Here naverokê

Boselê

Boselê
Gundê Boselê
Boselê li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Boselê
Boselê
Koordînat: 37°12′40″Bk 42°53′38″Rh / 37.21111°Bk 42.89389°Rh / 37.21111; 42.89389
WelatBaşûrê Kurdistanê
Dewlet Kurdistan Îraq
ParêzgehDihok
NavçeZaxo
NahiyeSindî
Bilindahî
1.100 m (3600 ft)
Koda telefonê00964
Malpersemiansindi.wixsite.com/bosele
Map
biguhêreBelge

Boselê [1], gundeke ku dikeve devera Sindî ya bakurê bajarê Zaxoyê, li Başûrê Kurdistanê.

Wekî hatî xoyakirin navê Boselê ji peyva Bûselat hatîye anko bo nivêjan jiber ku diwî serdemî da ev gunde wekî peristgehekê bû û cihekê dîyanetê bo; ji bilî vê çendê jî gelek kes ji Boselê bi melatî çoyne deverên dî û heta noke nezivrîne û li wan cih û deveran boyne babik ûçax, bo nimone, Mela Ahmed çoye Colemergê li gundê Xenansê boye mela, ta noke nezivriye û li wî gundî buyne binemal; Mela Abo Zêd çoye Bexdayê û ta noke kurên wî li Bexda ser Radyoya Kurdî ya Bexdayê bernamek pêşkêş dikir; Mela Ebdulla çoye Akrêyê û ta noke kurê wî li Akrêyê maye; herwesa melayek din bi navê Mela Ebdulla çoye devera Qilaban li Kurdistana tirkî yê li gundê Becihê (Bojehê) heta noke nezivriye û boyne binemal li werê.

Erdnîgarî û dîroka gundê Boselê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Boselê wekî hemo gundên din yên Sindîyan xodan helwîst boye ta îrojik navê wê di mêjûya şoreşa berxwedana başurê Kurdistanê da hatîye pênosdan.

Mêjû û Erdnîgarî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Boselê Gundekî herê kevnare û navdare li ser astê Kurdistanê bigiştî û astê deverê bi taybetî û ev gunde dikevîte joriya rojhelata bajerê Zaxo. Li cihekê çiyayî û asê hatîye avakirin û ji alîyê av û hewayî ve cihekê befrîne û sar e.

Gundê Boselê ji layê pêkhatinê ve ji şeş babikan pêk hatîye ew jî: Şêxan, Nasran, Serkuran, Mala Alîxanê, Mala Haçiyê û Zewkê.

Gund ji layê cografîk ve dibîte 10 km2 û sinorên wê ji alîyê rojhelatî ve gundên Avgenî, Mela areb, Xîzava. Ji alîyê rojavayî ve gundê Sîndava, Gundkî, Gelî û Bêrsivê û ji aliyê bakurî ve gundên Şeraniş û Banikê û Evlihê û Pîrbila. Ji layê başûrî ve gundên Dasîkê, Sersîlavkê, Navkendala; navên wan deverên ku sinorê gundê Boselê bi xo ve digrît evene: ji alîyê rojhelatî ve Girê Siluwî, Melaşewatî, Tabutên Serêderî; bakurê rojhelatî Xwuarkê Xemare, Xanikê kurda, Serê Meşxoniyê; ji aliyê bakurî ve Doyvreş, Kun Hirç, Şaxol, Mela Nîzare Gevşê; bakurê rojava Dêrbota Gevşê, Kehnîka Şemsê, Berê Keliştî, Serdepê Hindav Gundikê Gelî; ji aliyê rojavayî ve Çala Zadoy, Zîyaretê Dasîkê; ji aliyê başûrî Astenga Şêle, Mela Têhit Stuyrê û Aşê Kendalî.

