Medya News

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Medya News ajanseke nûçeyan e ya ku di tebaxa 2020ê de hatiye damezrandin[1]. Ajans di Îtalyayê de qeydkirî ye lê karmendên ajansê li seranserê Ewropayê hene. Malper raporên li ser “nûçe, bûyer, çalakî û însiyatîvên kurdan çedike, û wekî çavkanîyekî ‘pro-kurdî’ û ya ku ‘li ser mijarên girêdayî kurdan disekine’ hat binavkirin[2][3][4].

Raporên Medya Newsê ji alîyê The Daily Mirror, France 24, The Jerusalem Post û dezgehên nûçeyan ên din ên ji rojavayê cîhanê, wekî çavkanî hatine bikaranîn[5][6][7]. Beşdarên berdewam jî hene û di nav wan de hin kesayet hene ku wekî pisporên sereke yên rojavayê li ser mijara kurdan tên naskirin, mîna rojnamevanê holendî Frederike Geerdink û akademîsyan Michael Gunter ya ku wekî ‘rûspîya sereke ya kurdolojiyê li Emerîkayê’ tê naskirin[8][9]. Wekî din hin siyasetmedarên kurd û ewropî mîna hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertuğrul Kürkçü û Erling Folkvord ji Norwêcê ji bo malper jî dinivîsin[10][11].

Malper ji alîyê desthilatên Tirk hat hedefgirtin, û têketina malpera medyanews.net-ê di 2022ê de hat astengkirin[12]. Serokê Komeleya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincancı li ser bingeha rexneyên kiryarên hikûmeta Tirk ku ji Medya News re hatin gotin, hat binçavkirin[13].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "Medya News".
  2. "Medya News - About Us".
  3. "Did Turkey use chemical weapons in northern Iraq?". The Jerusalem Post | JPost.com (bi American English). Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  4. "Ahval". Ji orîjînalê di 11 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  5. "Did Turkey use chemical weapons in northern Iraq?". The Jerusalem Post | JPost.com (bi American English). Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  6. "Otan : qui sont les "terroristes" réclamés par la Turquie à la Finlande et à la Suède ?". France 24 (bi frensî). 7 tîrmeh 2022. Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  7. Hagan, Rachel (4 tebax 2022). "Mass graves still being discovered eight years on from horrific ISIS genocide". mirror (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  8. "struggles". Fréderike Geerdink (bi American English). Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  9. Gunter, Michael M. "Kurdistan faces new attacks". Medya News (bi American English). Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  10. Kürkçü, Ertuğrul. "How Ankara's Kurdish conflict led to possible rapprochement with Syria -1". Medya News (bi American English). Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  11. solidaritetmedkurdistan (7 gulan 2022). "Erling Folkvord med kronikk i Medya News". Solidaritet med Kurdistan (bi norwecî (bokmål)). Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  12. "Overcome the blockade and access Medya News in Turkey". Medya News (bi American English). 2 çiriya paşîn 2022. Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.
  13. "Turkey detains head of medical association on terror charges - Al-Monitor: Independent, trusted coverage of the Middle East". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 3 sibat 2023.