Lloyd Banks

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lloyd Banks
Image dans Infobox.
Lloyd Banks
Jidayikbûn
Nasnav
Lloyd BanksLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Perwerde
August Martin High School (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Labels
Shady Records (en), G-Unit Records (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Malper
Dîskografî
Lloyd Banks discography (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Christopher Lloyd (jidayîkbûn: 30'ê nîsanê, 1982), rapvanekî amerikî ye ku bi navê hunermendiyê ango Lloyd Banks çêtir tê naskirin. Ew jî endamekî gruba hip-hop G-Unit e (hin ji endamên dîn jî 50 Cent û Tony Yayo ne). Rehên wî jî Puerto-Rîkî û Afrîkî ne.

Jîyaneçîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lloyd Banks li New Carrollton, Maryland di 30ê Nîsanê 1982 de ji dayik bûye. Diya wî Puerto-Rîkî û bavê wî jî Afrîkî-Amerîkî ye. Dema Banks bû 6 salî, ew li New York City, li navçê South Jamaica, Queens bicî bûn. Ji ber çûnûhatinên bavê wî yên zîndanê, Banks bi pîranî ji diya xwe ve xwedî bû. Wî xwendengeha paşîn berda berî ku ew bibe 16 salî. Vê demê Banks dest bi rapkirinê kir, li kolanên navça xwe û ew zû li wira bi nav û deng bû. Bi du rapvanên navçê yên dîn re, 50 Cent û Tony Yayo, wan digel hev grub G-Unit damezrand. Hema her 3 dest bi derxistina mixtapeyan kir, û di demeke kurt de rapvanê Detroitê yê navdar Eminem bi wan hesiya û wî bi labela xwe ya Interscope, Shady Records, şanî 50 Cent kir.

G-Unit[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Paşê serfiraziya albuma 50 Cent a pêşîn, Get Rich or Die Tryin', G-Unit albuma xwe ya pêşîn, Beg for Mercy, jî derxist. Vê albumê jî pir serfiraz bû û vê buyerê ji Banks re riyê vekir ku albuma xwe ya pêşîn jî derxe.

The Hunger for More[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê vê albumê The Hunger for More (Birçîtiya êde) bû û 14 şopan tê de hebûn. Di Hezîranê 2004 de li labelê G-Unit/Interscope Records hat derxistinê û di hefta pêşîn vê derxistinê de 400.000 album dihatin firotinê.

Niha[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li payîza 2005 albuma bi navê The Big Withdraw li Internetê jê hat, tê de 23 stranên nû hebûn. Niha Banks albuma xwe ya bê (2êmîn) amede dike. Li ser websîta G-Unit'ê ya fermî hate ragihandinê ku navê wê wê Rotten Apple ('Sêva Alos') be û ku ewê di 19ê Îlonê de ji bo firotina peyda bibe.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]