Gundê Boselê ji alîyê dîrok û niştecihbunê ve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundê Boselê yek ji gundên herî kevnar li devera Sindîya ye, û dikevîte jorîya rojhelatê bajêrê Zaxo. Boselê dihête texmînkirin li salên 1500-1540 zayînî hatiye avakirin ji ber ku şerê Ebdulla Omar ewe ku dibêjnê Evdelê Omarî, di salên 1313 ta 1314 zayînî demê ku şer divê deverê û gelek deverên Kurdistanê hatîye kirin, devera Boselê ji êk ji wan deverên ku ev şerê bi xo ve girtîye û wekî têt zanîn di wî şerî da 10 şehîd li devera Boselê hatîne veşartin û mezarê wan li Boselê û dewroberên wêne, çar ji wan şehîdan navên wan hatine zanîn ew jik: Reşê Şehîd, Kurê Zîhêd, Dînik û Mela Xidir. Û demê mizgefta gundê Boselê hate avakirin mezarê şehîdan ji wan di mizgeftê da mayine û mizgeftê li ser mezarê wan hatîye avakirin û noke jik berçav in, ji ber vê yekê mirov dikarit bêjit gundê Boselê gelek kevnar e, piştî şerê Evdelê Omari hatiye avakirin.

Boselê ji berî şerê Xanê Lepzêrîn, ew şerê ku li sala 1608'ê di navbera Xanê Lepzêrîn û Şahê Acama da hate roydan, hatiye avakrîn.

Xirabkirina Boselê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gunde Boslelê çend cara hatîye xirabkirin. weki kesen navdar behskrîn heta salên Şêsta Gunde Boselê ne hatîye xirbkrin... belê ji salên(1960)ê hirve bihara Gundê hatîye berdan ewjî ji egerên hêrşkrina dujmnî bi tub û frokan bu ser deverê û li sala(1963)ê bu cara êke frokên rijêma îraqe li devera zaxo Gundê Boselê Tub Barankir boyê egera Şehîd kirina (3)zarokên hawlatî(alî xwaçe sadîq) Êdî (xwaçe sadîq)i,

1-xelil ali xwaçey ye(4)salî.

2-remezan alî xwaçe ye(5)salî.

3-eîdê xwaçe sadîq ya(6)salî.

eve kerbokîna dujmnî dirêjahy pêda taku sala(1987)ê kû (Gundê Boselê)ê bi dirûstî hate Çolkrin(1987)ê xelikê Gundî derbedery Çîyayên evlihê û pîrbilan û Çend deverên din bîn û li çend çiha xanî avakrin û berdewam berevanî ji Gundê xowe dikir ji hêrşên rijêma behis, ew Çihên xelkê Gundî xanî lê avakrîn:(sermêrgê-rokêmasîyê-mêydanka-serêbestê-evlihê-pîrbla)heta sala(1988)ê demê (Anfala)reş dest pekrî ji ber herşeka ekcar zoor û.. bikar înaiy Çekê kêmiyaîy, xelkê Boselê weku hemî xelkê devere awarey (Tirkya) bun û hîndek Çone (îrane)û hîndek ketîn destê dujmnî û hatîn... (Anfalkrin)û paşî rijêma behsa dirinde (Gundê Boselê) Xanî Bi Xanî (T.N.T)iî kirin û peqand û kavil kirin. Hijmara xelkê Gundê boselê yêt awarey kempa (Dîyarbakr)bûiyn ji egera hêrşên (Anfala)(1988)ê ji (1030) hizar û sîh derbas bibun ji blî yêt Çûyn (îrane),

4.ekcarî hatî xirabkirin li sala (1988)ê hijmara ser xêzanêt Gundê Boselê (348) ser xêzan bun û li sala (1988)ê taku (2006)ê (334)ser xêzan lê zêde buyne û noke dibin(682)ser xêzan û hijmara nifosa gehştîye(4399)nifosa.(heta havîna 2007).

