Mafên kesên LGBT li Çeçenistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mafên kesên LGBT li Çeçenistanê
Çalakvan dîmenê dayikên çeçen ên ku şîna zarokên xwe yên ku bi alayên LGBT û Çeçen pêçandî ne dikişînin. Nevsky Prospect, St. Petersburg, 1ê Gulan 2017).
DewletRûsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mafên kesên lezbiyen, gay, bîseksuel û transgender li Çeçenîstanê ji mêj ve bû sedema fikaran di nav rêxistinên mafên mirovan ên wekî Amnesty International û Human Rights Watch.  Wekî beşek ji Federasyona Rûsyayê, qanûnên LGBT yên Rûsyayê bi fermî derbas dibin. Lê de facto, ji bo hemwelatiyên LGBT ti parastin tine, û tê îdiakirin ku rayedarên Çeçen malbatan teşwîq dikin ku zarokên xwe yên hevzayend bikujin.

Ji Adara 2017an vir ve, çewisandineke tund li ser civaka LGBT bû sedema revandin û binçavkirina mêrên hevzayend û bîseksuel, ku rastî lêdan û îşkenceyê hatin.[1][2] Zêdeyî sed mêr, û dibe ku çend sed mêr, bûne hedef. Herî kêm sê,[3] û tê gotin ku bi qasî 20 kes hatine kuştin.[4] Hejmara kesên hatine binçavkirin û kuştin ne diyar e. Panelek ji şêwirmendên pispor ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di destpêka Nîsana 2017an de ragihandibû ku: "Ev kiryarên çewisandin û tundûtûjiyê ne di astek nedîtî de li herêmê û binpêkirinên cidî yên berpirsiyariyên Federasyona Rûsyayê li gorî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ne."

Aliyên çandî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çeçenistan civakeke îslamî ya pir kevneperest e ku tê de homofobî berbelav e û homoseksuelî tabû ye. Piştî du pevçûnên çekdarî yên cudaxwaz ên salên 1990î – Şerê Yekem ê Çeçenistanê û Şerê Duyemîn ê Çeçenistanê – Çeçenistan di bin serokatiya Axmad Kadyrov û kurê wî Ramzan Kadyrov, serokê niha yê komara Çeçenistanê, de "her ku ber bi kevneperstiyê ve çû". Li Çeçenistanê, wekî li herêmên din ên başûrê Rûsyayê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn "desthilat da serokên herêmî ku şirovekirina nirxên kevneşopî yên misilmanan bi cih bînin."[2] Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di 2017an de ragihand: "Zehmet e ku meriv binirxîne ka li Çeçenîstanê homofobî çima ewqas zexm û zêde ye, mirovên LGBT çima ewqas xeternak in. Kesên LGBT ne tenê di bin metirsiya çewsandina desthilatdaran de ne, di heman demê de ji ber xerakirina namûsa malbatê ji aliyê xizmên xwe ve dibin qurbaniyên 'kuştinên namûsê'."[5] Çalakvanek ji Tora LGBT ya Rûsyayê diyar kir ku ji ber ku rayedar dizanin ku girtiyên hevzayend ji hêla malbata wan ve wê bên kuştin, bi zanebûn ji zindanan têne berdan.[6] Kadîrov jî angaşt kir ku li Çeçenistanê homoseksuel tine ne û heke hebin jî, "wan bibin Kanada, pesnê Xwedê bidin, ji bo ku xwînê paqij bike".[7]

Rewşa qanûnî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku Rûsyayê di dawiya salên 1800î de Çeçenistanê dagir kir, yekemcar hevzayendîtiyê li Çeçenistanê neqanûnî hate kirin. Piştî Şoreşa Cotmehê, tevahiya Rûsyayê dîsa hevzayendîtiyê qanûnî kir, lê ew di bin destê Joseph Stalin de ji bo tevahiya Yekîtiya Sovyetê ji nû ve hate sûcdar kirin.  Li Rûsyayê di sala 1993an de hevzayendî careke din hat qanûnîkirin, tevî ku di navbera 1991 û 2000an de Çeçenistan defakto ji Rûsyayê serbixwe bû.  Serokê Çeçenistanê Aslan Maşhadov, ji bo ku bi şerxwazên îslamîst re li herêmê reqabetê bike, di sala 1996an de qanûnên şerîatê pejirand û xala 148ê ya qanûna cezaya Çeçenistanê derxist. Li gorî vê xalê têkiliya hevzayendî ya anal a lihevhatî di du sûcên pêşî de wê bên ceza kirin û di sûcê sêyemîn de wê cezaya îdamê bê pejirandin.[8]

