Mîtradates I

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Mîtradates I ango, Mîtradatesê Yekem, an Mîtrîdates I an jî Mîtradat I ji 109 b.z. heta 86 b.z. keyê keyatiya Komagene bavê Antiochos I Theos bû. Mîtradatê Yekem bi dotmîra selewkiyan Laodiceyê re zewicî bû. Li wê zewacê sê keçên û lawekî wî yê bi navê Antiochos, hatî bûn dinê.

Mîtradates li Komageneyê olîmpiyad sazî kirin û bi xwe jî beşdara wan bû. Ji bo ew di xortaniya xwe de yekî hunermend û navdar bû navlêka Kallinikos dihate manê "kî serfiraziyê bi xweşî qezenc dike" girtî bû.

Gorî efsaneyên tên gotin Mîtradates ji bo keyîtiyê xwe ji dewletên dor xwe biparêze bi êzidokan re peyman kirî bû. Li çiyayê Nemrûdê bi lawê xwe Antiochos ve tev çê kirî de key Mîtradates wek bi êzidokan re merhaba dikê hat pêşdarî kirî bû. Li çiyayê Nemrûdê Mîtradat di kevalbaran de Apollo (Mitra), Artagnes (Herakles), Zeus (Oromasdes), Hera (Teleia) û Helios (Hermes) re merhaba dike.

Ji pê Mîtradates I re lawî xwe Antiochos I Theos derbaza textê dibe.

Bibîne[biguherîne]

Girêdanên Derve[biguherîne]