5.(Gundê Boselê ji layê Cengo Şerên Mezin ve), ya xoyaye û aşkiraye ku ev Gundê divî warîda herê navdarê li ser astê kurdistanê bi gştî û astê deverê jî bi taybetî,Çonkî Gundê Boselê...Di Herduk Şoreşên (eylûl û Gûlanê)da hemî gava dirêzên peşîya xelkê dabon û rastî jî ji Şehîd û Qorbanîya dîyar ku ta noke nezîk(300)Şehîdan,dayne...di bzava rizgary xwaza gelê kurd da-herwesa Gundê Boselê di Şoreşa (Gulûlana) niştîmanîya pêşkeftin xwazda rolekê mezin û ber Çav hebu di nav Şoreşêda...Çonkî devereka sitratîcî û gring bo ji bo hêzên pêşmergey û deverên rizgarkrî Çi ji layê kriyarên leşkerî ve Çi ji layê bazriganî ve...... Herwesa devereka asê bo, bu dujmnî bi asany ne dikarîn hêrşên uperasyona bo vê deverê biket lewira xelkekê hemî gava qesta vî Gundî Dikrin...Çi lê dihatin hewandin. işaret bi ve Çendê ji lser demê Şoreşa (Gûlanê)da nas navê (tecnîda Boselê)lê hatbu krin ku ew xelkê nedvîya xizmeta rijêma behis biken..... qesta (Gundê Boselê)di krin ji bo (îltîhaqkrin) di nav rêzên pêşmergey û (partî demokratî kurdistan)da,jiber vê yekê rijêma îraqê roxay kerb û kîneka dijwar jivî Gundî Helgrtbo û hemî gava kirbo armanc derib û her ji xowe Çi bi rêka firoka yan ji tup barankrin bi tup u racima taku sala(1988)ê bi ekcarî Gund wêran kriy.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew kesên nivîser û hozanvan û hunermend û zanayên wî serdemê li gundê Boselê ev in:

mela xalid omer-musa omar boselî-mehemed qadir-isa isa abdullkerîm-salih hsen alî-ahmed mela salîh yusif mela xalîd alî halo-Şex mstefa mahmod-mihe keverî-mhemed slêman Şemsedîn-îsam mela abdullah-abdî omar-û gelekên dî}... {Melayêt Gundê Boselê}(Şex Çebar tlakurî)(mela tiha mela mhemed mela reşîd)(mela abuzêd mustefa)(mela mecîd mela mihsin)(mela ahmed mela hem)...(mela salîh Boselî)(Tiha Boselî)(Reşîd Boselî)....

Hozanek Bi nave Boselê Diyarî Bo Hemî Sindya Btaîybetî ji bo Boselîya:

Gundê Boselê

Fergêha Şoreş Danînê
Qîbleya Armanco Jînê
Nîşana Kurd Hêbînê
Navê Hejî Dê mînê
Ewe Daîyka Serferaz
Çi nşîv û Çi Evraz
Navê Kurd Tinê Daxaz
Tû Sengera Xwersty
Hejmar Gêhşte Dusedê
Lewma serblindo Mestê
Tû Şemalk û Şengestê
Hêmaya Mêrçakbînê
Xwedyê Tev Bawera
Tû Mrîdê Fergeha

Dayka Kûma Şehîda
Landika mêr û Agîda
Sengera Mêr Canfîda
Dîroka Gelê Kurda
Ya Ev Kese Lêboyn
Lgel Doza Xo Ek Royin
Liser Wê Rêkê Fêrboyin
xoragrê Boselê
Rêka Şehîdê Te Lê
Dê her Mînê Welê
Bû Armanca Me Çavlê
Boselê Te Nav Lêda
Welat Berxwedanîyê
Fêrhenga Barzanîyê.

Hozanek Binave Boselê Diyarî Bo Hemî Sindya Btaîybetî ji bo Boselîya, Hozanvan Naîf Boselî, 23/11/1988
  1. ^ Dr. Ebdulla Xafur (2001). Pêrristî gundekanî Kurdistan. Bergî duwem (pêrristî gundekanî başûrî Kurdistan leser jimêrî sallî 1957da), Stockholm.