Martin Luther King

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Reverend Doctor Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Martin Luther King
Martin Luther King
Navê rastî
Martin Luther King Jr. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
Michael King Jr. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

15 kanûna paşîn 1929 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin4 nîsan 1968 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Memphis Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêKuştina bi çeka agirberdanê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Mêrkujî)
Cihê goristanêMartin Luther King Jr. National Historical Park Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Morehouse College (1944–1948)
  • Crozer Theological Seminary (1948–1951)
  • Boston University (1951–1955)
  • Washington High School
  • Boston University School of Theology Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Bandorbar
Hevjîn
  • Coretta Scott King (Heiberger, 1953–1968) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Yolanda King
  • Martin Luther King III
  • Dexter Scott King
  • Bernice King Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Martin Luther King Sr. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Alberta Williams King Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Alveda King (niece) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Xelata Nobelê ya Aştiyê (1964)
  • Jawaharlal Nehru Award for International Understanding (1966)
  • United Nations Prize in the Field of Human Rights (1978)
  • Gandhi Peace Award (1964)
  • Pacem in Terris Award (1965) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperthekingcenter.org Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Martin Luther King, jr. (jdb. 15ê kanûna paşîn a 1929an li Atlanta, Georgia; m. 4ê nîsana 1968an li Memphis, Tênêsî) keşe û pêşengê tevgera parastina mafê mirovan li DYAyê.

Ew yek ji hemwelatiyên DYAyê yê Efrîqayî bû ku bi riyên bêçek û aştiyane li wekhevî, dadmendî û azadiya mirovan digeriya. Wî ji bo Efrîqayiyên li DYAyê jî ji heman mafan sûdwerbigirin têkoşiya. Ev yeka han dibû sedem ku ji aliyê paşverûyan bibe hedef. Li dijî wî gelek tevgerên kirêt hat lidarxistin. Bombe avêtin wî, bovlat xistin stûyê wî hwd. Lê ew ji doza xwe û riya xwe neqetiya.

Ew ji salên 1955 heya 1968 î ji 30 carî zêdetir hate girtin. Wî ne rêça Marks û ne jî sazûmaniya kapîtalîst diparast. Wî li derûniya û baştirkirina derûniya mirovan digeriya. Di bin bandora riya Gandî û bawermendiya olî de bû.

Wî heya dawiya jiyana xwe têkoşiya. Di sala 1964î de ji ber têkoşîna xwe xelata Nobelê girt. Îro navê wî li gelek cih ê kolanên DYAyê hatiye danîn. Ew di 4ê nîsana 1968an li dora kat 18.01 li balkona Lorraine Motels ji aliyê hêzên tarî yên paşverû ve hate kuştin. Li ser kuştina wî li seranserê DYAyê xwepêşandanên bi xwîn hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes hatin zîndanîkirin.

Ew di pêşketina mafê mirovan li DYAyê xwedî ciheke mezin e.

Eger hûn nikarin bifirin, naxwe birevin

Eger hûn nikarin birevin, naxwe bimeşin

Eger hûn nikarin bimeşin, naxwe çelepîko herin

Hûn çi dikin, bikin Lê divê hûn ber bi pêş biherikin

Martin Luther King