LGBT

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xwenîşandana Pride ya kesên êlcîbîtî (LGBT), li Stembolê (2014)

LGBT (êlcîbîtî) an jî GLBT, kurtkirina tîpên yekem a bêjeyên “lezbiyen”, “gey”, “bîseksuel” û “transgender” in. Ev kurtkirin carinan wekî LGBTT (gey, lezbiyen, bîseksuel, transseksuel, travestî) jî tê nivîsandin û ji salên 1990î û vir ve ji bo têkoşîna mafên hevzayendan wekî navek stareyeke mezin tê bikaranîn. Her çiqas berê ev peyv wekî GLBT hatibû bikaranîn jî, ji ber ku di nav civakê de nîşaniya lezbîyen kêm e, tîpa L anîne pêşî. Dawiyê li rojava komelin ji bo înterseksuelan I û ji bo queer jî tîpa Q pêve bêjeyê kirine (LGBTIQ/LGBTTIQ).

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cîhana kevnare[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka LGBT dihere heta dokumantarên nivîskî yên sumeriyan û Misira Kevnare a B.Z. 2000-3000 a hatiye berhemandin.

Li perestgehin Mezopotamyayê mîna Hindistanê ya heta îroj dihat sepandin, wekî fahîşeyên pîroz, fahîşeyên hevzayend jî bikardianîn.

Aliyê din pêkan e ku di nav dîroka cihûyan û hîtîtiyan jî şopên LGBTiyan bê dîtin. Qanûnên Hîtîtiyan ku hatiye heta nuha, rê didan ku mêrên hevzayend bi hev re bizewicin. Ev qanûn tê zanîn ku qanûna yekem e di warê hiqûqê de destûrî zewaca hevzayendan dide. Cihuyan berevajiya Hîtîtiyan, di heman demê de bi têkoşîna li hemberî hevzayendan navdar bûne. Ev têkoşîn piştî sedsalan bûne bingehên zilm û zorkeriya li dijî hevzayend a şaristaniya Rojavayê.

LGBTyan di Yewnana Kevnare de ku ew yek ji şaristaniya Deryaya Spî ye, tê texmînkirin ku bi goranî serbest bû. Lê wira rolên hevzayendan bi xêzkirî bûn. Li gorî norma pederastî, zilamê mezin diket rola aktîf û yên zilamê biçûk (ya jî ciwan) têdiket rola pasîf û ev dîmen piranî dihat pîrozkirin. Ev rêzdarî xwe di mîtolojiya yewnaniyan jî rê dida. Wekî mînak rojeke Zeus a xwedê xwe dike eyloyeke û Ganymedesê ciwa direwîne.

Di piraniya Yewnana kevnare de hevzayendî ji beşên hunerî re bûye îlham. Ev rêbazê ku bi fîgurên mêr a tazî û nîv-tazî destpêkiriye û di B.Z. sedsala 4an û 5an de xwe di beşa peykerê de gihadiye qada herî bilind.

Aliyê din di beşa helbestê de Sapho ya bîseksuel, ew atmosfera demên xwe û hestên xwe bilêvkiriye. Tê zanîn ku gîmnasiyuma Sapho hebû ku ew sazî tenê ji bo keçikan vekirîbû. Li gorî çavkaniyan ji ber ku Sapho bi xwendekarên xwe re bi şêweyeke evînî deng dida, ji Lesbos hatiye sirgûnkirin Sîcîlyayê.

Têkiliyên hevzayendî di dema komarê ya Romaya Kevnare de bi qanûnan dihat qedexekirin. Lê ev qanûn tenê ji bo welatiyên Romayê dihat sepandin, ji bo yên din girîngî dihat pê dan.

Di Çîna Kevnare de bi taybetî di serdema xanedana Xanan de (B.Z. 206-P.Z. 220) hevzayendî gelekî belavbûye

Di Japonyaya Feodal de bi taybetî di navbera hawirdorên leşkerî de hevzayendî rastiyeke jirêzê bû.

Şaristaniya ereban a li dora Deryaya Spî di nav helbestan de kevneşopiyeke hevzayendî afirandibûn. Hezar û Yek Şevê ya di salên 1400î de hatiye tomarkirin, gelek têgînên qala hevzayendî dihewand û mîna dokumanterekî dîroka LGBTiyan hatiye vekolandin.

Li Efxanistanê heta sedsala 19an ciwanên mîna jinan kinca li xwe kiriye û bi makyaj perçeyên heremê bûn.

Cîhana modern[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas qedexeyên Papa û kardînalan, biryarên dadgehan û înfazan hebûn jî hebûna LGBT û têkili û evînên wan tê şopandin. Aliyê din dema Ronesans a ku di sedsalên 15an û 16an de domand, hevzayendî mîna Yewnana Kevnare xuya dikir. Gelek hunermend u siyasetmedarên wê demê têkiliyên hevzayendî avadikirin.

Hevzayendî li dema Şoreşa Fransayê bi guhertin û rakirina cezayên ku bingeha xwe ji olê distînin, ji nav qanûnên cezayê hat derxistin.

Di sedsala 19an de pejirandina qanûnên Napoleon Bonaparteê ji aliyê dewletên Holenda, Spanya, Portûgal, Bavyera û Îtalya, hevzayendî di van dewlatan de jî ji tawanbarkirinê hat derxistin.

Berî şoreşa zayendî ya 1968an û serhildana Stonewallê ya 1969an, di nav civakê de ferdên LGBT rastî bêjeyên biçûkxistî, tundiya polîsan û homofobî dihatin.

Piştî şoreşa zayendiyan, têkoşîna mafê ya LGBT mezintir bûn û ji Ewropaya Rojava derket û li gelek welatan de (Amerîkaya Başûr û Bakur, Awistiralya, Ewrupaya Navîn û Rojhilat) belav bû. Aliyê din sepandina cezadana LGBTiya hîn li gelek dewletên Afrîka û Asyayê de (ji xêndî Japonya, Îsraîl, Filîpîn, Koreya Başûr, Afrîkaya Başûr, Nepal û Taywanê) didomîne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, di sala 2003an de bi biryara Dadgeha Bilind, qanûnên sodomî ji sepandinê û piştî jî ji makeqanûnên parêzgehên xwe rakir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Vicinus, Martha J., Hidden From History Reclaiming The Gay and Lesbian Past
  • Foucault, Michel, Histoire de la Sexualite

Bide ber[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]