Mîrektiya Hekarî
Mîrektiya Hekariyê, mîrektiyekî kurd bû ku navenda wê li dora bajarê Colemêrg bû û li rojavayê gola Ûrmiyeyê li ser sinorê Îranê bû ku li ser gelek gelên cur bi cur hikum dikir.[1]
Ev mîrnişîn ji sedsala 14an heta sala 1845an dom kiriye, piştî ku ji ber nakokiyên navxweyî ew ji bo demek kurt ket bin sîwana dawîn mîrektiya kurd a Botanê ku ji aliyê Bedirxan Beg ve dihat birêvebirin. Di dawiyê de, piştî reformên Tenzîmatê ku dewlet ji nû ve organîze û navendî kir, her du jî di nav împeratoriya osmanî de hatin tevlîkirin.[2]
Destpêk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Hekarî bi mîrektiya meşhûr bûye û di dîrokê de gelek şaristan dîtîne. Berî ku osmanî bikevin nav herêma Hekarî, Hekarî di bin destê mîran da bû û carna selcûqiyan, aqoyuniyan û sefewiyan hikûm li ser mîrên Hekarî dikirin. Herêma Hekarî bi dûçûna Martin Van Bruinessen, Wana niha û Bakurê Îraqê dihundirîne.[3] Mîrên Hekarî xwe wek neviyên ebasiyan didene nasîn û niha jî li Colemêrgê bermayiyên wan mayîn e. Lê bi dûçûna akademîsyenên nûjen bavkalên Mîrên Hekarî ji Ebasiyan nînin. Wî wextî li gelek herêmên misliman ji bo meşrûbûna xwe navê Ebasiyan bikartînan. Bi dûçûna akademîsyen Nizar Eyûb Hesen bingeha vê mîrektiyê malbata Mengelan e.[4]
Dema Tîmûrleng êrîş dibe ser herêma Hekaryan, Mîr Êzdîn Şêr berxwedaneke mezin nîşan dide. Lê ji ber bêexlaqiya şerê mongolan dijî kesên sivîl, Mîr Êzdîn Şer serê xwe li dijî Tîmurleng ditewîne. Lê piştî Tîmurleng destilatê teslîmî Êzdîn Şêr dike, vedigere. Paşî aqoyunî êrîşê dibin ser mîrektiya Hekaryanê. Aqqoyunliyan bi alikariya eşîreteke bi navê Dombilî ku ji eslê ji Cizîrê ne û Kurd in, Mîrê Hekaryanê kuşt û herêm teslîmî Dombiliyan kir. Herêma rojhilatê Hekaryanê dane begên Mehmudiyan. Serokê Mehmudiyan Şêx Mehmûd bû û ji eşîrên kurdan pêk dihat ev herêm.
Asaduddîn ku ji binemala mîrên Hekaryanê bû û li Misirê ji bo Memlûkan dixebitî. Asaduddîn bi rêya Asûriyên bazirgan ku di navbera her du herêman de ticaretê dikin, hate Hekaryanê û bi alikariya Asuriyan herêma Hekaryan ji Dombiliyan paqij kir. Dombilî paşî direvin û diçin bi desthilata Sefewiyan li devera Xoyê dijîn.[5]
Piştî Asaduddîn, kurê wî Zahid Beg bû desthilatê nû li herêmê. Wî jî dixebit ku herêma mayî ku di destê Mehmudiyan bistîne û bixe nav axa Hekaryanê de. Piştî Zahid Beg mirî axa herêma Hekaryanê bû du parçe. Yek parçe ji Westanê pêkdihat ya din jî ji Colemêrgê pêkdihat. Rêvebirina van her du deveran de destê her du kurên Zahid Beg; Sayd Mihemed û Melîk Beg de bû. Kurê Melîk Beg, Zeynel Beg li dijî bavê xwe serî hilda û serkeft. Lê bavê wî Melîk Beg ji Colemêrgê reviya û çû Westanê li cem brayê xwe Sayd Mihemed. Sayd Mihemed piştî vê bûyerê bi alikariya eşîra Pinyanişîyan êrîş dibe ser Zeynel Beg û ji Colemêrgê derdixîne.
