Materyalîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Materyalîzm navê aliyek û ankû kutubeka felsefeyê ye. Ev alî, vajî kutuba îdealîzmê, wê diparêzê ku zanîna mirov ji têrkerê ye. Yanî, zanîn, pêşiya wê têrker heya. Îdealîzm jî, vajî wê diparêzê ku hizir û ankû zanîn ji ber ku heya, em di zanin ku tişt heya. Ev herdû alî, di temenê ku li berhevdû sekinîna, piştî ronesansê û pêde, demeka dirêj bi hev re ketina tekoşînê û şer de. Fîlozofên weke Berkeley, Calvin û hwd, weke fîlozofên wê kutuba îdealîzmê ne. Kutuba materyalîzmê jî filozofên wê, weke Descartes, Huma, Bacon û hwd in. Marksîzm, weke xatek û herikineka materyalîzmê jî ye.

Dîroka wê ya berê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîroka materyalîzmê, tê birin li dema berîzayinê heta dema Demokrîtos, felsefeya Demokrîtos, weke felsefe û awayekî têgihiştinî ku wî ji têrkerîtiyê gav avêtiya û bi er bûyîna hizir ve çûya. Ev awayê çûyinê jî, awayê ku ev aliyê materyalîzmê weke bingihîn ji xwe re dibîne ya. Piştî wî re, Hizrên Sokrat û Arîstoteles jî, ji wan sûd hatiye girtin. Lê Sokrat û Aristo, weke dû mirovên îdealîst jî hatina hesibandin. Herwusa, felsefeya Platon, weke fesefelya îdealîzmê ya felsefe tê hasibandin.

Piştre di dema ku dem tê dema Serdewam navîn, wê hizrên Spinoza jî, beşek ji wê, di vê çerçovê de were şîrove kirin. Piştî zayinê, wê piştre Bacon, Descartes, Huma û hwd wê weke hizirvanên ku di vê xatê de ji wa sûd were vergirtin hatina dîtin. Descartes ferhanga gotinên felsefeyê nivîsand.

Piştre jî, di dema Ronasansê de wê gelek filosofên ku bi astronîmiyê de kar dikin, ên weke Kopernîk, Galileo û hwd wê ji wan sûd wergirtin. Di sedsala 17an û pê de, wê felsefetiyeka xort di vê warê û xate de were kirin. Pêşî, weke xateka di temenê ku olê red dike tê zanîn. Heta roja me jî, di wê temenê de hatiye şîrovekirin. Ji ber ku dîn, di temenê materyalîzmê de tê zanîn. Manawiyet, weke destpêkê di wê de dibêt.

Nîqaşên di nava Marks û Hegel bixwe de jî hinekî di vê temenê de ne. Di dema ku Marks divêje ku min "diyalektika Marks li ser lingên wê rûnandin", hinekî jî bahse vê dike. Hegel, di dema xwe de weke akamîsyenî bû. Di zankoyê de fêrên perwerde didan. Wî, di temenê îdeyalîzmê de hanî ser ziman.

Di sedsala 20an de, zaynarên weke Auguste Comte, wê pirtûka xwe ya li ser metodên zanistê binivîsêne û wê zanyeriyê wele "rêya sêyem", di nava vê nîqaşên îdealîzm û materyarlîzmê de pêşniyar bike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]