema Kroesus
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Alyattes demek kurt piştî şerê rojgirtinê, di sala 585ê b.z. de dimire[20] ku piştî vê yekê Lîdya bi têkoşîneke desthilatdariyê re rû bi rû maye ku di navbera kurê wî Pantaleon ku ji jineke yewnanî hatibû dinê û kurê wî yê din Kroîsos ku ji jineke esilzade yê karîyî hatibû dinê têkişîna desthilatdariyê çidêbin û ji vê têkoşîn a paşîn Kroesus biser dikeve û derdikeve ser textê.[32]
Kroîsos Karyayê xistiye bin kontrola rasterast a împeratoriya Lîdyayê[26] û hemî Îyonya, Aeolis û Dorisê xistiye bin destê xwe lê wî planên xwe yên îlheqkirina bajar-dewletên yewnanî yên li giravên Deryaya Egeyê berda û li cihê wê peymanên dostaniyê bi wan re îmze kiriye dibe ku alîkariya wî bikira ku beşdarî bazirganiya sûdmend a yewnaniyên Egeyê bi Misirê a li Naukratisê bibe.[26] Her çiqas sinorê rastîn ê Keyaniya wî li rojhilatê Halîsê, li xalek nediyar a rojhilatê Anatolyayê be jî, li gorî Herodotus, Kroîsos li ser hemî gelên li rojavayê çemê Halîsê hikum kiriye.[29][30][31]
Kroîsos ku pêwendiyên wî yên dostane yên ku di navbera bavê wî Alyattes û qiralê Împeratoriya Medyayê, Kîyaxares de hatibûn çêkirin re berdewam kiriye û piştî ku wî cihê Alyattes girtiye û Astîages jî ku cihê qiralî medî Kiyaxares girtiye, heman pêwendiyên baş ê bi medan re berdewam kiriye.[33] Di bin serweriya Kroîsos de, Lîdya pêwendiyên xwe yên baş ên ku ji aliyê Gîges ve bi padîşahiya Misirê re dest pê kiribûn, ku di wê demê ji aliyê firewn Amasis II ve dihat birêvebirin, berdewam kiriye.[33] Di heman demê de Kroesos pêwendiyên bazirganî û dîplomatîk bi keyaniya neo-babîl a Nabonidus re çêkiriye û bi çêkirina pêwendiyên bi bajar-dewleta Spartayê re pêwendiyên xwe yên bi yewnaniyên li parzemîna Ewropayê zêdetir kiriye.[26]
Di sala 550 yê berê zayînê de bûrayê Kroesos, dema ku padîşahê Medyayê Astîages, ji aliyê neviyê xwe yê padîşahê farisî Kûruşê Mezin ve hatiye têk birin.[33] Bi ketina medan re Kroîsos li dijî Pteryayê ku paytexta dewleteke frîgî yê girêdayî Lîdyayê bû êrîş daye destpêkirin. Hatiye diyarkirin ev êrîşa Kroîsos ji bo ku Pteryayê hewl daye ku dilsoziya xwe bi Kûrûşê Mezin re ragihîne, ji bo têkbirina medan pêk hatiye.[33] Kûrûş bi destwerdana xwe yê li Kapadokyayê bersiv daye û li Pterayê di şerekî de lîdyayiyan têk biriye û careke din dîsa li Thîmbrayê berê ku paytexta Lîdyayê Sardisê dorpêç bike û bi dest bixe, bi vî awayî dawî li serweriya xanedana Mermnad û împeratoriya Lîdyayê aniye. Piştê vê bûyerê Lîdya êdî ti carî serxwebûna xwe bi dest nexistiye û wekê beşek ji împeratoriyên cûrbecûr ên li pey hev maye.[33]
Çand
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lîdyayî di serdema kevnare ya destpêkê de dînperst bûn ku ji ber çavkaniyên naskirî yên ku bi piranî ji eslê xwe yewnanî ne, hê jî hindik hatiye îspatkirin lê nivîsên lîdyayî yên di derbarê dînê de pir kêm in[34] û ti komên nivîsên rîtuelî yên lîdyayî yên wekê tabletên rîtuelî yên hîtîtan nehatine dîtin.[34]
Her çiqas nivîsarên lîdyayî ya tomarkirî piçûk be jî, nivîsên cûrbecûr ên têkildarî dînê ji dora sala 650 heta li dora 330-325ê b.z. ne ku bi vî awayî ev nivîsar ji serdema ku bi damezrandina xanedaniya Mermnad di bin serweriya Gîges de dest pê dike û bi piştî fetihkirina makedonî ya di bin serweriya Îskender III û destpêka serdema helenîstîk bi dawî dibe, vedihewîne.[35] Li gorî delîlên sinorkirî, pratîkên dînî yên lîdyayî li dora berhemdariya xwezayê disekinîn ku wekî di nav civakên kevnar de gelemperî bû ku bi çandiniya serketî ya erdê ve girêdayî bûn.[36]
