Mîtolojiya yewnanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mîtolojiya Yewnanî hat beralîkirin)
Mîtolojiya yewnanî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Kîklop

Vebêjeyên mîtolojîk ên Yûnanî bi vegotineke muhteşem li seranserê cîhanê bûne xwediyê deng û rêzdariyeke mezin.

Bi nêzîkeyî B.Z. (Berî Zayînê) di sala 725’an de Hêsiodos di Theogonia ya xwe de û dîsa bi nêzîkeyî B.Z di sala 775’an de Homeros di Îlyada ya xwe de, ev vebêjeyên mîtolojîk bi nivîsînê nemir kirine.

Ev vebêje gerdûneke ku pirr dişibe gerdûna îroyîn vedibêjin. Xwedayên xwe û lehengên xwe bi rewşên mirovî ku bi mirovan re hene dişayesînin. Xweda û xwedawendên yewnanî malbateke mezin in. Di vê malbatê de her ferd xwediyê kesayeteke cuda ye.

Li gorî mîtolojiya yewnanî tu tişt ji tunebunê çê nabe ango daring (madde) mêjîn (ezelî) û abadîn (ebedî) e. Ji ber vê jî berî hebûna xweda û xwedawendan jî daring bi awayekî aloz her hebû. Di mîtolojiya yewnanî de ji vî awayê aloz ê gerdûnê re “Xaos” tê gotin.

Di vê mîtolojiyê de afirandin ji civaka maderşahî ber bi civaka pederşahî tê guhertin. Her weke rêveberiya mirovî di rêveberiya xwedayî de jî rêveberî ji bav dibuhure kur û herwiha di buhure neviyan jî.

Di mîtolojiya yewnanî de Maderexak (Gaîa an Gê) xwedawenda yekemîn e. Mirovên ku li yewnanîstanê dijiyan û bi axê jiyana xwe didomandin, ji ber ku pêwîstiya wan bi bereket û zayîna axê hebû xwedawenda yekemîn Gê dihebandin. Van mirovan zayîna jinê û bereketa axê şibandibûne hevûdu, lewre jî sifateke mê dane axê.

Zayîna Yezdanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ouranos û Kronos

Ji aloziya ku kaos jê re tê gotin sisê heyberên nemir afirîn; Gaîa (Maderexak), Tartaros (Tariya Binê Erdê) û xwediyê delaliyeke bêpayan, tîmsalê evînê Eros (Evîn). Paşê Gaîa bêyî ku xwediyê mêrekî binavê Ûranos afirand û ji wî re zewicî. Ji bo ku wê werbigire û wê biparêze ew bi xwe re yeksan kir. Û ew kire bavê asîmanan. Bi vî awayî binê erdê (Tartaros), xak (Gaîa), evîn (Eros) û esman (Ûranos) afirîn. Ji zewaca Gaîa û Ûranos sisê zarokên nemir ên pêşîn çê bûn; Dêwên Sedmil. Her dêwek xwediyê pêncih serî û sed milî bû. Piştî van jî sisê zarokên yekeçav ku ji wan re Kîklop tê gotin, çê bûn.

Ûranos ji hêza van şeş zarokên xwe ya hovane tirsiya û ew di kûrahiya Tartaros de heps kirin. Ûranos bawer kir ku dê bi vî awayî desthilatdariya xwe abadîn bike. Lê dilê Gaîa bi jana zarokên wê pare pare dibû û li benda fersenda tolhildanê bû.

Zarokên Gaîa û Ûranos ên din dozdeh Tîtanan bûn. Ji Tîtanan Hêlios xwedayê rojê, Selênê xwedawenda heyvê, Okeanos xwedayê oqyanûsan, Têtîs xwedawenda kehanetê, Kronos xwedayê zemên, Rea xwedawenda bereketa zayendî bû.

