Mînerolojî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mînerolojî ji bo lêkolîna mîneralan prensîbên kîmya, erdnasî, fizîk û zanista madeyê dixebitîne

Mînerolojî, şaxeke zanistê ye ku li ser madenan lêkolînê dike. Peyva mineralogy ji peyva mineralis tê. Di latînî de, tê wateya "laş ku ji qalikê erdê hatî derxistin".

Mîneral pêkhatên ku kevirên li ser rûyê erdê pêk tînin e. Ji ber ku kevirên ku qalikê erdê çêdikin ji mîneralan pêk tên, şaxê sereke yê zanistê erdnasî ye, ku li ser keviran lêkolînan dike. Mînerolojî jî ji erdnasiyê pêş ket û bû şaxeke nû yê zanistê.

Ji bo ku meriv mînerolojiyê baş fam bike, pêdivî ye ku meriv petrografî, geofîzîk û jeokîmya û hem jî bîrkarî, fîzîk û kîmya bizanibe. Mînerolojî bi gelemperî wekî krîstalografî û "mînerolojiya taybetî" dibe du parçe.

Di krîstalografiyê de; mezinbûn, şeklên derve û avahiyên hundirîn ên mîneralan têne vekolandin.

Di mînerolojiya taybetî de; taybetmendiyên fizîkî û kîmyewî yên mîneralan têne xwendin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.