Dînê Lîdyaya destpêkê bi kevneşopiyên Anatolyayê û yewnanî ve girêdanên bihêz nîşan dane û pantheona wê ji xwedawendên lîdyayî yên xwemalê pêk dihat ku perspektîvên xwedawendên Ege-Balkan ên berê bûn û her wiha xwedawendên Anatolyayê bûn ku rolên kêmtir werdigirtin.[34]
Her çiqas Lîdya li dora sala 547ê b.z. de ji aliyê Împeratoriya Hexemenişî ve hatibe fetihkirin jî, kevneşopiyên xwemaliyên lîdyayî ji aliyê desthilatdariya farisan ve nehatine tunekirin û piraniya nivîsên lîdyayî di vê serdemê de hatine nivîsandin.[37]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Forgham‐Healey, Nicola (3 gulan 2011). "Dictionary of Biomedicine2011172(Advisory editor Christopher O'Callaghan). Dictionary of Biomedicine. Oxford: Oxford University Press 2010. ix + 608 pp., ISBN: 978 0 19 954935 1 £12.99; $18.95 Oxford Paperback Reference". Reference Reviews. 25 (4): 37–38. doi:10.1108/09504121111134025. ISSN 0950-4125.
- ^ "British Museum - The origins of coinage". www.britishmuseum.org (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 7 gulan 2026.
- ^ Jacquemin, Anne (2012). "P. J. Rhodes: A History of the Classical Greek World 478–323 BC". Gnomon. 84 (4): 328–332. doi:10.17104/0017-1417_2012_4_328. ISSN 0017-1417.
- ^ Rasmussen, Tom (1984). "Giuliano Bonfante & Larissa Bonfante: The Etruscan language. Manchester: University Press, 1983. 174 pp., 38 illus., 4 maps. £25". Antiquity. 58 (223): 144–145. doi:10.1017/s0003598x0005170x. ISSN 0003-598X.
- ^ Mouton, Alice; Rutherford, Ian; Yakubovich, Ilya, edîtor (3 hezîran 2013). Luwian Identities. BRILL. ISBN 978-90-04-25341-4.
- ^ Yakubovich, Ilya (1 kanûna paşîn 2010). Sociolinguistics of the Luvian Language. BRILL. ISBN 978-90-04-17791-8.
- ^ "Lydia | All About Turkey". www.allaboutturkey.com. Roja gihiştinê 8 gulan 2026.
- ^ a b "The Archaeological Exploration of Sardis". sardisexpedition.org. Roja gihiştinê 9 gulan 2026.
- ^ Bryce, Trevor (21 çiriya paşîn 2012). McMahon, Gregory; Steadman, Sharon (edîtor). The Late Bronze Age in the West and the Aegean (bi îngilîzî). Cild 1. Oxford University Press. doi:10.1093/oxfordhb/9780195376142.013.0015.
- ^ Payne, Annick (18 tebax 2025). "The Lydian Empire". academia.edu.
- ^ a b Figueira, Thomas (16 kanûna paşîn 2020). Language as a marker of ethnicity in Herodotus and contemporaries. Routledge. rr. 43–71. ISBN 978-1-315-20908-1.
- ^ Bury, J. B.; Meiggs, Russell (1975). Introduction. London: Macmillan Education UK. rr. 1–3. ISBN 978-0-333-15493-9.
- ^ BRAUN, R. M.; HOPPE, R. (7 îlon 1982). "ChemInform Abstract: OXOSTANNATES(II). IV. DIRUBIDIUM DIOXOSTANNATE (RB2SNO2) AND DIPOTASSIUM DIOXOSTANNATE (K2SNO2)". Chemischer Informationsdienst. 13 (36). doi:10.1002/chin.198236037. ISSN 0009-2975.
- ^ Buick, I.S (1991). "Mylonite fabric development on Naxos, Greece". Journal of Structural Geology. 13 (6): 643–655. doi:10.1016/0191-8141(91)90027-g. ISSN 0191-8141.
- ^ Davis, Peter J.; Cook, D. Ryan; Stiller, Richard; Davin-Robinson, Karen (1988). "Stressed Children". Anesthesia & Analgesia. 67 (2): 196???197. doi:10.1213/00000539-198802000-00021. ISSN 0003-2999.
- ^ a b c d Spalinger, Anthony J. (1978). "The Date of the Death of Gyges and Its Historical Implications". Journal of the American Oriental Society. 98 (4): 400–409. doi:10.2307/599752. ISSN 0003-0279.