Gaîa biryar da ku bi alîkariya zarokên xwe tolê ji Ûranos bihilîne. Ji bo vê jî ji berheste daseka pirr tûj çê kir. Û ji zarokên xwe xwest ku bi vê dasê tola zarokên wê yên li bin erdê hilînin. Ji ber ku zarokên wê ji bavê xwe Ûranos pirr ditirsiyan pêşîn ev awata wê bi cih neanîn. Lê piştî ku lawê wê yê herî piçûk Kronos biryar da ku vê awatê bi cih bîne tîtanên din jî alî Kronos kirin. Bi şev dema ku Ûranos li qiraxên deryayê bi jina xwe Gaîa re raketibû xwedawenda heyvê Selênê ronahiya heyvê birriya û bi alîkariya Selênê û tarîtiyê Kronos bi dasa kevirîn a tûj bavê xwe Ûranos xadim kir. Ûranos bi janeke bêpayan qêriya, ji xwîna wî ya ku dilopî axê bû îfrîtên kirêt ên çençûs ên bi navê Dêw çê bûn, ji bedena wî ya ku di nav avê de bi kefê winda bû jî Afrodîtê’a ku jê re dibêjin xwedawenda ku ji kefê afiriye, çê bû.

Piştî serhildanê Kronos li şûna bavê xwe bû xwedayê asîmanan. Lê ji ber ku mîna bavê xwe ji Dêwên Sedmil û Kîklopan tirsiya, sonda xwe bi cih neanî û ew di tariya kûrahiya Tartaros de hiştin.

Poseidon

Piştî hêvîşkestinê Gaîa li benda fersendeka din ma ku zarokên xwe ji kûrahiya Tartaros derîne. Û bi kehanetekê got ku dawiya Kronos jî dê mîna ya bavê wî be.Lê Kronos bi baweriyeke mezin got ku “ ez dê qedera xwe biguherim”. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Kronos ji jina xwe Rea pirr hez dikir û piştî demeka kin keçeke nazenîn a bi navê Hestia ji dayik bû. Dema Rea ew nîşanî bavê wê Kronos da qedera Kronos di serê wî de bi vîzîn buhurî û bi tundiya van hestan keça xwe Hestia bi carekî daqurtand. Paşê çar zarokên din ji Rea re çê bûn. Tev zarok jî bi heman hestên tund ên Kronos hatine daqurtandin: Posîdon, Hêra, Dêmêtêr, Hadês.

Ji ber van bûyeran dilê Rea bi janan tijî dibû. Dema ku bi zarokê şeşemîn avis bû, çû çem diya xwe Gaîa û alîkarî jê xwest. Gaîa got ku dema zayînê hat biçe Girava Krît û li wir li Çiyayê Dîktîsê li şkefta veşartî xwe veşêre. Gaîa got ku,” ez dê bi periyan alîkariya te bikim ku dê zaroka te bi şîrê bizihnan xwedî bikin û dê dergûşa wî bi darekê ve daleqînin ku Kronos ne li asîmanan ne jî li behrê nabîne.” Gaîa got ku ji bo xapanina Kronos jî tenê ferşekî bi qasî zarokekî bes e.

Zeus

Bi vî awayî Rea, piştî ku Zeus çê bû ew li şkeftê hişt û bi kevirekî çû cem Kronos. Dema Kronos kevir dît berî ku lê binihêre ew bi çarekî daqurtand. Herwiha got qey min qedera xwe cardin guhert. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Sal buhurîn Zeusê zarok mezin bû, bû xwedayekî gihîştî. Bêyî ku haya Kronos jê hebe.

Rojeka ku Kronos tî bûbû, ji Rea vexwarinek xwest Rea jê re vexwarineke xweş anî. Dema ku piyaleya wî qediya yeke din jî xwest, lê vê carê ne Rea yekî biyanî –Zeus- piyaleya tijî jahra ku Gaîa dabûyê anî. Heya ku Kronos pê hesiya ku ew biyanî ye zû ve vexwarin qedandibû. Ji nişka ve Kronos di ûrê xwe de janeke bêpayan his kir, û kevirek vereşand. Paşê jî zarokên xwe yên din ku vêga tev mezin bûbûn vereşandin.

Li hemberê vê serhildanê Kronos got ku her kî bixwaze li şûna min desthilatdar be divê ku bi min re û herwiha bi Tîtanên din re jî şer bike, ji ber ku bêyî vê nabe. Lewre Zeus û xweh û brayên xwe bi Tîtanan re deh salan şer kirin. Lê ne ew ne jî Tîtan bi ser ketin. Di dawiyê de Gê’ya ku vexwarina jahrîn ji bo Kronos dabû Zeûs dîsa alî wan kir û qala Kuklops û Dêwên Sedmil ên di kûrahiya Tartaros de kir.

