Here naverokê

Pinyanişî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pinyanişî yek jî eşîretên mezin ên herêma Colemêrgê ye. zêydan, şipîranî, Çelî, kevijî, pirxulkî, malbubî, bilêcan, masiroî, Osmanbegî , xaşkanî, talisî,, şivîşki, guzereşî, silehî, dizehî, xanî, jîyanişî û hêşetî hin bineşîr in û Nerweyî Zêbarî ne.

Niha wek rêberê eşîretê mala Zeydan tê nasîn. Ev mal di wextê Komara Tirkiye avabûyî, hikûmetê ji Bedlîsê anîn Geverê û danîn li ser vê eşîrê. Bi dûçûna hindek lêkolînan li Bedlîsê eşîrek bi navê Zeydan hebûye û ji 5 eşîrên xwecihî yên herêma Bedlîsê bûne[1]. Her wisa mala Zeydan îdîa dike ku bingeha digehe serdarê artêşa Îslamê Xalid bin Welîd. [2]

Ali İhsan Zeydan serokê eşîra Pinyanişî ye.[3] Keça wî Melîke Zeydan di 11'ê Gulana 2024'an de li Otela Sheraton a Enqereyê bi kurê Wekîlê Mûşê Serokê Eşîra Badikan (eşîr) Zekî Eker Serkan Eker re zewicî. Daweta ku ev her du eşîrên mezin û kûr li hev civiyan, 25 parlementer, wezîrên dewletê, şaredar û serokên eşîran bûn şahidê daweta wan. Li Tirkiyê wek daweta salê hat tomarkirin. Zavayê Alî Îhsan Zeydan Serkan Eker ji Zanîngeha İngiltere American ünivercity ya Richmond a Londonê mezûn bû. Serkanê zavayê Alî Îhsan Zeydan ji malbateke gelek esilzade ye.[4][5]

Dabeşkirina eşîrê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eşîra pinyanişiyan ji 6 qebîleyan pêk tê;

  1. Bilêcanî
  2. Baqoşanî
  3. Çemanî
  4. Zêdanî
  5. Mûsanî
  6. Kîzanî