- ^ a b c Spalinger, Anthony (1976). "Psammetichus, King of Egypt: I". Journal of the American Research Center in Egypt. 13: 133–147. doi:10.2307/40001126. ISSN 0065-9991.
- ^ Gorman, Vanessa (2001). Miletos, the Ornament of Ionia. Ann Arbor, MI: University of Michigan Press. ISBN 978-0-472-03777-3.
- ^ "La Lydie d'Alyatte et Crésus: Un royaume à la croisée des cités grecques et des monarchies orientales. Recherches sur son organisation interne et sa politique extérieure" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 9 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 gulan 2026.
- ^ a b c d e f Dale, Alexander (1 çiriya pêşîn 2015). "WALWET and KUKALIM: Lydian coin legends, dynastic succession, and the chronology of Mermnad kings". Kadmos (bi almanî). 54 (1–2): 151–166. doi:10.1515/kadmos-2015-0008. ISSN 1613-0723.
- ^ a b Spalinger, Anthony J. (1978). "The Date of the Death of Gyges and Its Historical Implications". Journal of the American Oriental Society. 98 (4): 400–409. doi:10.2307/599752. ISSN 0003-0279.
- ^ Griffin, Jasper (8 hezîran 2006). Herodotus and tragedy. Cambridge University Press. rr. 46–59.
- ^ Grousset, René (1988). The empire of the steppes : a history of Central Asia. Internet Archive. New Brunswick : Rutgers University Press ; London : Eurospan [distributor]. ISBN 978-0-8135-0627-2.
- ^ "tandfonline.com". www.tandfonline.com. doi:10.1080/00438243.1972.9979527. Roja gihiştinê 10 gulan 2026.
- ^ Ivantchik, Askold I. (1993). "La datation du poème l'Arimaspée d'Aristéas de Proconnèse". L'antiquité classique. 62 (1): 35–67. doi:10.3406/antiq.1993.1160. ISSN 0770-2817.
- ^ a b c d "Lîdya di bin desthilatdariya Alyattes û Croesus de: Padîşahiyek li ser xaçerêya bajar-dewletên yewnanî û monarşiyên Rojhilat. Lêkolîn li ser rêxistina wê ya navxweyî û siyaseta derve" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 9 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 gulan 2026.
- ^ "Alyattes of Lydia - Livius". www.livius.org. Roja gihiştinê 10 gulan 2026.
- ^ Boardman, John, edîtor (1991). The Cambridge ancient history. Vol. 3, Pt.2: The Assyrian and Babylonian empires and other states of the Near East, from the eighth to the sixth centuries B.C. / ed. by John Boardman (Çapa 2). Cambridge: Cambridge Univ. Press. ISBN 978-1-139-05429-4.
- ^ a b Diakonoff, I. M. (6 hezîran 1985). MEDIA. Cambridge University Press. rr. 36–148. ISBN 978-1-139-05493-5.
- ^ a b Leloux, Kevin (2016). "THE BATTLE OF THE ECLIPSE (MAY 28, 585 BC): A Discussion of the Lydo-Median treaty and the Halys border". Polemos: Journal of Interdisciplinary Research on War and Peace (bi îngilîzî). 19 (2). ISSN 1331-5595.
- ^ a b Rollinger, Robert. "R. Rollinger, The Western Expansion of the Median 'Empire': A Re-Examination. In: G. B. Lanfranchi, M. Roaf, R. Rollinger (eds.), Continuity of Empire (?). Assyria, Media, Persia (HANE/M V), Padua 2003, 289-319". academia.edu.
- ^ DeFond, Mark L.; Jiambalvo, James (1 tîrmeh 1991). "Incidence and Circumstances of Accounting Errors". The Accounting Review. 66 (3): 643–655. doi:10.2308/tar-9605072962. ISSN 0001-4826.
- ^ a b c d e "La Lydie d'Alyatte et Crésus: Un royaume à la croisée des cités grecques et des monarchies orientales. Recherches sur son organisation interne et sa politique extérieure" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 9 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 gulan 2026.
- ^ a b c Payne, Annick (15 kanûna pêşîn 2019). Native Religious Traditions from a Lydian Perspective. Lockwood Press. rr. 231–248. ISBN 978-1-948488-17-4.
- ^ Payne, Annick (2019). Native Religious Traditions from a Lydian Perspective. Lockwood Press. rr. 231–248. ISBN 978-1-948488-17-4.
- ^ Payne, Charlotte (16 adar 2020). "The decarbonisation divide". Nature Human Behaviour. 4 (3): 236–236. doi:10.1038/s41562-020-0843-8. ISSN 2397-3374.
- ^ Payne, Richard K (15 kanûna pêşîn 2025). "Glossary". Tantra Across the Buddhist Cosmopolis: 219–232. doi:10.1093/9780199709502.003.0008.