Rêberê niha Ramzan Kadyrov, yê ku Rûsyayê piştgirî dide, Îslam anî rojeva jiyana rojane ya Çeçenistanê, û hevzayendên ku zayendiya xwe eşkere dikin, her ku diçin ji hêla malbatên xwe ve têne cûdakirin û dûrxistin.[9] Ramzan Kadyrov di sala 2006an de dest bi siyaseta xwe ya civakî ya "kampanyaya fezîletê" kir. Wî pêşî êrîşî "bêexlaqiya" jinên ciwan ên Komarê kir û siyaseta teşwîqkirina kuştinên namûsê destnîşan kir[10] û rola Kadyrov wekî parastvanê rolên zayendî yên "kevneşopî" di dawiyê de berbi kampanyaya dijî-LGBT ve çû.[11][12]

Gelek Çeçen, bi taybetî li deverên bêtir bajaran, ji ajansên nûçeyan re bi awayeke anonîm nîşan didin ku ew bi taybetî li dijî polîtîkayên civakî yên Kadyrov in, wek ji nû ve yekkirina bi darê zorê ya hevberdanan[13] û zextên nû yên lixwekirina hîcabê.[14] Ew diyar dikin ku ev yek li dijî koda kevneşopî ya Çeçen a li ser cil û bergên jinan e, ku jin li şûna hîcaba tam a ku por vedişêre, divê bendekî teng li xwe bikin. Ew herwiha "mezinkirina nifşek a bi tevahî tundrew û olî" jî rexne dikin û ditirsin ku ev yek kesên muxalíf û malbata wan dixe xetereya lezgîn.[15]

Organên dewletê di perwerdehiyê de û li deverên din çavkaniyên ji bo kampanyaya îslamîkirina Kadyrov veqetandine;  jinên ku tê dîtin ku cil û bergên wan "ne îslamî" xuya dikin, rastî êrîşa paintballê tên, û xortên xciwan di dibistanê de tên agahdarkirin ku ger destûra derketinê bidin xwişkên wan bêyî ku porê xwe veşêrin, ew ê rûbirûyê leneta herheyî bibin, û ew jî têne teşwîq kirin ku rayedaran agahdar bikin ka dê û bavên wan bi têra xwe li malê îslamê dikin.[16]

Ferzkirina qanûnên Îslamî ya ji aliyê Kadyrov ve li dijî qanûnên berfirehtir ên Federasyona Rûsyayê û her wiha xaleke destûra Çeçenistanê ne, û Kadyrov bi eşkere dibêje ku Çeçenistan laîk e û tu ol nikare bibe fermî û mecbûrî,[17] lê ew dîsa jî vê yekê bi piştgirîya diravî û siyasî ya Pûtîn dike. Ji ber vê yekê Rûsya rastî rexneyên komên mafên mirovan hat.[18][19]

