Azad Dildar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Azad Dildar
Jidayikbûn1978 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Azad Dildar (jdb. 1978, Amed), psîkyatrîstê kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1978an de li Amedê li gundê Elîparê hatiye dinyayê. Piştî lîseyê li Zanîngeha Dîcleyê di Fakulteya Tibê de dest bi perwerdehiyê dike. Dû re li Zanîngeha Adnan Menderesê di warê psîkiyatriyê de pisporiyê dixwîne. Azad Dildar vê gavê li Dêrsimê wek bijîşkê psîkiyatriyê kar dike.

Nivîsên wî yên bi kurdî di Tîrojê de yên bi tirkî jî di kovarên Esmer, Genç Radikal (Radîkala Ciwan) û Popüler Psikiyatriyeçê de derçûne. Yekemîn pirtûka wî ya bi navê Zarokên Bêziman di 2014an de ji nav Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî belav bûye. Ev pirtûk ji aliyê derûniyê ve rewşa zarokên kurd ên ku ji perwerdehiya zlmanê zikmakî bêpar mane û rastî kiryarên pişaftinê bûne rave dike.

Azad Dildar kurê nivîskarê kurd Receb Dildar û birayê helbestvan Gulîzer û nivîskar Murad Dildar e.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zarokên Bêziman, Lêkolîn, 2014, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zarokên Bêziman, rûpel: 4, 2014, Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî