Mehmûd Halo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Mehmud Halo hat beralîkirin)
Mehmud Halo Boseli
Navê rastî
Mehmud Osman Halo
Jidayikbûn1956
Gundê Boselê
Mirin1'ê reşemiyê 2004
Hewlêr
PîşePêşmerge
MalbatNesera, Sindî
MalperMalpera facebookê
biguhêreBelge

Astê xwandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

- Li sala 1963 dest bi xwandina seretayî kirye li gondê Busel-ê û her li wêrê ev qonaxe bi dûmahî înaye.

- Xwandina Xwe ya navincî û amadeyî li bajêrê Zaxo bi dûmahî înaye. Zêdebarî zîndan kirin û eşkence dana Wî bo demê pitir ji 3 mehan, şehîdê nemir bi vê çendê newestiya û her berdewam bû liser xwandina Xwe û qonaxa amadeyî bi dûmahî îna li sala 1977.

- Her li sala 1977 hate wergirtin li kulîja kargêrî û abûrî li zankoya Musil, herwesa bi pila (here baş) bi dûmahî îna ... Ji ber vê yekê navê Wî derçû bo xwandina bilind (master), belê ne qebûl kirina Wî bo endametiya hizba Be's naçar dibit masterê qurbanî doza rewaya gelê Xwe bikit.

Çalakiyên şehîdî di nav xebat û siyasetê da[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şehîd ji binemaleka Kurd perwer û welat parêz bûye û li sala 1976 jiber dilsozî û viyana welatî û rêbaza Barzanî yê nemir, diçîte nav rêzên rêkxistina nihênî ya (p.d.k) û her ji ber vê çendê demê hêşta qutabî li roja (11/12/1976) ji layê rijêma Be's ve dihête girtin û rewaney bajêrê Kerkukê dikin, li roja (21/3/1977) dihête azad kirin piştî bê hîvî bûneka mezin û eşkence daneka bê snûr.

Piştî temam kirina xwandina zankoyê, li wî demî germe germa şureşa Golan-a pêşkeftinxwaz bû, her êkser peywendiyê bi şoreşê dikit, û li sala 1981 awareyê welatê Îranê dibit, lê her di wê salê da ji ber zîrekî û jêhatiya Wî dihête helbijartin ji layê şureşê ve bo komîta penahinda li bajêrê Ûrmiyê.

Jiber dilsozî û xebata şehîdî, li sala 1984 bi biryara mekteba siyasî hate wergirtin weku endamê beşê darayî, şehîdî di çendîn şerên bergiriyê da beşdarî kirye, ji wan jî dastana bi nav û denga Xwakurk-î li sala 1988 û herwesa beşdarî di serhildana pîroza gelê Kurd li sala 1991 kirye û weku pêşmerge û kadirekê mandû nenas li gel cenabê Serok-î bo baweş kirin û azad kirina Kurdistan-a delal ewa bi hizaran genc û xurtên vî welatî xuyna Xwe bo dayî.

Piştî serhildana pîroz û damezrandina hikumeta herêma Kurdistan-ê, li sala 1993 dibite rêveberê giştî yê bazirganî û herwesa rêveberê giştî yê dahat li kabîna 1 û 2 ya hikumeta herêmê, her jiber viyan û heza Wî ya zêde bo karê Wî li sala 2000 bû birîkarê wezareta darayî û abûrî, herwesa li gel vê çendê jî endamê mekteba nawendî ya darayî bû, heta roja şehîd bûnê, anku (1/2/2004) digel çendîn kadir û serkirdên jêhatiyên gelê Me, li êkemîn roja cejna qurbana pîroz li baregayê liqa dû ya (p.d.k) li bajêrê Hewlêr-ê, di rwîdaneka ne mirovane û xwînawî da hate şehîd kirin. Hizar silav liser gura şehîdî û hemî şehîdên bizava rizgarya gelê Kurd û Kurdstana delal.

Peywendî ya şehîdî li gel edeb û hûnerê Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eger em basê şehîdî bikeyin, Ew weku hozanvan yan nivîser nehatîye naskirin, çunkî şehîdî pitir di biwarê pêşmergatiyê û siyasî da kar kirye û bi dirêjahiya sala Ewî weku kurê şureşê xebat û pêşmergatî kirye.

Her çende şehîd derçûyê kulîja kargêrî û abûrî bû, lê şeydayê peyva kurdî bû û destekê zêrîn di biwarê nivêsînê jî da hebûye. Baştirîn belge ji bo vê çendê jî helbestên Wîne û bi dehan babetên edebî û siyasî jî nivêsîne. Li demê şureşê çendîn babetên Xwe di rojname û govarên wî serdemî da belav kirîne.

Herwesa şehîd gelek bi hozanvanê mezin (Cegerxwîn)î daxbar bûye, şeyda bûna Wî di gel Cegerxwîn bê sinûr bûye û jiber vê yekê bi cuşeka mezin pênc dîwanên (Cegerxwîn) ji tîpên Latînî wergerandîne ser tîpên Erebî, lê ev berheme hatîne parastin û ta niha nehatîne çap kirin, herwesa jîn û helbijartiyên Cegerxwîn-î di pertûkekê da kum kirîne, hemî jî di navbera salên (1980-1988) hatîne nivêsîn bi dest xetê şehîdî, herwesa dîwana (Xelat) ya hozanvanê Kurd (Tîrêj)î ji tîpên Latînî wergerandiye ser tîpên Erebî.

Hozan di gel xwîna şehîdî têkel bibû, Wî pir ji hozanê hez dikir her ji ber vê yekê jî çiwar zarokên Xwe bi navên hozanvanên Kurd nav kirîne. Hejêkirin û viyana şehîdî bo hozan û edebê kurdî zêde bûye û şehîdî pitir ji sed hozanan nivêsîne, hejîye bêjîn çendek ji hozanên şehîdî di pertûkekê da hatîne kum kirin bi navê (Peyvên Şehîd) ku ji amade kirina (Dilbirîn Halo) bûye li sala 2006.