Ev mîrektî wî wextî li ser kaxezê her çend girêdayî Osmaniyan bin jî, wek dewleteke serbixwe tevdigeryan. Jixwe li gel Sefewiyan hevdîtin dikirin. Jixwe Waliyê Wanê Îskender Paşa yê Osmaniyan ji vê rewşê gelek nerazî bû. Ji ber vê nerazîbûnê Îskender Paşa ji Mehmudiyan alikariyê dixwaze û Sayd Mihemed digirin û îdam dikin.[3] Piştî îdamkirina Sayd Mihemed, brazayê wî Zeynel Beg anîn Hekaryan û bû mîrê nû.
Piştî qetlîama Nastûriyan mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Sultan Ebdulmecîd li sala 1940an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku li Osmaniyan de li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê tapû dihate dayîn.
Serdema Osmaniyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şerê kurd û nestoriyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heta salên 1800an jî Kurd û Nestorî li herêma Hekaryan bi hevra dijiyan. Lê piştî salên 1800an Împeratoriya Osmaniyan ber bi rûxandinê ve diçû û gelek dewletên rojavayî ketin nav herêmê da. Bi taybetî dewletên Fele/Katolîk/Ortodoks ketin nav herêma Hekaryan û feeliyetên mîsyonerî dikirin. Armanca wan ew bû ku Nastûriyan ji mezheba wan dûr bêxin û nêzî mezheba xwe bikin. Ji ber vê jî li herêma Hekaryan dibistan û dêrên nû çêkirin. Li ser çiyayekê Geliyê Tiyarê dibistaneke mezin û dêreke mezin hatibû ava kirin ku li hemû herêmê hatibûya dîtin. Ev pêkhate wekî qeleyê bûn ji ber wê jî tirs xiste nav kurdan. Ev karûbarên mîsyonera nerazîbûn di navbera kurdên herêmê çêkir. Bi zeîfbûna Osmaniyan û bihêzbûna dewletên rojavayiyan tesîrên xwe li ser herêmê hêdî hêdî dikir. Serokê Nastûriyan Mar Şîmon hêdî hêdî li herêmê dibû kesekê girîng û bihêz.
Di atmosfereke wiha de her sal Nastûriyan wek xelkê deverê bac dida Mîrê Hekaryanê Nurullah Beg, lê li sala 1843ê de dema Nurullah Beg baca xwe xwestî, Nastûriyan ev red kir. Li ser vê Nurullah Beg ji mîrê Botanê, Bedîrxan Beg re alikarî xwest. Van her du hêzan êrîş bir ser Nastûriyan û komkujiyeke mezin li deverê çêbû. Li sedsala 5ê heta niha kurd û nastûrî bi hevra dijiyan lê ev cara yekemîne ku tişteke wiha qewimî. Bi dûçûna gelek çavkaniyan armanca Bedîrxan Beg kuştina Mar Şîmon bû.[6]
Piştî ev bûyer li dinyayê belav bû. Helwesteke dijwar li Bedîrxan Beg li dinyayê çêbû û ji ber van givaşan Bedîrxan Beg li sala 1847ê de xwe teslîmî osmaniyan kir û ber bi Stembolê ve hate sirgûn kirin. Jixwe di van wextan de Padîşahê Osmaniyan Mehmûdê duyem biryar dabû ku otoriteya navendî saz bike, ji ber wê jî mîrektiyên kurdan yekûyek ji holê radikirin.
Bi dûçûna mîsyonerekê rojavayî yê bi navê Layard Şêxê Nehriyê, Şêx Seyyîd Taha li deverê dijminiya Nasturiyan dikir û dixwast Bedîrxan Beg êrîşî bibe ser Nesturiyan. Jixwe gelek tesîra Şêx li ser Mîran û xelkê deverê hebû.[7]
Piştî belavbûna mîrektiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piştî qetlîama Nastûriyan mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Siltan Ebdulmecîd li sala 1840an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku li Osmaniyan de li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê tapû dihate dayîn. Mîrektî ji holê rabû. Piştî jiholêrabûna mîrektiyan valahiyeke siyasî û leşkerî li deverê peyda bû. Hêza serokeşîran li deverê zêde dibû û her serokeşîr bi serê kar dikir. Ev jî dibû sedema xerabûna rewşa Kurdistanê. Jixwe gelek wext neçû Sultanê Osmaniyan bi Alayên Hemîdiye grûbeke çekdarî ji eşîrên kurd ava kir û gelek endamên eşîran bûn çekdarên vê hêzê.
Kronolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi dûçûna dîroknas Nizar Eyûb Hesen destpêka mîrektiya Hekariyê digehe sala 1258ê. Dibe ku berî vê tarîxê ev mîrektî hatibe ava kirin lê çavkaniyên nivîskî nînin. Avakerê vê mîrektiyê Emîr Seyfedîn Mengln bin Ali el Hakkarî ye [8]
- Mîr Seyfedîn Menglan: Li sala 1258ê ji ber îstîlaya Mongolan ji Hekarî derdikeve û diçe Misirê.
- Eseddîn Mûsa: Kurê Mîr Seyfedîn Menglan e. Li sala 1270ê de li dijî Mongolan şer dike û destê xwe winda dike. Lê devera Hekariyê dixe bin destê xwe.
- Mîr Îmadeddîn Meclî: Kurê Eseddîn Mûsa ye. Di navbera salên 1310-1340ê de hikûm dike. Navenda vê mîrektiyê bajarê Colemêrgê bû û her wisa li bajar û bajaroken nêzîk de jî gelek qelayên girêdayî hebûn. Bi giştî bra û mamên wî li ser van qela bûn.
- Emîr Îzzedîn Şêr: Ji bo malbatê ti agahî nînin. Li navbera salên 1350-1390ê hikûm li deverê dikir. Li dijî sefera Tîmûr Xan ya Wanê derket. Li dijî Tîmûr Xan serneket û teslîm bû. Lê dîsa jî Tîmûr Xan ew wek Melikê Kurdistanê binav kir û li cihê xwe hêla.
- Melik Mihemed Bin Îzzeddîn Şêr: Kurê Êzdînşêr bû. li navbera salên 1420-1430 hikûmdarî kir. Di dewra kurê Teymûr Xan, Şahrûh de li dijî dewleta Qereqoyûnî şer kir. Lê biserneket û hate kuştin.
- Emîr Siltan Ehmed û brayê wî Behaeddîn: Her du jî kurên Melik Mihemed bûn. Di êrîşên Qereqoyuniyan de hatine kuştin. Bi dûçûna çavkaniyên ermenîyan Mîrektiya Hekariyê hilweşiya bû. Lê neviyekê Melik Mihemed, Mîr Eseddîn li salên 1440an de mîrektiya xwe dîsa rêkûpêk kir.
- Mîr Zahid Beg: Ji bo malbatê agahî ti ne. Li salên 1470an de hikûmdarî kir. Li sala 1514ê de li gel Osmaniyan tifaqî kir.
- Melik Beg: Kurê Zahid Beg e. Li dijî Sefewiyan şer kir.
- Zeynel Beg û brayê wî Seyyîd Mihemed Beg: Kurên Zahid Beg in. Piştî Sefewiyan Wan bidest xist di navbera her du brayan de şer derket. Lê Osmaniyan dîsa Zeynel Beg wek Mîr nasî. Vî wextî şerên Osmanî û Sefewiyan dewam dikir.
- Zeynel Beg: Piştî devera Hekari ket bin destê Osmaniyan Zeynel Beg wek mîr hatibû nasîn. Di navbera salên 1550-1580ê de hikûmdarî kir.Lê Zeynel Beg carna ji Osmaniyan dûr diket û nêzî Sefewiyan dibû.
Têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Bengio, Ofra (15 çiriya paşîn 2014). Kurdish Awakening: Nation Building in a Fragmented Homeland (bi îngilîzî). University of Texas Press. ISBN 9780292758131.
- ^ Eppel, Michael (13 îlon 2016). A People Without a State: The Kurds from the Rise of Islam to the Dawn of Nationalism (bi îngilîzî). University of Texas Press. ISBN 9781477311073.
- ^ a b Bruinessen 2003, r. 221.
- ^ 1258-1849 A series of Hakkari princes , Nizar Eyûb Hesen, r:6|https://www.academia.edu/40504195/%D8%B3%D9%84%D8%B3%D9%84%D8%A9_%D9%86%D8%B3%D8%A8_%D8%A7%D9%85%D8%B1%D8%A7%D8%A1_%D9%87%D9%83%D8%A7%D8%B1%D9%8A_1258_1849_A_series_of_Hakkari_princes_1258_2849?email_work_card=title
- ^ Bruinessen 2003, r. 224.
- ^ Bruinessen 2003, r. 276.
- ^ Bruinessen 2003, r. 347.
- ^ 1258-1849 A series of Hakkari princes , Nizar Eyûb Hesen