Rûsya bi fermî di Hezîrana 2013an de qanûnek dijî propagandaya hevzayendîtiyê derxist. Ew bi fermî belavkirina "propagandaya ji bo têkiliyên cinsî yên ne kevneşop" di nav zarokan de qedexe dike.  Qanûn ji hêla gelek komên mafên mirovan ve, di nav de Human Rights Watch, hate rexne kirin ku li hember nifûsa LGBT de "bi eşkere cudakarî" dike[20]. Ev qanûn wek yek ji sedemên ku Kremlin bi têra xwe zû bersiv nedaye çewsandina hevzayendan li Çeçenistanê, hatiye binavkirin.[21][22]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Welcome To Chechnya (2020): Malpera belgefîlma David France li ser komek çalakvanên ku jiyana xwe dixin xeterê ji bo parastina kesên LGBTQ yên ku li komara rûsî ya Çeçenistanê bi zext û zordayiyên sîsistematik re rûbirû dimînin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Chechens tell of prison beatings and electric shocks in anti-gay purge: 'They called us animals'". the Guardian (bi îngilîzî). 13 nîsan 2017. Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2022.
  2. ^ a b Chan, Sewell (13 nîsan 2017). "U.N. Experts Condemn Killing and Torture of Gay Men in Chechnya". The New York Times (bi îngilîzî).
  3. ^ Russia asked to end alleged killings of gays in Chechnya Girêdana arşîvê 2017-04-15 li ser Wayback Machine, Associated Press (13 April 2017).
  4. ^ "Pleas for help from gay men in Chechnya on rise, Russian group says". NBC News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2022.
  5. ^ Tanya Lokshina, Anti-LGBT Violence in Chechnya Human Rights Watch (4 April 2017).
  6. ^ Smith, Lydia (11 nîsan 2017). "'People are being tortured and killed': Chechnya's deadly anti-LGBT crisis". International Business News. Roja gihiştinê 12 nîsan 2017.
  7. ^ "Кадыров назвал геев шайтанами и заявил, что в Чечне их нет". BBC News Русская Служба. 14 tîrmeh 2017.
  8. ^ Breaking the Silence: Human Rights Violations Based on Sexual Orientation. Amnesty International. 1997. r. 34. ISBN 1873328125.
  9. ^ Osborne, Samuel (7 nîsan 2017). "Gay men being tortured and murdered in Chechen prisons, claim detainees". The Independent. Roja gihiştinê 10 nîsan 2017. He has brought Islam to the fore of Chechnya's daily life, and gay people who reveal their sexuality are often discriminated against and shunned by their families.
  10. ^ Tanya Lokshina (29 çiriya pêşîn 2017). "Virtue Campaign on Women in Chechnya under Ramzan Kadyrov".
  11. ^ "Persecution of LGBTI people in the Chechen Republic (Russian Federation)". Council of Europe. 8 June 2018. Page 8-9
  12. ^ Masha Gessen (3 tîrmeh 2017). "The Gay Men Who Fled Chechnya's Purge". New Yorker.
  13. ^ "Chechen leader Kadyrov presses divorcees to reunite". Human Rights Watch. 24 tebax 2017.
  14. ^ Sophia Kishkovsky (27 îlon 2010). "Chechnya Coerces Women on Dress, Activists Say". The New York Times. The New York Times.
  15. ^ Steve Rosenberg (18 îlon 2012). "Kadyrov's Chechnya rises from the ashes, but at what cost?". BBC.
  16. ^ Anne Garrels (3 çiriya paşîn 2009). "Chechen Leader's Islamic Policies Stir Unease". NPR.
  17. ^ ""You Dress According to Their Rules"". Human Rights Watch. 10 adar 2011. Finally, Article 11 of the Constitution of the Chechen Republic, in full compliance with Russia's Basic Law, maintains that "the Chechen Republic is a secular state. No religion can be made a state religion or a mandatory one".
  18. ^ Julia Ioffe (24 tîrmeh 2015). "Putin is down with polygamy". FP.
  19. ^ "Chechnya women's Islamic dress code: Russia blamed". BBC. 10 adar 2011.
  20. ^ "Russia: Anti-LGBT Law a Tool for Discrimination". Human Rights Watch (bi îngilîzî). 29 hezîran 2014. Roja gihiştinê 24 gulan 2017.
  21. ^ Lang, Nico (2 gulan 2017). "From Russia with hate: How Putin's anti-LGBT crackdown led to the persecution of gay men in Chechnya". Salon. Roja gihiştinê 24 gulan 2017.
  22. ^ "As Gay Men are Detained and Killed in Chechnya, the Kremlin is Slow to Respond". Human Rights Watch (bi îngilîzî). 20 nîsan 2017. Roja gihiştinê 24 gulan 2017.