Apollon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Apollon

Apollon di ola yewnan û romayî ya klasîk û mîtolojiya yewnanî û Romayê de yek ji xwedawendên Olîmpiyayê ye. Xwedawendê neteweyî yê Yewnan, Apollo wekî xwedawendê tîrvanî , muzîk û dans, rastî û pêşbinî, şîfa û nexweşiyan, tav û ronahî, helbestvanî û hêj bêtir tê nas kirin. Ew wek yek ji xwedawendên yewnan ên herî girîng û kompleks, ew kurê Zeus û Leto, û cêwiyê xwedawenda nêçîrê Artemis e . Wekî ku xwedayê herî bedew û îdeal a kouros (ephebe, an ciwaniya bê rî û werzişdar ) tê dîtin, Apollon wekî hemî xwedayên herî yewnanî tê hesibandin.Pêşbîniya Delfiyê ji wî re hate terxankirin.Apollo di mîtolojiya Etrûskan de ku bi mîtolojiya yewnanî ve bandorkirî ye wekî Apulu tê zanîn.


Jêder û nav[biguherîne]

Tê texmin ku jêdera kulta Apollonê ji Anatolyayê de tê . Bêjenasiya navê Apollon ne diyar e. Dibe ku ev bi zimanê Yewnanî bi wateya "dazanîner", "hilweşîner" an ewê ku ji karesat diparêz e . Di Îlyadayê de, Homer jê re digot Smintheus ( cirdkuj) û "yê ku ji dûr ve ". Li ser navê Phoibos Apollon ("ewê birqîn", bi latînî: Phoebus) ew jî bi xwedawendê rojê Helios re hat wekhev kirin .Navên din Boedromios, "yê ku dilezîne alîkariyê bike, bi qîrînek şer", û Loxias bûn .

Pitagorasvanan û Platonîstan, ku bi taybetî Apollo diperistiyan, pê bawer bûn ku navê wî wateyeke felsefî ye. Ewna vê navê wekî A-pollon (" ewê ne pir") şîrove kirin, ji a- ("ne", alpha privativum) û polonn ("gelek"). Di nav wan de tiwancek ji yek, ya herî bilind, bêguman prensîpa zêdetir re, berevajiya pirrjimar dîtin. Li gorî vê şiroveyê, ku Nû-Platonist Plotînos ji Pitagorasvan re dihesibîn e , "Apollon" navê xwedayê Yek e. Ev bêjenasiya navê Apollo bi eşkereyî di berhemên Platon de nayê govanî dan, lê ew xuya dike ku ew pê dizan bû. Di lêkolînê de tê texmîn kirin ku ew beşek ji " dîtaneya nenivîsî" bû, ku tenê bi devkî hate ragihandin.

Efsane[biguherîne]

Hesibandin[biguherîne]

Apollon parêzkarê huner û muzîkê bû û serokatiya neh mûzeyan kir ( lewma Musagetes bernavekî wî bû) û di heman demê de xwedayê kefaretê bû . Ew jî wekî Apollon Epicurios, xwedayê şifayê hate hesibandin û bi vî wayî şêniyên Figalia ji nexweşiya webayê filîtand.Lê ew di warên din ên jiyanê de jî rolek dileyîst: ew nexweşî, mirin û xirabkirinê derxist (mîna xwedê Babîl Nergal ) û şûnda di şerê Troyayê de webayê şand li wargeha Grekiyan . Di heman demê de ew ji xeteran filîtand (mînak, di fonksiyona Apollon Smintheus, "destavêjê mişkan" an Apollon Lyceius de wekî parêzkarê kewteyan ji guran). Wekî ku xwedayê şîfayê, pêşbînî û cîhenên pêşbiniyê bi wî re têkildar bûn. Bi mirina ejdeha Python re, Apollon hêzên dîtbarî bi dest xwe xist û lewma jî wek Apollon Pythios navlêkiribû û ji bo rêza wî de lîstikên Pitos hatine pîroz kirin.

Ew dikaribû jêhatibûna pêşbiniyê bide ji mirbaran mîna Kassandra, keça key Priamosê bide. Di Şerê Troja de ew li tenişta Trojayî bû û di nav şer de bi guleyên tîrê armanckirî desttêwerdan kir; ew wek tolhildêr bi tîrên xwe re şand wargeha yewnanan ji ber ku wan keça kahînê Apollo girtî bûn û kirin xulama xwe .

Ji bilî vegotinên ku ji bo wî kesê tîpîk in, wek pêşbirka muzeyî ya bi xwedawendê şivanan Pan, Apollo di hejmareke girîng a çîrokên ku derbarê wî de têne behskrin wekî tolhildêr an kujer xuya dibe . Ji ber vê yekê ew Niobeyiyan û dêw Tityos kuşt, yê ku dixwest destdirêjiya dayika wî bike; ew satîr Marsyas, ji ber ku ew hate gotin ku ji xwedê re muzîka xweşiktir çêkir. Ew ferman da Orestes ku dayika xwe Klytaimnestra bikuje da ku ji ber kuştina bavê xwe Agamemnon tol hilde . Erînyeyan yê ku vê yekê nepejirandin, piştre bi dîn ket Orestes, lê Apollo bi serfirazî li hember wan û ruhê Klytaimnestra li pêşberî Girê Aresê li Atînayê parast.

Vegotin[biguherîne]

Yekem çalakiya Apollon, ku li Lîkya an li "girava livdar" Delos hat cîhanê, kuştina mar, Python, dijminê diya xwe Leto bû. Apollon bi tîrekê Python lê xist. Python bi giranî birîndar revî û gihîşt Oracle ya dayika erdê li Delphi, ku bi navê rûmeta Delphyne, jina Python hate nav kirin.