Zeus û xweh û birayên wî Kîklop û Dêwên Sedmil ji Tartaros xelas kirin û bi alîkariya wan di şer de bi ser ketin. Tîtan jî di kûrahiya Tartaros de heps kirin.

Paşî xwedayan ji bo ku desthilatdariya xwe bibijêrin peşk avêtin. Ji Zeus re xwedahiya asîmanan, ji Poseidon re xwedahiya deryayan, ji Hadês re jî xwedahiya binê erdê derket. Zeus bi xweha xwe Hêra re zewicî û ew bû xwedawenda zewac û zayînê. Hestia bû parêzvana malbatê. Dêmêtêr bû xwedawenda bereket û çandinê. Zeus bû bavê xwedayên din jî paşî; Atêna, Apollon, Artemîs, Persefonê, Arês û Hêfestos. Bi vî awayî dawî li desthilatdariya Tîtanan hat û desthilatdariya xwedayên nû dest pê kir.

Homer, helbestvanê kor,li gori tabloyeke William-Adolphe Bouguereau

Vebêjeyeka mîtolojîk ji yên yewnanî: Nivîsa estûr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dêmêtêr û Keça wê Persephonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwedawenda ku demsalan tîne, diyariyên ku ji bo domandina jiyanê pêwîst in dide, Dêmêtêr e. Ew ji mirovên mirinok û ji axê pir hez dike. Mirovên mirinok jî jê pirr hez dikin . Xwedawenda mezin Dêmêtêr ji yek 12 Xwedawendên Olîmpî ye. Jinên cotkarên yewnanîstanê her êvar dema sifreya şîvê amade dikirin sênîyeke zêde jî didanîn ser sifreyê, ji ber ku îhtîmal heye xwedawenda çandinê Dêmêtêr bibe mêvanê wan.

Ji ber ku şîva mala cotyarekî ji şîvên qesrên mezin ên Olîmposê, ku Hêphaistos plana wan çê kir û Kuklopsan jî ava kirin, tercîh dike, xwedayên Olîmposî yên din dev diavêjin wê, lê ew tenê dibişire.Dêmêtêr, dilovan, nazik û destvekirî ye. Ew herwiha keça mîrê Tîtanan ê erjeng Kronos û xweha mîrê asîmanan Zeus e.

Şadiya jiyana Dêmêtêr a bêmirin, keça wê ya ji Zeus e; Persefonê. Persefonê ji roniya rojê, ji kulîlkên hovik û ji ken hez dike. Kulîlkên hovik ên Sîsîlya pirr xweşik in. Ji ber ku ewqasî xweş in jî Persefonê tim zembîla wê di dest de li mêrgên Sisîlyayê kulîlkan dicivîne. Pirrê caran Athenaya çavronî û xwedayê nêçîrê Artemis pê re hevaltiyê dikin li van mêrgan.

Rojekê Afroditêyê, Mîre Miriyan Hadês ku bi erebeya xwe li Girava Sisîlyayê digere, dibîne. Mîrê siyan weke her demê kontrola Typhonê ku di bin Çiyayê Etna de xwe drêj kiriye û ji devê xwe agir direşîne, dike de ku mirovên mirinok ji van lerzînên erdê û derketina agir zerarê nebînin.

Afrodîtêyê zêrîn bang dike kurê xwe Eros û wiha dibêje:” ji mirinokan pirr kêm kes qedr didin hêz û mezinahiya me. Bi baldarî binihêre ku çawa Atênê, Artemis û Persefonê ji ramanên evînê direvin: Zeus û xweha wî û Mîrê Deryayan serî li ber çekên me tewandin. Vêga dor hatiye Mîrê Miriyan Hadês jî ku em desthilatdariya xwe pê bidin naskirin. Yekî ji tîrên xwe yên ku hedefa xwe tu caran şaş nakin bişîne dilê Hadês de ku mîna dînan di evîna Persefonê de noq bibe.”

Tîra Eros dike ku Hadês dil dikeve Persefonê û Hadês wê ji bavê wê Zeus dixwaze. Zeus wê demê jê re wiha dibêje:” helbet ev ê bibe şahiyeke mezin bo min, lê birayê min ê xoşewîst tu bizanibe ku xweha me Dêmêtêr nahêle ev zewac bibe. Ew nahêle ku Persefonê ji ronahiya roja Hêlios, ji erdên tijî kulîlk, ji geşta azad mahrum bimîne û bibe keybanûya mîrîtiya te ya tarî. Tu wateya hêz û desthilatdariyê bo Dêmêtêr û Persefonê nîn e. Lê ji ber ku birayê min û desthilatdarê mîrîtiyeke mezin î, her çî qas ku ez nikaribim wê bi zorê bidim te jî, ez ê bi dizî ve alî te bikim de ku tu wê birevînî.”

Rojekê ku Persefonê li mêrgên Sisîlyayê kulîlkan dide hev, kulîlkeke ecêb xweşik ku heta wê demê nedîtîbû dibîne. Hevalên xwe li pey xwe dihêle û ber bi kulîlkê diçe ku biçine. Nepêkan e bizanibe ku bavê wê bo Hadês wê birevîne ji axê ev kulîlk afirandiye. Dema Persefonê bo çinîna kulîlkê ber pê diçe ji nişka ve ax vedibe. Erebeyeke ku bi hespên reş e û mîrê miriyan Hadês bi xwe diajo derdikeve. Hadês bi destê xwe yê çepê dizgîn digire û bi destê xwe yê rastê jî Persephonêyê hildide erebeya xwe. Bêyî hevalên wê hay jê hebin wê direvîne û bi dûr dikeve.

“Dayê, dayê” bangî diya xwe dike Persefonê ,”alî mîn bike, min xelas bike”. Lê diya wê jê pirr dûr e. Ji xwedayan û mirovan kes dengê wê nake. Tenê mîrê rojê Hêlios ji erebeya xwe ya ku li asîman pê digere bûyerên ku diqewimin dibîne. Dema Artemîs û Atênê têne mêrgê erd ji zû ve hatiye girtin û kulîlka ecêb xweşik jî winda bûye. Li dû xwedawenda ciwan tenê zembîla wê ya tijî kulîlk dimîne.

Dema ku erebeya Hadês wê di nav golên kûr û hewzên ku dû derdixin de dibuhurîne, Persefonê hîna jî bangî diya xwe dike. Hêvîdar e, heta axa ku çandinê dide, deryaya ku bi lez diherike û Hêliosê ku li jor erebeya xwe diajo xuya ne hinek dengê wê bibihîzin. Piştî ku erd li pey wan tê girtin jî dengê Persephonê li ser çiyayan olan dide; li bin deryayan belav dibe. Dema xwedawenda mezin qêrîna keça xwe dibihîze dilê wê tijî jan dibe. Benê porên xwe yên xweşîk vedike, hewranê xwe ji milên xwe berdide. Mîna teyrekî hov, di navbera behr û berriyê de li her derê bê hêvî li keça xwe ya wenda digere.

Xwedayên nemir ku dizanin Persefonê li kû ye bê deng dimînin. Mirovên mirinok jî nikarin alî wê bikin. Ji bo ku tariya şevê lêgerîna wê qut neke ji agirê sor ê kratera Çiyayê Etnayê du darên qajê pê dixe. Ji hingî ve ne stêra berbangê ne jî ya êvarê dîtine ku bêhna xwe vedide. Lê beredayî digere li cîhanê. Di dawiyê de Dêmêtêr diçe Sisîlyayê ku keça wê dawîn li wir hatibû dîtin. Bêyî ku bizanibe kî sûcdar e her kesî ceza dike. Ger kesek nebêje ka çi bûye ji keça wê dê diyariyên xwe yên ku jiyanê didin ji wan bistîne. Kotanan dişikîne, gayan û xwediyên wan dikuje. Emir dike cîhanê de ku tovên di axê de veşartî ziwa bike û wan kurmî bike. Axa ku bi bereketê navdar e hêdî hêdî şorax dibe. Paşê bayên tund bi xwe re tofanên baranê tînin. Teyrên çavbirçî garisên ku di lasikan de ter mane xelas dikin, dixwin. Xwedawenda mezin diçe derên dinyayê yên din û ji tev mirovahiyê re ziwahî, perîşanî û xelayê tîne. Paşê xwedawenda mezin bi meşaleyên xwe yên ku hîn jî pêketî ne diçe cem Hêliosê ku hem xwedayan hem mirovan hem jî tavê temaşe dike. Dêmêtêr jê re wiha dibêje:” min qêrîna keça xwe kir, mîna ku bêyî dilê wê hinek wê birevînin diqêriya. Dîsa jî nizanim ka çi bûye jê, ji ber ku erebeya te, te ser erdên çandî û deryayên bi lez diherikin digerîne divê te dîtibe ku kî keça min revandiye.”

Herakles

Mîr Hêlios wiha bersiva van peyvan dide:” ji ber ku ez bi halê te yê bikerb xemgîn dibim ez ê ji te re rastiyê bibêjim. Ewrcivîn Zeus bo ku bibe keybanûya wî alîkariya Hadês kir û Persefonê da revandin. Min qêrîniya wê ya dema revandinê kir. Dîsa jî ji ber ku birayê te mîrê miriyan xwediyê mîrîtiyeke mezin e, ev ê zewaceke baş bibe. Hêrsa xwe bibirre û jana xwe kêm bike.” Wê demê dilê Dêmêtêr bi hêrs û janake kûrtir tê dagirtin. Dêmêtêr biryara xwe dide ku Olîmposiyan bi kuştina tev mirovan ceza bike. Ji vir pê ve mirov êdî xwedayan bi qurban û diyariyên bêpayan rûmetdar nakin. Û Hadêsê erjeng ê xwediyê pirrtir miriyan bibe bo rûmetdarkirinê.

Zeus ji vê niyeta wê tirsiya û Irisê pê-ba dişîne pey Dêmêtêr ku vegere Çiyayê Olimbos. Ji ber ku Dêmêtêr bi ya wî nake. Zeus yeko yeko xwedayên Olîmposê yên din jî dişîne pey. Lê heta kesê dawîn Dêmêtêr bi ya wî nake. Dêmêtêr ji xwedayê dawîn ê ku hatiye pey re wiha dibêje.”bibêje Zeus ku ez ê ji bo peyvînê werim Olîmposa bêhnxweş lê heta keça xwe ya xweşik nebînim, nahêlim li ser rûyê dinyayê tovekî tenê jî şîn bibe.”

Dema Dêmêtêr diçe cem Zeus wiha jê re dibêje:” bavê mirov û xwedayan ez hatime bo keça me ya xweşik lava bikim. Ger haya te ji min nebe jî ez bawer im ku tu ji Persephonê hez dikî. Tu dizanî ku çawa ji ronahiya rojê, ken, dengê şadiyê û bêhna kulîlkan hez dike. Çawa tu dikarî bixwazî ku keseke wiha ji jiyanê hez dike bibe keybanûya welatê tarî û bisaw ê mirinê. Bêje Hadês de ku wê serbest bike. “

Zeus:”rast e Dêmêtêr hez û endîşeyên te yên ji bo keça me bi min re jî hene. Lê dîsa jî bizane ku Hadês ji ber evîndariya xwe keça me revand ew xwedayekî bi qasî min mezin e. Tenê di peşkê de ji bo min mîrîtiya asîmanan ji bo wî jî mîrîtiya bin erdê derket. Ger hêz û heza birayê me hêrsa te naqedîne wê demê ez ê bibêjim Hadês de ku Persefonêyê berbide. Lê tenê ger Persefonê tiştek li mîrîtiya miriyan nexwaribe dikare vegere mîrîtiya ronahiyê. Ger xwarina miriyan xwaribe, dê mahkûmî mîrîtiya bisaw bibe.” Dêmêtêr van peyvan wiha dibersivîne:” ez dê Persephonê li wan mêrgên ku ji wan hez dike bibînim, heta wê demê cîhan ê bêjiyan û ziwa bimîne.”

Piştî ku Dêmêtêr diçe Zeus agahberê xwe Hermês dişîne mîrîtiya tarî de ku emir bide Hadês bo serbest berdana Persefonê. Hermês ji Hadês re wiha dibêje:” Hadês apê dilovan, mîrê miriyan, bavê min ez şandim ji bo ku Persefonê bibim cem diya wê. Ji ber ku xwedawenda mezin tev kaniyên xwarinê tune kirine û dixwaze xwedayan bi kuştina tev mirovan ceza bike.”

