Max Born

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Max Born

Max Born (z. 11ê kanûna pêşîn 1882 li Breslau − m. 5ê kanûna paşîn 1970 li Göttingen) Matematîknas û fîzîknasekî Alman bû. Sala 1954î bi tevî Walther Bothe, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Bi xebatên xwe yên li ser relatîvîte, fîzîka rewşa hişkbar a elementan, atom, mekanîka qûantan û matîs, angaştên li ser optîk û kînetîk hwd tê naskirin. Sala 1907î ji zanîngeha Göttingen doktoriya fîzîkê girtiye. Xwedî bingeheke xurt û zîrek a matematîkê bû.

Sala 1926î li ser mekanîka pêlan lêkolînên mezin dike û metodên hesabkirinê yên nû diafirîne. Xebatên wî di zanistiya fîzîkê de gelek deng vedidin. Bi hatina Nazîyan a ser desthilatdariyê ji welatê xwe direve û li Edinburghê bicih dibe. Di dawiya jiyanê xwe de bi tundî li dijî çekên nûklear derdikeve.

Nivîsên bijarte[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Untersuchungen über die Stabilität der elastischen Linie in Ebene und Raum, unter verschiedenen Grenzbedingungen (Dissertation 1906) - Lêkolîn li ser stabîlîteya xêzên elastîk di dîmen û valahiyê, di bin rewşên cuda de.
  • Dynamik der Kristallgitter (1915) - Dînamîka rîşiyên krîstalî
  • Die Relativitätstheorie Einsteins (1920), Springer, ISBN 3-540-04540-6 - Angaşta relatîvîte ya Einstein
  • Vorlesungen über Atommechanik (1925) - Dersên atomteknîkê
  • Optik. Ein Lehrbuch der elektromagnetischen Lichttheorie (1933), Reprint Springer 1972 - Optîk. Destepirtûkek li ser angaşta tîrêjan a elektromanyetîk
  • Experiment and theory in physics (1943) - Ceribandin û angaştên fîzîkê
  • Physik im Wandel meiner Zeit (1957) - Fîzîka guherbar a dema min
  • Der Luxus des Gewissens (Co-Autor zu Hedwig Born) (1958) - Lûksiya zanînê
  • Principles of Optics (zusammen mit Emil Wolf) (1959) - Prînsîpên optîkê
  • Von der Verantwortung des Naturwissenschaftlers (1965) - Ji berpirsiyarbûnên zanistên xwezayî
  • Mein Leben (1975) - Jiyana min
  • Born, Einstein Briefwechsel, Ullstein Taschenbuch (Nameşandinên wî bo fîzîknasên navdar)