Murad Dildar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Murad Dildar
Jidayikbûnsala 1986
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PerwerdeFelsefe
PîşeNivîskar, çîroknivîs
Salên çalak2009 - niha
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Murad Dildar nivîskar û çîroknivîsêkî kurd e ku di sala 1986an de li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatiye dinyayê.

Dildar dibistana pêşîn û lîseyê li Diyarbekirê xelas kiriye. Li zanîngehê li ser felsefeyê xwend. Heta niha du berhemên wî yên ji bo zarokan hatine çapkirin. Ji bilî çîrokên zarokan çarînan jî dinivîse û çarîn û çîrokên wî di kovarên Nûbihar û Barê û di malpera Kulturnameyê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podkasta Qehwe û Felsefeyê ye. Di adara 2024an de li Botantimesê dest bi nivîskariyê kiriye. Murad Dildar vê gavê li ser Felsefeyê perwerdehiya masterê dibîne. Kurê nivîskar Receb Dildar, birayê helbestvan Gulîzer û nivîskar Azad Dildar e. [1]

Pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]