Mîtradates I Kallinikos
Mîtradates I Kallinikos | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | |
Jidayikbûn | Sedsala 2an b.z. ![]() |
Mirin | 70 b.z. ![]() |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Malbat | Orontid Dynasty ![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Mîtradates I Kallinikos (bi yewnaniya kevn: Μιθριδάτης ὀ Кαλλίνικος, lat. Mithridátēs ho Kallínikos; bi latînî: Mithridates Callinicus), ango, Mîtradatesê Yekem, an Mîtrîdates I an jî Mîtradat I ji 109 b.z. heta 86 b.z. keyê keyaniya Komagênê bavê Antîoxos I Theos bû. Mîtradatê Yekem bi dotmîra seleukiyan Laodikêyê re zewicî bû. Li wê zewacê sê keçên û lawekî wî yê bi navê Antîoxos, hatî bûn dinê.
Mîtradates li Komagênêyê olîmpiyad sazî kirin û bi xwe jî beşdara wan bû. Ji bo ew di xortaniya xwe de yekî hunermend û navdar bû navlêka Kallinikos dihate manê "kî serfiraziyê bi xweşî qezenc dike" girtî bû.
Gorî efsaneyên tên gotin Mîtradates ji bo keyîtiyê xwe ji dewletên dor xwe biparêze bi Xwedawendên re peyman kirî bû. Li çiyayê Nemrûdê bi lawê xwe Antîoxos ve tev çê kirî de key Mîtradates wek bi êzidokan re merhaba dikê hat pêşdarî kirî bû. Li çiyayê Nemrûdê Mîtradat di kevalbaran de Apollon-Mîtra-Hêlios-Hermês, Artagnês-Hêraklês-Arês, Zeus-Ahûra Mezda, û Hêra (Teleia) re merhaba dike.
Ji pê Mîtradates I re lawî xwe Antîoxos I Theos derbaza textê dibe.