Hadês bi van peyvan bi xedarî dikene. Ji Persefonê re dibêje;” ji bo tu diya xwe ya cilreş bibînî bi Hermês re biçe, lê divê tu ji dil bizanî ku ez jî ji te hez dikim û dixwazim bi min re li vir bimînî. Min bi başî yad bike, ji ber ku ez ê mêrekî baş bim bo te. Ji bîr neke ku ez jî birayê Zeus im û mîrîtiya min jî pirr mezin e. Dema tu li vir bî her tiştê jîndar û bilebat tu yê bi rê ve bibî. Ez ê bikim ku di nav xwedayên mezin de tu xwedawenda rûmetdartirîn bî. Ên ku mafê te nedin te û te nehebînin ez ê bi erjengiya xwe ya mezintirîn ceza bikim.”

Dema Persefonê van peyvan ji mêrê xwe dibihîze dilşad dibe. Dema li erebeya Hermês siwar dibe, ji bo ku heta dawiyê li ser rûyê erdê nemîne Hadês lipek hinara mîna hinguv dide Persefonê de ku bixwe, Persefonê bê hay û bê agah lipa hinarê dixwe. Paşî Hermês Persefonê dibe cem diya wê.

Dema Dêmêtêr keça xwe ya xoşewîst dibîne wê hembêz dike û bi lez jê pirs dike:”keça min rastî bibêje, te li mîrîtiya tarî ya Hadês tu tişt xwar. Ger te tu tişt nexwaribî tu dikarî bi min re li cîhana ronî bijî. Ger te xwaribî divê tu vegerî cem mêre xwe yê li welatê tarî.”

Persefonê bi çavên şil bersiv dide:” dema ku Hermês hate pey min mêrê min lipek hinara şîrîn da min, ji ber ku ez birçî bûm min ew xwar. Ji encamên wê bêagah bûm.”

Dema Dêmêtêr fam dike ku bihevrebûna wê û keça wê kin e çavên wê ji rondikan tijî dibe. Dema Dêmêtêr dibîne ku diya wê Rea ber pê tê şad dibe. Diya xwedayan bi dilovanî keç û neviya xwe hembêz dike.

Dibêje:” were keça min yê ku dikare bi şadiyê bijî divê bikaribe bi janan re jî bijî. Min ji birayê te Zeus xeberên baş anîn ji bo te. Xwedayên mezin dixwazin ku tu vegerî malbata mezin a Olimbosê. Persefonê dê tenê çariyeka salê li mîrîtiya tarî ya Hadês bimîne. Her sal bi hatina biharê re, bi vebûna kulîlkên bêhndar re Persefonê dê bê cem te, heta dema çinîna çandinê dê bi te re be. Hêrsa xwe ya li hemberî Zeus biqedîne. Bi keça xwe re ta’ma jiyana jîndar bistîne, bila ax berên xwe yên ji bo domîna jiyana mirovan pêwîst in dîsa bide.”

Dema Dêmêtêr peyvên diya xwe dibihîze di nav rondikên çavên xwe de dibişire. Tevî her tiştî dê bi keça xwe re be. Dê bikaribe bi van veqetînên. Dîsa bereketa axê didiyê. Paşê her du xwedawend tevî nemirên Çiyayê Olimbosê dibin.

Bi vî awayî pergala demsalan cardin tê saz kirin. Her sal piştî dema çinîna çandiniyan Persefonê ji bo demsalên zivistanê diçe cem mêrê xwe Hadês. Dema Hêlios cîhan cardin bi germahiya tavê hembêz kir Dêmêtêr dê bibîne ku Persefonê ber pê tê û dê wê hembêz bike. Dêmêtêr dê cardin bi çoşeke bêpayan kulîlk, tov û fêkiyan jîndar bike. Her car dê mirovan bi diyariyên xwe yên ku jiyanê didin şad bike.

Paşî mirovên li mêrgên germ ên xweş keç û dayikê bi hev re şad bibînin. Jinên cotyaran dê di şîvê de her êvar sêniyeke zêde deynin ser sifreyê, heye ku Dêmêtêra dilovan biba mêvan li wan.