Michael Gunter

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Michael Gunter
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre (81 salî)
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Columbia (en)
U.S. Air Force Test Pilot School (en)
School of International and Public Affairs, Columbia University (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Political scientist, mamosteyê zanîngehê, dîroknasLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Karder
Tennessee Technological University (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê

Michael Gunter[1] an Michael M. Gunter (Sibat 22, 1943- )[2] li Zanîngeha Teknolojiyê ya Tênêsî li Cookeville, Tênêsî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de profesorê zanistên siyasî ye û li ser kurdên Tirkiye, Iraq, Sûrî û Îranê wek desthilatdariyek tê hesibandin. Brendan O'Leary ji Gunter re wekî "Doyenê/Duayenê lêkolînên siyasî yên Kurd li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê" bi lêv kir, lê Martin van Bruinessen nivîsand ku Gunter "dibe ku di nav zanyarên îroyîn ên siyaseta kurd de herî berhemdar e."

Gunter zêdetirî 15 pirtûkên li ser têkoşîna Kurdan nivîsandiye yan jî sererast kiriye û 2 pirtûkên din jî înkara qirkirina Ermeniyan teşhîr kiriye. Didu ji wan pirtûkên li ser aloziyên Kurdan di Rojhilata Navîn yên demên nûjen, bi zimanê Îngilîzî kete nav analîzên yekemîn. Di nivîsandina analîzên xwe de, Gunter rasterast bi serokên siyasî yên Kurd û yên din ên Rojhilata Navîn re kar kirîye.  Wî di sala 1998 de "Xelata Xizmeta ji Kurdan re" ya Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovên Kurd (Kurdish Human Rights Watch) wergirt.

"Carinan xwendevanan Analîz û nivîsên Gunter wekî nakokî dihesibînin, lê ew dibêje ku nêrînên wî bi gelemperî li ser agahiyên ku hêj nehatine eşkere kirin e."  Ew sekreterê giştî yê Komîsyona Sivîl a Tirkiyê ya YE (EUTCC), rêxistineke sivîl a li Brukselê ye ku ji sala 2009’an û vir ve li parlamena YE’yê li ser navê Kurdan lobî dike.

Ew endamê Desteya Edîtorên Şêwirmendî ya Kovara Rojhelata Navîn, Kovara Lêkolînên Asyaya Başûr û Rojhilata Navîn û Kovara Navneteweyî ya Lêkolînên Tirkî ye.

Perwerdehî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gunter di sala 1964-an de ji Zanîngeha Columbia lîsansa xwe ya hunerî di dîroka Amerîkî de wergirt, di sala 1966-an de Mastera Karên Navneteweyî ji Dibistana Karûbarên Navneteweyî û Giştî ya Kolombiyayê bi dest xist, di sala 1972-an de Doktoraya Felsefeyê di têkiliyên navneteweyî de ji  Zanîngeha Dewletê ya Kent bidest xist.

Serboriya Hînkirinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gunter li Zanîngeha Teknolojiyê ya Tennessee dersên zanistiya siyasî daye.  Ew ji 1972 heta 1976 asîstan bû, ji 1976 heta 1981 doçent bû, û ji 1981 de profesor bû. Wî di 1995-1996 de Xelata Lêkolînê ya Fakûlteya Caplenor a zanîngehê û di 1999-2000 de Xelata Hînkirinê ya Berbiçav wergirt.  Ew di dîroka Tennessee Tech de tenê endamê fakulteya duyemîn e ku van her du xelatan bi dest dixe.

Ew di navbera salên 1978-1979an de li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn li Enqere di têkiliyên navneteweyî de hîndekarekî payebilind Fulbright-Hays bû. Ew di havîna 2001an da li Zanîngeha Perwerdeya Şanghay Xuhui ya bajarê Şanghay a Çînê hîndekarê ESL û Çanda Amerîkî bû. Di payiza 2002an da li Zanîngeha Fîskê profesorek  alîkar bû.

Ew di havîna 2002 û 2003an de li Zanîngeha Navneteweyî li Viyana, Awistirya profesorekî mêvan bû, ku di sala 2003an de Xelata Profesorê Mêvanan a Bijare wergirt. Her weha wî dersên li ser siyaseta Kurd û Rojhilata Navîn, di nav yên din de, ji bo Bernameya Lêkolînên Herêmên Hukûmî yên Amerîka û Enstîtuya Xizmetên Derve ya Dewletên Yekbûyî li Washington, D.C. Ji sala 2018an û vir ve li Xi'an'ê, Komara Gel a Çîn "Profesorê Bijare yê Navenda Lêkolînên Tirkî ya Zanîngeha Shaanxi Normal" bû.

Weşanên Dawî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

-  Kurd li Rojhilata Navîn: Pirsgirêkên Mayînde û Dînamîkên Nû, weşana hevbeş, 2020 (The Kurds in the Middle East: Enduring Problems and New Dynamics, co-ed., 2020)

- Otonomiya Kurd û Siyaseta Derve ya Amerîkayê, weşana hevbeş, 2020 (Kurdish Autonomy and U.S. Foreign Policy, co-ed., 2020)

- Kurd : Miletekî Parçebûyî Di Lêgerîna Dewletekê de, çapa 3'yemîn , 2019 (The Kurds: A Divided Nation in Search of a State, 3rd ed., 2019)

- Destpirtûka Routledge li ser Kurdan, weş., 2019 (Routledge Handbook on the Kurds, ed., 2019)

- Ferhenga Dîrokî ya Kurdan, çapa 3., 2018 (Historical Dictionary of the Kurds, 3rd ed., 2018)

- Kurd(an), Dîrokek Nûjen, 2016 (The Kurds, a Modern History, 2016)

- Pirsgirêkên Kurdî: Gotarên ji bo rûmeta Robert W. Olson, weş., 2016 (Kurdish Issues: Essays in Honor of Robert W. Olson, ed., 2016)

- Ji nişka ve, Kurdên Sûriyê di Aştî û Şer de, 2014 (Out of Nowhere, The Kurds of Syria in Peace and War, 2014)

- Ji Berê, Gunter, gelek pirtûkên din û zêdetirî 200 gotarên kovara zanistî û beşên pirtûkan weşandin. (Earlier, Gunter published many other books and over 200 scholarly journal articles and book chapters.)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ev rûpel bi tevahî ji malpera Wikipedia ya Inglîzî hatiye wergerandin: https://en.m.wikipedia.org/w/index.php?title=Michael_Gunter#
  2. ^ Ji CV'ya wî ya li ser malpera: https://www.tntech.edu/directory/cas/sociology/mgunter.php