Murad Dildar
Murad Dildar | |
---|---|
Jidayikbûn | sala 1986 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde | Felsefe |
Pîşe | Nivîskar, çîroknivîs |
Salên çalak | 2009 - niha |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Murad Dildar nivîskar û çîroknivîsêkî kurd e ku di sala 1986an de li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatiye dinyayê.
Dildar dibistana pêşîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Li zanîngehê li ser felsefeyê xwend. Heta niha du berhemên wî yên ji bo zarokan hatine çapkirin. Ji bilî çîrokên zarokan çarînan jî dinivîse û çarîn û çîrokên wî di kovarên Nûbihar û Barê û di malpera Kulturnameyê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podkasta Qehwe û Felsefeyê ye. Di adara 2024an de li Botantimesê dest bi nivîskariyê kiriye. Murad Dildar vê gavê li ser Felsefeyê perwerdehiya masterê dibîne. Kurê nivîskar Receb Dildar, birayê helbestvan Gulîzer û nivîskar Azad Dildar e. [1]
Pirtûkên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Qesra Spî (pirtûk), 2009, Weşanên Avesta, Rêza Hêlîn, 32 rûpel
- Dara Sêvê (pirtûk), 2012, Weşanên Avesta, Rêza Hêlîn, 40 rûpel
- Stêrka Piçûk (pirtûk), 2020, Weşanên Avesta, Rêza Hêlîn, 152 rûpel
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Rûpela wî ya di malpera Botantimesê de.
- Hemû nivîsên wî yên di malpera Felsefevanê de Girêdana arşîvê 2015-09-04 li ser Wayback Machine
- Pirtûkên wî yên di Pirtukakurdi.comê de. Girêdana arşîvê 2016-02-01 li ser Wayback Machine
- Video: Qesra Spî, Xwendin: Rêşad Sorgul
- Dendikên Zebeşan, Kulturname, 11ê Adara 2011an
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |