Mase

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Maseyek ji sedsala 17. (Muzeya Wittstock)
Kombînasyona mase û sekûyan, pirranî li seyrangehan mirov rast lê tê

Mase, mêze, dişe, çarpa mobîlyayek e ku ji çar pêyan (lingan) pêk tê û li ser wan jî textekê dûz heye. Heger sê pêyên wê hebin jê re sêpa tê gotin ku pirranî textê sêpayan glover in.

Mase li malan, kargehan bi gelek armancan tên bikaranîn. Destexaneyên (sifre) kurdî pirranî sêpa û pêyên wan jî selîpî (wekî xaçê) ne û hinekê nizm in. Helbet kursîyên kurdan jî wekî maseyên wan nizm in. Li Kurdistanê gundî û koçber bo xwarinê textê xwarinê yên glover, bajarî jî, maseyan bikardianîn. Demên dawiyê de mase, sêpa û maseyên ling-xaçî kêm bûn.

Dîroka sêpa û çarpayan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zanistên rojavayî dibêjin berê li Misirê mase hatine bikaranîn. Maseyên wan ji kevir û lajwerdê bûne. Grekiyan sêpayên ku piştî bikaranînê tên hildan çêkirine. Bo mînak dixistine bin nivînên xwe.

Dibêjin maseyên kurdan û romayiyan wekhev bûne. Ji kurdan derbasê wan bûne, yan jî ji wan. Cara berê maseyên îro yên xwarinê di sedsala 15. de hatine bikaranîn. Beriya wê gelekan sandoqên (têbar) malê wekî textê xwarinê jî bikaranîne.

Kurdan pirr berê jî mase bikardianibûne lewra bêjeyên tên bikaranîn xwerû bi kurdî/îranî ne û dîroka wan gelek kevn e.

Niha gelek werzîşên maseyê hene. Ango di werzîşkariyê de, herwiha mase heye.

Hin cureyên maseyan ên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê kurdî de tenê ji bo yên çar pêyên wan hene mase tê gotin. Heger sê pêyên wan hebin, di zimanên din de pirranî dîsa mase dibêjin lê di kurdî de nabe, jê re sêpa tê gotin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]