Çiyayê Bêllî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Çiyayê Nemrûd hat beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Disambig grey.svg Ji bo maneyên din, li Nemrûd binêre.
Çiyayê Bêllî
Nemrut Dağı Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
Nemrut Mountain Peak.JPG
Çiyayê Bêllî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Çiyayê Bêllî
Çiyayê Bêllî
Koordînat: 37°58'50.66"Bk, 38°44'26.99"Rh
Dûgel  Tirkiye
Beşa îdarî
Rûerd
 • Giştî
  • 11 hektar Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
 • Bilindahî 2150 metre Li ser Wîkîdaneyê biguherînê
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîneBelge
Çiyayê Nemrûdê Kelepora Cîhanê ya UNESCO di 1987an de
Çiyayê Bêllî li zivistanê
Banokeya bakur
Banokeya rojava
Banokeya rojhilat

Çiyayê Bêllî[1], îro wek Çiyayê Nemrûdê jî tê naskirin (bi tirkî: Nemrut Dağı, bi ermenî: նեմրութ), çiyayekî li parêzgeha Semsûr li başûr rojhelatê Anatoliyayê ye. Ew 76 km li bakur rojavaya Semsûrê nêzî Kolîkê ye. Ew çiyayê di rêza çiyayê Torosê de ye û bilindahiya wî 2.150 m ye.

Li ser tapika wî parêzgeh û gora keyên Komagênêyê hêne. Ew ji aliyê keyê Komagênêyê Antîoxos I Theos (6936 b.z.) û bavê wî Mîtradates I Kallinikos ve (10969 b.z.) hatî bû çêkirin. Ew ji bo wek nîşana aşitiya êzidokên yewnan û persan hatî bû avakirin. Antîoxos ji pê li textê rûnişt re navlêka "Theos" (yewnanî: xwedê) li xwe kir.

Ew demeke dirêj bîr bûbû û di 1881ê de ji aliyê endazeyarekî alman Karl Sester ve hatî bû dîtîn. Kolînên wê yên arkeolojîk heta 1953an dewam kirî bû.

Di 1987an de UNESCO ew têxiste Kelepora Cîhanê.

Li bilindahiya parêzgerê 50 m û firahiye wê 150 m ye. Li ser çiyayê Bêllî sê banokeyan rojhelat, rojava û bakur hene[2]. Li rojava peykerên mezin û rolyef hene.

Banokeya bakur[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Banokeya bakur cihê ku serdanên parêzgehê lê kom dibûn.

Banokeya rojava[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li banokeya rojava pênc peykerên runiştî yên bi bilindahiya 9 m hene. Ew banoke cihiye herî pîroza parêzgehê bû. Peykerên wir û bi rojhelat ve yek hev in, lê karkeriyên wan hîn pir in. Li wir peykerên Antîoxos I û êzidok Tîke; Zeus-Ahûra Mezda; Apollon-Mîtra-Hêlios-Hermês; û Artagnês-Hêraklês-Arês hene.

Banokeya rojhelat[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li vê banokê pênc peykerên êzidokan hene. Ewna ji çepê de berve rastê bi navê xwe yên yewnanî û farsî wiha ne:

Galerî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  1. Bîranînên Osman Sebrî (2004), Weşanên Aram, Stembol.
  2. Plana runiştinê[Girêdan daimî miriye]

Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

  • (înglîzî) Malpera Mezreka Nevnetewiya Nemrûd, bi tirkî, îngîlîzî, almanî, holandî Girêdana arşîvê 27 tîrmeh 2006 li ser Wayback Machine
  • (fransî) Les sculptures du Nemrud Dagh
  • (tirkî) Malpera Parastina Nemrud
  • "IGLSyr 1 1 - PHI Greek Inscriptions". epigraphy.packhum.org.